'Em ê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin'

  • 09:07 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Neslihan Kardaş
 
WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Erdîşê Mecbure Açik xebatên hilbijartinên herêmî yên meşandine wek ‘şerê hebûn û tunebûnê’ bi nav kir û got  rol û mîsyona jinan di vê pêvajoyê de girîng bû. Mecbureyê her wiha destnîşan kir ku wê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin. 
 
Li Wanê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de DEM Partiyê 14 şaredarî bi tevahî girtin û ev şaredarî xebatên xwe bi gel re dimeşînin. Yek ji van şaredairya ya Erdîşa Wanê ye. Piştî rêveberiya qeyûman 8 salan şûnde, gel şaredariya xwe bi biryarek mezin şûnde girt. Hevşaredarên Erdîşê di 6’ê Nîsanê de mazbatayên xwe girtin.
 
Hevşaredara DEM Partî ya Erdîşê Mecbure Açik pêvajoya hilbijartinê ji ajansa me re nirxand.
 
‘Em li dijî dewletê têdikoşin’
 
Mecbureyê got li Erdîşê wek jin barekî giran girtine ser xwe û sê meha xebatên hilbijartinê meşandine û soz dane gel. Mecbureyê wiha got: “Hemû kesên di DEM Partiyê de cih digirin ‘îşlikê ji agir’ li xwe kirine. Em bi dewletê re şer dikin. Em li dijî aliyê feodal yên civakê jî şer dikin. Em ê peywira xwe bînin cih. Gelê Erdîşê heye û li ser piyan e.”
 
‘Ev şerê hebûn û tunebûnê ye’
 
Mecbureyê bi lêv kir ku ew bi her alî û bi taybet jî ji alî jinê ve xwe pêş dixînin û wiha dirêjî dayê: “Me bi pêşengiya têkoşîna jinê pêvajoya hilbijartinê bi serkeftinê bi encam kir.  Em wek jinên DEM Partiyê diçûn malan, em di nav civakê de bûn û me digot ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Me digot em ê ya bigirin ya winda bikin. Em bi vê hişmendiyê diçûn. Em li ser jin û ciwanan sekinîn. Me ev bi wan dan qebûlkirin. Armanca doz ame ev e.  Ji vir şûnde jî wê wisa be.”
 
‘Divê şaredarî bibe dermanê derdê gel’
 
Mecbureyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 5 salan şûnde divê civak bikaribe bêje em temam in. Divê hevşaredar, endamên mecelîsê wisa bixbitin ku gel hewce nebîne ku biçe hilbijartinek din. Divê xwe wisa bidin qebûlkirin. Divê em ji derdê gel re bibin derman. Em ê bi gelê xwe re xwe pêş ve bibin. Me şaredariya xwe girt û çi ji destê me bê em ê bikin. Divê şaredarî bibe dermanê derdê gel. Di 2016 û 2019’an de qeyûm tayînê şaredariyan bû. Texrîbatek cidî li ser civakê kirin.  Gel nikaribû biçin giliyên xwe bînin ziman. Dema qeyûman de şaredarî wek ‘girtîgeh’ bûn.”
 
‘Divê gelê me êdî hişyar be’
 
Mecbureyê destnîşan kir ku di dema qeyûman de li navçeyê tu xizmet nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Em îro di têkoşîna hebûn û tunebûnê de ne. Divê gelê me êdî hişyar be. Qeyûman bi polîtîkayên qirêj tenê ji alîgirên xwe re xebat meşandin. Divê hemû jin bi esasa ‘jina şer dike wê xweşik bibe, jina xweşik dbie tê hezkirin’ tevbigere. Di şaredariyan de rola jinan pir mezine.  Em ê ji vir şûnde jî şaredariya xwe bi gel re bimeşînin. Em ê kêmasiyan çareser bikin. Em ê ji gel re bibin bersiv.”