Bila saziyên ku zerarê didin tendirustiya me bên girtin

  • 15:36 18 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
ERZÎNGAN - Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu çû navçeya Licikê ku karesata madenê lê çêbûbû û xwest di serî de madena Anagoldê, tevahiya kanên madenan ên zirarê didin tenduristiya gel bên girtin.” 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dêrsimê Ayten Kordu û  endamên Platforma Hawirdorê ya Meletiyê, li navçeya Licikê ya Erzînganê ku di 13’ê sibatê de li madena zêr hezaz çêbûbû daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî karesata madenê û sûcê ekokirimê dengê xwe derdixînin, bila madena zêr a Licikê bê girtin” û dovîzên “Siyanûr dikuje” û “Firat ji zêr biqîmettir e” hatin hilgirtin. 
 
Aytenê, ji ewil bertek nîşanî astengkirina wan a ketina navçeyê da û ev tişt anî ziman: “Li vir ekokirimek heye. Li vir sûc hatiye klrin û ev sûc ê îktîdara siyasî ye. Li kîjan devera welêt dibe bila bibe divê madenên siyanûrê demildest bên girtin. Madenên siyanûrê hem zirarê didin tenduristiya gel hem jî rê li ber karesatan vedikin. Em îro li Anagolê jî karesatekê dijîn.” 
 
Aytenê, diyar kir ku karesata heyî dê heta Kendava Basrayê rê li ber karesatê veke û wiha bi dawî kir: “Rêxistinên pîşeyî dibêjin bê ka ev maden dê rê li ber texrîbatên çiqas demdirêj veke. Em dixwazin maden were girtin. Ji ber ku tevdîr nehatin girtin lewma rê li ber karesata xwezayî vekir. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Di serî de madenên siyanûrê, divê tevahiya madenên zirarê didin tenduristiya me bên girtin.” 
 
Kordu û şandeya pê re piştî axaftinê bi şêniyên navçeyê re hevdîtin kirin.