Tabela heye, daristan tune ye!

  • 09:02 11 Cotmeh 2023
  • Ekolojî
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Endama Komeleya Civaka Bajarên Berxwedêr Zozan Ozgokçe, diyar kir ku li Wanê tabelaya daristanê heye lê belê daristan tuneye û wiha bal kişand ser wêrankirina xwezayê ya ku dibe sedema kerasetan û got: "Li dijî qeyrana avhewayî û qirkirina ekolojiyê tu çareserî û tedbîr tune ye."
 
Qirkirina ekolojiyê ya li erdnîgariya Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de bi avakirina HES, bendav, birîn û şewata daristanan, maden û qirêjkirina çeman didome. Li aliyekê ku daristan di bin di navê ewlehiyê de tên birîn û şûna wan qereqol tên avakirin, li aliyekê ve jî ji ber qirêjkirin û zûhakirina avê pirsgirêkên mezin tên jiyîn. Bi van qirkirinên ekolojiyê ve qeyranek avheqayî îro tê jiyîn û bandorek mezin li ser jiyanê dike û her ku diçe ev qeyran kûr dibe. Bi van qirkirinên ekolojiyê ve armanc ew e ku herêm bê mirov bê hîştin.
 
Endama Komeleya Civaka Bajarên Berxwedêr Zozan Ozgokçe, der barê qirkirina xwezayî û qeyrana avhewayî de axivî.
 
Zozan, anî ziman ku niha ji ber zivistan nêz dibe çawa ku ew ji bo jiyana xwe amadekariyan dikin û got pêwîste bajêr jî ji vê yekê re amade bibin. Zozan, destnîşan kir ku li Wanê ji bo bajêr tu tişt nayê kirin û wiha got: “Bi taybetî piştî tayînkirina qeyûman tu tişt nayê kirin. Di heman demê de li navçeyan tu tedbîr nayên girtin. Dema baran dibare li navenda Wanê lehî radibe û ev yek jî di encama ji ber tedbîr nayên girtin de pêk tê. Her wiha qadên avdanê û çandinê em dibînin ku di bin avê de dimîne. Li Qelqelî û Elbakê jî em dibînin ku her ku baranek dibare lehî xanî di bin baranê de dimînin. Sedema avakirina komeleyê ew e ku em çawa dikarin bajaran li hember karesatên wiha berxwedêr bikin e. Ji ber vê yekê hevsengiya ekolojîk pir girîng e. Xweza di her ferasetê de ji me mirovan re peyaman dide. Xweza peyama ‘em ji we xûrtir in’ dide. Li aliyê dinê jî em dinêrin ku xweza tê şewitandin û wêrankirin. Ev wêrankirin jî dibe sedema kerasetan. Ji ber vê yekê dema hevsengiya ekolojiyê xirap bû û di ser de îmar û bi cihbûna xirap bû sedema ferasetên xirap.”
 
Tabela heye, daristan tune ye
 
Zozan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bajarên ku daristanê wê tune ye Wan e û wiha axivî: “Tabelayên daristanê hene, lê belê daristan tune ye. Herî dawî em bi pirsgirêkên Behra Wanê re rûbirû man. Behra Wanê bêave, ziwaye û damarên ku diherikin Behra Wanê hemû xitimîne. Me çend roj berê der barê zûhabûn û tedbîrên ji bo Çemê Bendîmahî ku nayê girtin de rapora xwe aşkere kir. Me vê rapora xwe ji cihên berpirsyar re şand. Di gelek aliyan de qirkirina ekolojiyê heye û em kîjan aliyê de bigirin di destên me de dimîne. Em nikarin bi tenê li ser ferasetekê xebatên xwe bimeşînin. Divê walî, qeymaqem û şaredarî li dijî lehiyê tedbîran bigirin û li dijî pirsgirêkan divê her gav amadekarî bin. Mînak avahî li kêleka çem tên avakirin. Ji lehiyê bigirin heta erdhêjê ev pirsgirêk hene."
 
