Xizmên Windayan: Divê aqûbeta windayan bê ronîkirin

  • 15:30 4 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih, Colemêr û Îzmîrê, ÎHD û Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn û banga pêkanîna edaletê hat kirin. 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Îzmîr û Colemêrgê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiyên xwe berdewam kirin.
 
Amed  
 
Xizmên windayan û rêvberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu di hefteya 795’an de daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan dîsa wêneyên windakiriyan û pankarta “Parastina kujeran şirîkatiya sûc e”, "Dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re derbas nabe” vekirin. Endam, rêveber û parlamenterên DEM Partî û nûnerên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, anî ziman ku heta niha dewleta Tirkiye bi tu sûcê ku kiriye re rû bi rû nemaye û wiha got: “Dewletê li Dêrsîmê sûc kir. Lê hêj sûcê xwe qebûl nekeriye. Divê arşîva sûcên ku li ser vê erdnîgariyê hatine kirin bên vekirin. Dîroka dewletê dîroka sûc e.” 
 
Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ku di 7’ê Gulana 1994’an de li gundê Mizagê yê Liceya Amedê hatibû windakirin pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdeniz çîroka Ayşîn xwend. Akdenîz, anî ziman ku ji 7’ê Gulana 1994'an heta niha agahiyê ji Ayşin nagirin. 
 
Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûnişa 5 deqîqeyan bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê di hefteya 631’an de li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir jî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî amade bûn. Beşdarên çalakiyê wêneyên windayan rakirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ku di gulana 1994’an de hatibû windakirin pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Rezan Baytar, diyar kir ku dema Tekîn diçû Liceyê hatiye binçavkirin u windakirin. Piştî daxuyaniyê li vir jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.
 
Colemêrg 
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan bi hevre bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan li Kolana Hunerê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvberên DEM Partî û DBP’ê û Nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Di hefteya 121’an de cîroka Mîkdat Ozeken ê 17 salî ku di 27’ê Cotmeha 1995’an de di bin çavan de hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Eren Basin, daxuyanî xwend û anî ziman ku zarokên di bin ewlehiya dewletê de li ser vê a xê hatin windakirin û wiha got: “Windakirina zarokan di lêpirsînên dosger, biryarên dadgehê û DMME’yê jî derbas dibe. Divê aqûbeta zarokan bê ronîkirin.” 
 
Daxuyanî pişti çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Îzmîr 
 
Şaxa ÎHD’ê ya  Îzmirê jî bi heman armancê li Parka Sumerbank a Konakê daxuyanî da. Xizmên windayan di çalakiyê de pankartên “Winda wîcdan e, li wîcdan xwedî derkevin” û "Winda diyar in, faîl li ku ne” vekirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Selîm Orhan û Hasan Orhan ên di 24’ê Gulana 1994'an de li navçeya  Pasûra Amedê hatibûn windakirin pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê Zilan Gumuş çîroka Selîm û Hasan Orhan xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.