Biryar çi dibe bila bibe wê ji bo Akbelenê li ber xwe bidin

  • 09:03 15 Cotmeh 2023
  • Ekolojî
 
Melike Aydin
 
MÛGLA - Biryara doza derbarê aqûbeta 230 donim erde nav Çiyayê Akbelenê de hat taloqkirin. Jinan biryar nirxandin û gotin encam çi dibe bila bibe wê bexwedana xwe bidomînin, axa xwe biparêzin.
 
Li navçeya Mîlas a Muglayê 230 hezar donim erde nav çiyayê Akbelen a girêdayê Îkîkoy ji Kargeriya Lîmak- Îçtaş re ji bo santrala termîkê ya YK hatibû tahsîskirin. Ji bo betalkirina vê biryarê doza betalkirina destura ruhsatê hatibû vekirin û runiştina dozê li duyemîn dadgeha îdarî ya Muglayê hat dîtin. Ligel parêzeran welatiyên Îkîzkoy, nûnerên baroyên Îzmîr, Kutahya, Aydinê jî tevli bûn. Piştî doza hat dîtin şûnde hat diyar kirin ku wê encam piştre bê aşkerakirin.
 
Jinên doz şopandin, rewş nirxandin û diyar kirin ku encam çi dibe bila bibe wê berxwedanê bidomînin.
 
Endezyara hawirdrê Denîz Gumuşel ku ew jî tevli rûniştinê bû da zanîn ku doza ji Nîsana 2021’ê de hatiye vekirin heta niha sê kifşên kesên dizane hatine kirin û di du raporên ewil de raporeke ji zanistê dûr hatiye amadekirin. Denîzê da zanîn ku tevî itiraz kirine, Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Mgulayê biryara rawestandina rêverkirinê rakiriye û got: “Di 6 rojan de qada madenê hat paqijkirin. Di rûniştinê de gundiyên Îkîzkoy jî mafê gotinê girtin. Bandora çandinî û sewalkarî û çandiyê vegotin. Me got ev doza parastina mafê jiyanê ye. Me hilweşîna derdikeve holê vegot. Bikaranîna mafê gotinê erênî bû.”
 
‘Luksek me ya em ji pergalê edeletê bipên tuneye’
 
Denîzê destnîşan kir ku di doza ruhsata madene de sê raporên heyeta kesên dizane heye û wiha bi lêv kir: "Em ji dadgehê biryareke ji bo fêdeya cemawerî napên. Ligel min ketina me çar kesan bi biryara dadgehê ji bo daristanên Akbelen û Mîlasê hat qedexekirin.  Bi vê biryarê hewl didin Akbelenê bê parastin bihêlin. Hewl didin me ji hev bikin.  Kesên tên wir teroîst îlan dikin. ji ber vê lukseke me ya em ji pergalê edeletê bipên tuneye. Dijhiqûqî bidomin jî em dest ji hiqûqê bernadin. Destê me de çek tuneye. Lê destê şîrketan de hêzên ewlehiyê yên li gorî wan tevdigerin hene.”
 
Têkoşîn wê bidome
 
Denîzê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di rewşa biryar neyînî derkeve wê dozê bibin dadgeha jor Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Îzmîrê û ji wir jî biryar dernekeve wê bibin Şûreya Dewletê ji wir jî bibin Dadgeha Destura Bîngehîn û piştre jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewreopayê (DMME). Denîzê got wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Pereyê bidest dixin ji şer re vediqetînin’
 
Ji Platforma Jinan a Datçayê Şenay Goncu jî daxuyakirin ku jin pêşengên berxwedana Akbelenê dikin û wiha pê de çû: “Êrişên  li hember jiyana ekolojîk bi êrişên li ser jin û zarokan re yekser tên meşandin. Qirkirina ekolojiyê û jinê ji polîtîkayên serdest ya kapîtalîst xwedî dibin.  Jiyanek cuda her tiştî wan pereye nîşan dide heye. Jiyanek tune dike. Li Rojhilata Navîn şerek di rojevê deye. Di şeran de ewil jin, zarok û hawirdor tên qetikirin.Qadên jiyanê tên tunekirin.”
 
‘Wê ji bo pêşeroja zarokan berxwedan didome’
 
Ji Platforma Jinan a Datçayê Nalan Uysal jî bi lêv kir ku jin her tim li alî jiyanê ne lê newekheviya mezin tê kirin û got: “Em jin jiyana azad dixwazin. Em li hember hemû zindiyan rêzdarin. Daristan bîhna me ne. Em jin dixwazin hawirdorek baş bihêlin. Em natirsin, serî natewînin û piştigiriyê didin xwişkên.”
 
‘Dewlet em in, em ê li ber xwe bidin’
 
Naîme Yorulmaz a li gundê Karacahîsar dijî, diyar kir ku baxçeyê wan nêzî daristanên Akbelenê ye û zeytunên wan hene. Naîmeyê daxuyakirin ku encam çi dibe bila bibe wê dîsa jî berxwe bidin û dest ji doza xwe bernedin. Naîmeyê got dewlet ew in, wê berxwe bidin.
 
Yek ji berxwedêrên Akbelenê Hacer Çukur jî wiha nirxandin kir: “Keya em îqna kirin û me mala xwe ya li Îkîzkoy firot û em çûn Çamkoy me li wir bi krediye xanî girt. Wê niha ji bo vî xaniyê me jî bên lê em îcar nafiroşin. Ez wir bidim ez ê ji birçîna bimirim. Em li ser vê axê mezin bûn. Em ê li ser vê axê bimrin. Em axa xwe terk nakin.”