Bi ser rêxistina DEM Partî ya Êlihê de hat girtin

  • 21:00 24 Nîsan 2024
  • Rojane
ÊLIH - Polîsan bi sre avahiya DEM Partî ya Êlihê de girt û dest danî ser ajandayên jinan. Her wiha wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din yên hatine qetilkirin avêtin erdê.
 
Polîsan saet di 15.00’an de bi ser avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê de girt û lêgerîna di avahiyê de bidawî bû.
 
Îxbara der barê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê wek hinceta serdegirtinê hat nîşandan. Polîsan ku îxbar kirin hincet, bêyî biryara lêgerînê nîşan bidin ketin avahiya partiyê û nêzî 3 saetan berdewam kir. Polîsan avahî serobino kirin û dest danîn ser hinek alavan. Her wiha wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din yên hatine qetilkirin avêtin erdê.
 
Girseya qelebalix ya li ber avahiyê kom bû bertek nîşanê serdegirtinê dan û dirûşmeyên ‘zext nikarin me biçewisînin’ berz kirin.