'Karesata li Erzinganê dê bandorê li erdnîgariyeke mezin bike'

  • 13:06 20 Sibat 2024
  • Ekolojî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava têkildarî hezaza li kana zêran a li Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir her çend di encama sersariya rayedaran de hezaz çêbûbe û 9 kesan di encamê de jiyana xwe ji dest dabe jî, bandora wê ji ber siyanura hatiye bikaranîn dê li ser erdnîgariyeke mezin hebe.
 
Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava der barê hezaza li kana zêran a li navçeya Lîçik a Erzinganê de daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewletên dagirker li ser erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên pişaftin û qirkirinê didomînin û bi polîtîkayên qirkirina ekolojîk jî ketine pêvajoyeke nû û hate gotin: “Rejîma AKP'ê li gel bikaranîna çekên termobarîk ên kimyewî, di bin navê lêgerîna madenan de dixwaze vê polîtîkaya xwe berdewam bike. Mînaka vê ya dawîn li bajarê Erzinganê me dît. Vê rewşê di erndnîgariya Kurdistanê de rê ji keraseteke nû re vekiriye. Di vê karesatê de tenê 9 mirovan jiyana xwe ji dest nedaye, bi giştî erdnîgariyek rûbirûyî tunebûnê bûye.”
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em ji bîr nekin; pergala ekolojîk a hatiye jehrîkirin a Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de jehrîkirina erdnîgariya tevahî cîhanê ye. Çawa ku çekên kimyewî ji devereke cîhanê birina devereke din û bikaranîna wê sûc be, bikaranîna madeyên hevsengiya xwezayê û pergala ekolojîk xira dikin û zindiyan tune dikin jî sûc e. Ên ku van kiryaran erê dikin û yê dikin meriyetê jî sucê mirovahiyê dikin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Hemû kesên li ekolojiyê dihizirin, li dijî şêwazên kiryarên di encama polîtîkayên qirkirinê de tên sepandin û nûjenkirin, bisekinin. Di serî de ji bo em xwedî li jiyana zindiyên di bin navê lêgerînên madenan de tune dikin biparêzin û xwedî li jiyana xwe derkevin, em banga hevgirtinê dikin.
 
Hemû rêbazên tunekirin û qirkirina xwezayê ya di bin navê lêgerîna madenan de tên kirin, li dijî derkevin û em jiyana xwe biparêzin!”