'Bandora erdheja 2011'an hêj didome'
 
Zozan, daxuyand ku di hema demê de Wan cihê erdhêjê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Wekî ku tê zanîn erdhêja 2011’an me çixwasî xirap derbas kir û hîn jî avahiyên ku xirabin hene. Divê ew avahî bên hilweşandin. Avahiyên ku xisara giranin derbasî xisarê hatine kirin divê bên hilweşandin an jî bên hêzkirin. Li bajêr em nizanin ku kîjan avahî di wê rewşê de ye nizanin. Em li vê bajarê nikarin bi awayek rast û ewle bijîn. Ji ber vê yekê hatiye asteke wisa ku karesatên xwezayî û nebûna berxwedaniya bajêr me ji jiyanê re mexdûr dike. Ji ber vê yekê me Komeleya Civaka Bajarên Berxwedêr ava kir. Em dixwazin gel di vê astê de hêstiyar bikin. Mînak di rewşên lezgîn de gelek mirov nizanin ku çi bikin. Ne bi tenê di lehiyê de, di rewşên wek şewb û nexweşiyan de jî nizanin çi bikin. Her wiha li Wanê bi carekê av tên birîn û ji ber vê yekê zarok nexweş dikevin. Em di nav kêşeya pirsgirêkan de dijîn. Ev yek jî di aliyê neyînî de bandorê jiyana me dike.”
 
‘Me qeyranek avhewayî ya kurevî jiya’
 
Zozan, bal kişand li ser birîna daran û bi lêv kir ku îro di bin navê “Ewlehiyê” de li Kurdistanê dar tên birîn û daristan tên şewitandin. Zozan, da zanîn ku bi vê yekê re daristanin bi birîna daran û şewitandinê re tune dikin û wiha pê de çû: “Me qeyranek avhewayî ya kurevî jiya. Tunekirina daristanan bandorê li me kir û hîn jî dike. Mînak li Wanê dengeya hêwiyê guherî, hişkayî xwe da nîşandan, jiyana ajalan guherî û dengeya xwezayê bi temamî guherî. Berê ev der cihê rêya koçberiya civîkan bû, lê êdî ev rewş tuneye. Her wiha bi kêmbûna behrê re pirsgirêka avê derket holê. Çavkaniyên avê ku qediyan pirsgirêkek mezin e. Ji ber polîtîkayên şaş û polîtîqayên ‘ewlehiyê’ jiyan êdî derbas nabe.”
 
‘Çi destê me bê em ê bikin' 
 
Zozan, destnîşan kir kir li dijî qeyrana avhewayî û qirkirina ekolojiyê tu çareserî û tedbîr tuneye û got fikrê rayader derbarê vê rewşê de jî tuneye û domand: “Dema baran dibare ev bajar çima di bin avê de dimîne û binesazî ew qas xirabe? Wek komele em li ser van pirsgirêkên kerasetê dixebitin. Ji bo ku gel di vê aliyê de hêstiyar bibe xebatan dikin. Kesên liyakat naxebitin. Di rewşe girîng a li ser bajêr de dema em lê dinêrin kesên berpirsyar bêliyakate. Derbarê vê rewşê de tu agahiyek wan tuneye. Bi torpîlê ve hatine li ser kar. Ji bo van kesan pêşniyarên me çêdibin. Xebatên me li ser vê yekê didomin. Em li welatên dinê jî dinêrin ku li dijî kerasetê çareseriyên çawa dibînin. Ji derûniyê bigirin, heta sosyolojîk, fîzîkî û hemû tiştî digire nav xwe. Em xebatên teknîk û raporê zêdetir dikin. Ji ber ku di vê aliyê de liyakat di rewşeke xirap te ye. Em van pirsgirêkan dibînin, rapor dikin û bi awayek rêxistinî ji gel re dibêjin. Xebatên me gelek berfireh in. Ji bo gel li vê bajarê bi awayek tendûristî bijîn çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Behra Wanê zûha dibe’
 
Zozan, bi lêv kir ku ji ber mijarek gelek berfirehe ew destpêkê de li ser Çemê Bendîmahî xebat dane meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çemê de masî hene. Ji ber zûhabûna çem êdî masî tuneye. Ava Çemê Bendîmahî didin qadên avdanê. Masîvanî li vê derê debara jiyanê ye. Dema ku karên avê yên dewletê masî, masîvanî û ekolojiyê nefikire avê bide qadên avdanê wê demê Behra Wanê zûha dibe û bi vê yekê re masî jî dimirin. Di vê çarçoveyê de rayader der barê vê mijarê de ne zanene. Li aliyekê dibêje feydê bidim qadên avdanê, lê li aliyekê jî Behra Wanê zûha dike û masiyan dikûje.”