Di doza qezaya trenê de piştî 6 salan biryar hate dayîn

  • 12:12 25 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
TEKÎRDAG - Di doza têkildarî qezaya trenê ya li navçeya Çorluyê de ku 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, biryarên têkildarî bersûcan hatin eşkerekirin. 
 
Di sala 2018’an de li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê de qezaya trenê çêbû û 7 jê zarok bi giştî 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 328 kes jî birîndar bûbûn. Di doza qezayê de biryar hate eşkerekirin. Di dozê de 13 bersûc hene û bi sûcê “Ji ber qisûriya xwe bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” dihatin darizandin. Danişîna biryarê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çorluyê hat lidarxistin. 
 
Malbat û xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayîn û parêzerên wan, gelek rêxistinên hiqûqê û aktîvîstên mafên mirovan tev li danişînê bûn. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî danişîn şopand. 
 
Di danişînê de gotinên dawî ji bersûcan hatin pirsîn. Bersûcan daxwaza beraetê kirin. Piştre jî ji bo eşkerekirina hukmê hatiye dayîn 20 deqe navber hate dayîn. 
 
Dadgehê li Midûrê Herêma Yekemîn a Rêhesinên Dewletê ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) Nîhat Aslan 15 sal, li Midûrê Lênihêrînê yê Herêma Yekemîn a TCDD’ê Mumîn Karasu 17 sal û 6 meh, li Cîgirê Midûrê Lênihêrînê yê Herêma Yekemîn a TCDD’ê Nîzamettîn Aras 8 sal û 4 meh, li endezyarên TCDD’ê Tevfîk Baran Onder 10 sal, li Denîz Parlak û Kubîlay Başkaya jî 9 sal û 2 meh cezayê hefsê birî. 
 
Di heman demê de li Şefê Lênihêrîn û Tamîrata Rêyê Ozkan Polat jî 12 sal û 9 meh cezayê hefsê birî.