‘Divê em qanûnên ekolojîk azadîxwaz û wekhev pêş bixînin’

  • 09:09 21 Cotmeh 2023
  • Ekolojî
 
 
Oznur Deger
 
ŞIRNEX - Endama Komeleya Piştevaniya Jinan a Denîz Yildizi, Nîlufer Sayilan der barê qirkirina ekolojîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê mezin dibe de axivî û daxuyakirin ku bûyerên xwezayê ku veguherîne karesat û texrîbatê herî zêde bandorê li jinan dike û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû cîhanê ji bo parastina mafê xwezayê divê qanûnên adîlane û wekhev pêk bên.”
 
Ligel krîza ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li her qada jiyanê afirandiye krîza ekolojîk jî her diçe mezin dibe. Li Kurdistan û Tirkiyeyê her qada jiyanê ji rantê re tê vekirin û qirkirina ekolojîk kûr dibe. Endama Komeleya Piştevaniya Jinan a Denîz Yildizi, Nîlufer Sayilan der barê êrîşên li dijî xwezayê de nirandin kir.
 
‘Bi pêşketina sanayiyê re em ketin serdema sermayeyê’
 
Nîluferê da zanîn ku ji sedî 80 û sedî 96 cureyên zindiyên cîhanê tune bûne û got: “Em ketine pêvajoyek tunebûnê. Ev bi lez didome. Ji 1890’î şûnde bi pêşektina sanayiyê re em ketin serdema sermayeyê. Ev tunebûn her tim hebû lê niha bi destê mirovan tên kirin. Dar, sewal, çiya, kevir hemû tune dibin.”
 
‘Em rê li ber texrîbatên mezin vedikin’
 
Nîluferê bi lêv kir ku mirov ji xwe re qada konforê diafirînin û ev tişt bi lêv kir: “Bi çavnebariyê ev qad tê berfirehkirin. Me qadek gelek bi konfor afirandiye. Em naxwazin ji vê qadê derkevin. Em bi awayekî sistematik cîhana xwe tune dikin. Em ji xwezayê qut dibin û avahiyên mezin tercih dikin. Me têkiliya xwe bi xwezayê re qut kiriye û em rê li ber texrîbatên mezin vedikin. Ev tunebûn ber bi betonê ve diçe. Ev bi awayekî sistematik tê kirin.”
 
Li Kurdistanê qirkirina xwezayê
 
Nîluferê balkişand ser newekheviya di navbera xwezayê de jî û di vê mijarê de jî wiha got: “Yek ji pirsgisrêka herî mezin ev e. Kes ferq nake ku texrîbata xwezayê nêz e. Cih ferq nake. Texrîbata xwezayê bandorê li ser me hemûyan dike. Ji ber gola xwê ya li Îranê ziwa bûye bandorê li ser me djî dike li ser çandiniya me jî dike. Di demek nêz de wê pirsgirêka xurekan derkeve. Di çapemeniyê de em der barê texrîbata li Kurdistanê de zêde agahiyê nagirin. Lê li Akbelenê her kes pê dihese. Li Colemêrgê 58 maden hene. Ji van 12 heb bi ruhsat in. Divê Tirkiye bertekên hevpar nîşan bide. Divê jin bi hev re têkoşînê bidin. Ev gelek girîng e.”
 
‘Em bi gavên biçûk dikarin dest pê bikin’
 
Nîluferê bi lêv kir ku jiyanek ekolojîk pêkan e û wiha dawî lê anî: “Em bi gavên biçûk dikarin dest pê bikin. Divê her kes li gorî xwe pêşî lê bigire û her wiha bi rêxistinbûn jî xwezayê biparêze. Li Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû cîhanê ji bo parastina mafê xwezayê divê qanûnên adîlane û wekhev pêk bên.”