CPT: Em rewşê ji nêz ve dişopînin

  • 13:16 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Rêveber ê CPT’yê Hûgh Chetwynd li ser pirsekê got ku bala wan li ser tecrîda li Îmraliyê ye û ew rewşê ji nêz ve dişopînin. 
 
Rewşa agahînegirtina mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 38 meh li pey xwe hişt. Tevî gelek bangawaziyan jî heta niha Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya têkildarî serdanên xwe yên li Girtîgeha Girava Îmraliyê eşkere nake. 
 
CPT’yê rapora xwe ya salane li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê eşkere kir. Li gorî nûçeyan Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); di civîna çapemeniyê de nûçegihanê Stêrk TV’yê têkildarî Îmraliyê pirsek kir. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê CPT Hûgh Chetwynd bersiveke şênber neda û ji vê rewşê rayedarên tirk berpirsyar dît. 
 
Hûgh, wiha got: “Her gava ku em serdana Tirkiyeyê dikin, li ser van pirsgirêkan em bi rayedarên tirk re dikevin nava diyalogê. Ev yek diyalogeke taybet (veşartî) ye. Mijareke ku komîte bi baldarî li ser disekine. Me dixwest rapora xwe ya têkildarî serdana xwe ya sala 2022'an de eşkere bikin. Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên tirk in. Mijareke ku em ji nêz ve dişopînin e. Hefteya derbasbûyî komîteya me bi parêzerên birêz Ocalan re hevdîtin kir. Mijareke ku bala me li ser e. Dema ku me guncaw dît, serdana me ya têkildarî vê pirsgirêkê wê pêk were.”
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku CPT'yê rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya sala 2022'an eşkere nekiriye. Her wiha di sibata 2024'an de çû Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekiribû. Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî sê sal in agahî nayên girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên heftane tên kirin jî bêbersiv tên hiştin.