‘Polîtîkayên şerê ekolojîk wek alava hilweşînê tên bikaranîn’

  • 09:05 26 Îlon 2023
  • Ekolojî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Ji Komîsyona Ekolojiyê ya ÎHD’ê Tugba Kahraman, der barê texrîbata ekolojîk li Kurdistan û herêma erdhêjê de axivî û got: " Hilweşîna li wir weke alava şer tê bikaranîn. Welatiyan ji cihê wan dikin û bê war dihêlin.”
 
Polîtîayên li dijî xwezaya Kurdistanê ku wekî amûrên şerê taybet tên bikaranîn di be sedem ku gelê ji cih û warê xwe bê koçberkirin. Ev qadên ku ji aliyê hikûmetê ve tên hilweşandin wekî qadên têkoşînê li hêviya me ne. Li dijî vê hilweşînê rêxistinbûn û berxwedaneke mezin divê. Der barê mijarê de endama Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê, Tugba Kahraman nirxandin kir.
Tugbayê da zanîn ku ew di ferqa hilweşînên li Tirkiye û Kurdistanê de ne û her roj bi nûçeyên hilweşînê şiyar dibin. Tubayê wiha vegot: “Hilweşîna ekolojîk girêdayê polîtîkayên şer e. Ev hemû binpêkirinên, mafên mirovan e. Bêdengî destê me hemûyan girê dide. Divê ev ji têkoşîna karkeran, têkoşîna nasname û têkoşîna jinê cudatir neyê dîtin. Ekolojî me hemûyan eleqeder dike. Qadeke têkoşînê ya mafên me ye. Carnan nêzîkatiyên populîst dertên pêşberî me; berteka li Akbelen û Dîkmece tê nîşandan li Kurdistanê nayê dîtin. Li Şirnex, Cudî û Licê dar tên birîn qadên daristanê tên şewitandin. Lê mixabin wek yên Akbelenê deng nadin û xwedîderketin kêm e.”
 
‘Li cihên qereqol tên çêkirin hilweşîn zêde ye’
 
Tugbayê di berdewaniyê de anî ziman ku li cihên ku rê û qerekol tên çêkirin hilweşîn zêde ye û wiha anî ziman: “Li Şirnex û Cudî di encama polîtîkayên şer ku tên pêşxistin dar tên birîn şewat dertê. Em dinêrin li cihên qerekol tên çêkirin ev pêkanîn zêde ne. Dest nadin darên cihên din.  Ev 5 sale ev didome.”
 
 
'Têkoşîna hevpar divê'
 
Tugbayê diyar kir ku nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember xweza û qadên jiyanê di erdhêjê de jî derketiye holê û wiha bi lêv kir: “Piştî erdhêjê desthilatdarî bi vê nêzîkatiya xwe ya polîtîk hilweşîn ji bo xwe kir derfet. Bi biryarnameya 126’an bi lezgîn qad cemawerî kirin û erdên welatiyan, mezra û daristan li çûn û hatinê girtin. Li Dîkmece û Hatayê ev kirin. Gel bi asbestê re hatin rûhev. Qirêjiyek cidî derket holê. Kavil li qadên jiyanê rijandin. Li dijî van hilweşînan divê têkoşînek hevpar bê dayîn. Hilweşînên xwezayê talankirina xwezayê bandorek mezin li ser me dike. Di pêvajoya pêş de wê ev tûndtir bibe.  Li pêş me mînak wek santrala nukelerê ya Akkuyuyê heye. Em hilweşînên vê ku wê çi ji me re bînin nizanin. Ji vekirina wê re demek kurt maye.”