Parêzvaniya mafê jiyanê ya ji 2023’yan hatiye dewrkirin

  • 09:03 22 Kanûn 2023
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Li Kurdistan û Tirkiyeyê sûcên şer û qirkirina ekololojiyê giran bûn û di 2023’yan de têkoşîna hevpar ferz bû.
 
Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer bi destê leşker û cerndermeyan li bajarên Rojava jî bi destê sermaye qirkirina ekolojiyê hat jiyîn û sala 2023’yan ji bo sala din têkoşîna hevpar a ekolojiyê ferz kir. di 2023’yan de  çêkirina santrolanê nuklerê ku bû sedema qirkirina ekolojiyê ya mezin di 2023’yan de têkoşîna qanûan eko-qrkirinê hat destpêkirin.
 
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Melîs Tantan diyar kir ku wê ev têkoşîn di sala nû de jî bidome û got divê jiyan bixwe bibe mijara esas a siyasetê û divê hemû parastiyên siyasî hemû civak xwedî li vê derketin û biparêzin. Melîsê da zanîn ku dema pêş de wê  êrîş zêde bibin.
 
Piştevanî qels e
 
Melîsê diyar kir ku li cîhan û Tirkiyeyê qirkirina ekolojîk zêde bûye û di 2023’yan de li Tirkiyeyê projeyên maden û enerjiye, polîtîkayên ewlehiyê her çûye zêde bûye: “Li Kurdistanê polîtîkayên hewlehiyê li gorî salên borî zêdetir bû. Li wir mirov rastî mudaxaleyan hatin. Ji xwe navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de piştevanî qels e. Ji ber vê ev nakevin rojevê.”
 
‘Têkoşîn dewrê sala pêş hat kirin’ 
 
Melîsê da zanîn ku di şîrketên maden û enerjiye de kapasite zêde bûn û wiha dirêjî daye: “Wezîrê enerjiyê gotibû ‘wê lokomotîfa me enerjî be’. Demekê înşat niha enerjiye. Îsal jî bi polîtîkayên avhewayê re santrolên nuklerê,  razemeniyên enerjiya kes û erdhên çandiniyê hatunekirin. Dem apêş de ev wê zêde bibin. Me îsal dengê wan dan bihistin. Di berxwedana Akbelenê de bi hezaran kes hatin gel. Ev pêşketinek erênî bû. Tevgera ekolojîk tevgerên din jî xist dewrê. Me dît ku şîrketa Lîmak çawa mezin bû. Niha wê gund tune bibin. Li Akkuyyu înşata nuklerê didome. Li Şirnexê kanên kevir yên karsazê AKP’î  gundiyan tehdîd dike. Bi zêdebûna projeyên enerjiye koçberiya ferzkirî tê rojevê. Mirov neçar dimînin her tiştê xwe bihêlin koç bikin. Hem li Kurdistan hem li Tirkiyeyê ev polîsa didomin. Ji ber vê divê berxwedan bidome.”
 
‘Têkoşîna hiqûqê wê bidome’
 
Melîsê diyar kir ku bi kampanya bi navê ‘welatî qanûna kirkirina ekolojiyê dikin’ ya Çileya 2023’yan de destpê kiriye 128 hezar îmzeyên şil pêşkêşî meclîsê kirine û got bi vê pêşnûme qanûnê dixwazin mînak demokrasiyê bixînin. Melîsê ev tişt anî ziman: “Bi komên meclîsê re hevdîtin hatin kirin. Hat xwestin ku sûcên li dijî xwezayê jî wek sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên şer,bibin rojevî û li dijî vê hişmendî bê afirandin. Bêguman em têkoşîna xwe ya maf û edeletê ya ku qanûn didin me, didomînin. Lê tevî hiqûq pêk tê jî em qesl dimînin.”
 
‘Şer sûcê qirkirina ekolojiyê yê herî mezine’
 
Melîsê daxuyakirin ku ji bo şîrketê Akbelen tê tunekirin û bi hinceta polîtîkayên ewlehiyê li Cudî dar ji kokê tên rakirin,li herêmên wek Behra Marmarayê ku cureyê zindiyan lê tê tunekirin kirkirina ekoloji tê meşandin û wiha vegot: “Şer qirkirina ekolojiyê ya herî mezin diafirîne. Li Kurdistanê şer sûcê kirina ekolojiyê ye.”
 
