Li dijî talana xwezaya Mêrdînîkê bertek

  • 16:22 22 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
ERDEXAN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît ku bertek nîşanî talana daristanê ya bi salan li navçeya Mêrdînîkê didome da, anî ziman ku bi polîtîkayên AKP’ê tê xwestin herêmê bê daristan û bêmirov bihêlin. 
 
Li navçeya Mêrdînîk a Erdexanê bi salane talana daristanan didome. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Qers û Erdexanê, çûn gundê Kurd Demîrqapî lêkolîn kirin. Piştî lêkolînên hatin kirin parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da.  
 
‘Şitil tên rakiri’ 
 
Gulistanê, diyar kir ku polîtîkayên dijminatiya xwezayê yên AKP’ê belavî her derê navçeyê bûye û wiha got: “Esas di bin navê ciwankirinê de ne darên pîr û hişk şitilên ciwan tên birîn. Em li vir dibin şahidê polîtîkayên ji holê rakirina daristanan û bê daristan hiştinê. AKP’ê demekî dirêje li dijî xwezayê şer îlan kiriye û dareke nahelê ku nebire. Tam polîtîkayeke qirkirina ekolojiyê tê pêkanîn. Li hin cihan vekirina qadên madenê weke li Cûdî bi hinceta ewlehiyê, weke li Akbelenê bi hinceta madenê tê kirin. Li Mêrdînîkê bi hinceta ciwankirina daristanan, daristan tên talankirin. AKP, ji birîna darên me daristanên me û hişkkirina çemên me têr nebû.”
 
Polîtîkaya qirkirinê
 
Gulistanê, bi lêv kir ku AKP polîtîkayeke ku hemû qadên jiyanê yên zindiyan ji holê rake dimeşîne û wiha axivî: “Divê em xwedî li xweza û derdora xwe derkevin. Ji xwe mirov ji vir koç dikin lê bi polîtîkayên talankirina xwezayê tê xwestin ku mirov koç bikin. Em baş dizanin ku ev polîtîkaya dewletê ya bêmirovkirinê û qirkirina ekolojiyê ye. Em bang dikin ku herkes li dijî van polîtîkayan dengê xwe derxînin.”