‘Têkoşîn wê bê bilindkirin’
 
Melîsê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Ji Dîkmeceyê het Şentepe têkoşîneke gel ya didome heye. Bi salane li dijî zeytunan, hewl didin naveroka qanûnane zeytunan ya zeytûnan diparêze ya lobî vala bikin û biguherin. Niha ev qanûn heye lê bi biryarnameyên din dixwazin zeytunan biqedînin.  Têkoşîna sala 2023’an wê dewrê sala nû bê kirin. Em ê têkoşîna xwedî derketina li gundan û bajaran bidomînin. Divê parêzvaniya jiyanê bibe kirdeya siyasetê.”
 
Di 2023’yan de sûcên qirkirina ekolojiyê û berxwedana li dijî van sûcan:
 
Çile
 
Li Akbelen û Amanosê talan, li Çewlîkê li dijî HES’an kampanya 
 
Li daristanên Akbelen a nêzî Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Muglayê, li Yenîkoy Kemerkoy, Santrala enerjiye  xebatên lêgerîna madenê kirin û derket holê ku herêm qada sît a arkekolojîke.
 
Midûriyeta Daristanê ya Hatayê, li nêzî Arsuz a Çiyayên Amanosê dar birîn. 
 
Kovara Jiyanê ya Ekolojîk li dijî HES’a ya kut ê xestin li Hewzaya Sarim a navbera navçeya Licê ya Amedê û Dara Hênê ya Çewlîkê bê çêkirin, li ser twîterê kampanya da destpêkirin.
 
Sibat
 
Kavila erdheja navenda wê Mereş bû jiyana zindiyan tehdîd kir.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariya Îpekyolu ku qeyûm tayîn bibûn bi projeyên ‘riya peravê’ û ‘riya derdorê’ Perava Gola Wanê texrîb kirin. Li navçeya Uskudar a Stenbolê hat xwestin li Koruya Valîdebag projeya ‘Baxçeyê Netewî’ pêk bînin. Li dijî vê têkoşîna hiqûqî hat destpêkirin.
 
Erdheja di 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş bû pêk hat bandor li 11 bajaran kir û bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Di dema rakirina kavilan de ji ber tedbîr nehat girtin jiyana zindiyan tehdîd kir.
 
Adar
 
Kavilên piştî erdhêjê li qadên zeytunan hatin valakirin. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo avakirina ji nûve biryarnameya hejmar 126 weşand û ji bo wezareta bajarvanî û derdorê rayeyên awarte dan û her cureyê kontrolê ji îtîrazê men kir.
 
Li Gola Wanê bi bandora qirêjî û hişkesaliyê bîhn û vekişîn derket holê. Li gundên Kawle, Pagenk û Êlê ya Geverê darên guz û sêvan ji aliyê leşkeran ve hat birîn.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyê bi navê Turkmen li Efrînê 80 darên zeytunan birîne.
 
Nîsan
 
Ji bo tanka sotemeniyê ya Santrala Nuklera Akkuyu ya bi Rûsyayê re merasim hat kirin.
 
Li gundên Deştîn û Bayir yên Muglayê tiren çîmento ji bo çêkirina fabrika çîmentoyê dibir ji aliyê gundiyan ve hat sekinandin. Çalakiyan hefteyekê berdewam kir lê îsa jî kazan birin fabrîkayê. 
 
Kavilên li Hatay û Samandarê li baxçeyên zeytun û porteqalan hatin valakirin. Parêzvanên jiyanê ev protesto kirin.
 
Ji ber birina tanka sotemeniyê ya ji bo santrala nukelerê ya Akkuyu, bi tevlibûna onlîne ya serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û serokomar Tayyîp Erdogan merasim pêkhat. 
 
Li Herêma Gabar û Bizêna ya Şirneê cerdevanan hefteyekê dar birîn.
 
Li Den Hag a Hollandayê tevgera derdorê Extînctîon Rebellîon li dijî subvansiyonên ji bo sotemeniyên fosil hatine veqetandin, protesto pêk anîn.
 
Gulan
 
Li gundê Deştîn gundiyan li dijî înşta fabrika çîmentoyê berxwedan domandin.
 
Li herêma Bîzêna ya Çiyayê Gabar a Şirnexê ji aliyê cerdevanan ve dar hatin birîn.
 
Hezîran
 
Cerdevanan bi hezaran dar birîn.
 
Ji bo şîrketên madene yên Zozanên Eşeler ya ji Gola Salda xwedî dibû ya Burdurê zêdekirina kapasîteya  madene hat dayîn û ji bo vê biryara hewce bi ÇED’ê tune hat dayîn.
 
Li Mugla û Îzmîrê şewata daristanan pêk hat.
 
Li Zozanên Şênê ya navbera Amed û Muşêli qada daristanê leşkeran dar birîn.
 
Tîrmeh
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê talana ekolojîk berdewam kir
 
Li gundê Bilîga aya Sîloşiyê di bin kontrola leşkeran de hat hatin birîn. Gundiyên bertek nîşandan hatin tehdîdkirin. Li Wanê Gola Sixkê ziwa bû. Ji bo projeya HES ya li Zîlanê dixwet bê çêkirina cara duyemî rapora erênî ya ÇED’ê hat dayîn.
 
Li Ordu, Samsun, Gîresun û Tokatê ji ber baranê lehî rabû, mal û kargerî di bin avê de man. Li Mugla, Aydin, Manîsa, Îzmîrê bi sedan hektar daristan şewitîn.
 
Li Daristana Akbelen ya li Mîlas a Muglayê, ji bo derxistina komurê ekîbên cerdemeyan ketin gundê Yenîkoy-Kemerkoy.
 
Tebax
 
Erdên ereziyê dewrê TOKÎ’yê hatin kirin, li Kurdistanê bi hezaran dar hatin birîn.
 
Li taxên Dîkmece, Gulderen, Orhanli, Toygarli, Arazî, Karaalî ya Hatayê erdên çandiniyê û yadê Elewiyên Erb hatin cemawerîkirin. Gundiyan dest bi berxwedanê kirin.
 
Li Germiyan, Derewan û Ehsenabad-Merîwan ya girêdayê Rojhilat şewat derket û rayedarên dewleta Îranê mudaxale nekir.
 
Li Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Amed, Sêrtê şewat derketin û piranî ji aliyê cenderme û leşkeran ve hat derxistin. Her wiha nehiştin welatî mudaxale bikin. Li Sêrt û Şirnexê bi hektaran dar hatin birîn.
 
Li Akbelenê dar hatin birîn û li dijî vê parêzvanên maf berxwedan lê cendermeyan mudaxale kir. Li Çanakaleyê şewta derket û li 9 gundî hezar û 251 kes bi armanca tedbîrê hatin tahliyekirin.
 
Îlon
 
Li Stenbol, Antalya,Kutahya, Îzmîr, Mugla û Denîzliyê bi hezaran hektar qad şewitî. Li Şirnexê bi hevkariya cerdevan û leşkeran  dar hatin birîn.
Li Bodrumê  kana kevir ya faliyet dimeşand, ji bo biryara  hewce bi ÇED’ê tuneye bê sekinandin doz hat vekirin ûdoz hat dîti lê 15 roj şûnde hat teblîgkirin.
 
Li Akbelenê cendermeyan mudaxaleyê qada berxwedanê kir.
 
Cotmeh
 
Di qirkirina ekolojîk de fêdeya cemawerî hat îdiakirin. 
 
Di dozên ji bo betalkirina ruhsata kargeriya madene û vekirina madene ya linyîtê ya Daristanên Akbelenê biryara, fêdeya van kargeriyan ji cemawerî re heye hat dayîn.
 
Li navçeya Yenîşehîr a Bursayê doza ji bo Tesîsa Dewlemendkirina Çînko-kurşun- sifir hatibû vekirin biryar hat dayîn ku rapora CED’ê ne cih de ye.
 
Mijdar
 
Erdên li gundê Dîkmece ya Hatayê ji aliyê TOKÎ ve hatin cemawerîkirin. Doza der barê vê de hat vekirin, dadgeriyê biryara rawestandinê da.
Li taxa Eskîhîsan a navçeya Yatagan a Muglayê gel destur neda civina ÇED’ê.
 
Kanûn
 
Jinên eko-femînîst yên Akdenîzî wê manîfestoyê biweşînin.