‘Çapemeniya Kurd bi binçavkirin û zilmê re rûbirû ye’

  • 09:05 26 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Der barê êrîşên li hember rojnameger û çapemeniya Kurd ji qada navneteweyî bertek zêde bûn. Di nirxandinên hatin kirin de wiha hat gotin: “Rojnameger ji aliyê hêz û yekîneyên ewlehiya Tirk ve bi awayekî rutîn bi binçavkirin, zilm, tacîza qanûnî û girtinê re tên rû hev.”
 
Li Belçîkayê di 23'yê Nîsanê de di saetên şevê de bi ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê de girtin. Di saetên sibehê de jî li Stenbol, Enqere û Rihayê 9 rojnameger hatin binçavkirin. Operasyonên hevdem ên li hember çapemeniya azad di heman demê de rastî serdana serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan yên li Iraq û Başurê Kurdistanê hatin. Piştî êrîşan gelek daxuyaniyên şermezarkirinê jî hatin dayîn. 
 
Rojnameger Bethany Reîlley  ku li ser navê kovara mafên mirovan New Internastîonalîst nirxandin kir diyar kir ku zextên li hember rojnamegerên Kurd wan dike fikaran. Bethany wiha anî ziman: “Polîsên Belçîkayê di 23’yê Nîsanê de saetên sibehê de bi ser televîzyonên Kurd de girt. Em ji vê bi fikarin. Li Tirkiyeyê rojnamegerên Kurd di bin zextan de ne. Ji ber nûçeyên der barê mafê gelê Kurd de çêdikin tên girtin. Rojnamegerên Kurd yên li Ewropayê jî bi heman zextan re tên rû hev. Şeva 23’ê Nîsanê li Stenbol û Enqereyê rojnamegerên Kurd hedef hatin girtin. Em bang dikin ku demildest rojnameger bên berdan.  New Internatîonalîst zextên li Belçîka û Tirkiyeyê şermezar dike.”
 
‘Ev êrîş nayên qebûlkirin’
 
Edîtora The Coalition For Women In Journalism (CFWIJ) ku li seranserê cîhanê binpêkirinên azadiya çapemeniyê dike belge, Inge Snîp jî li ser navê saziya xwe axivî û da zanîn ku hema piştî Roja Rojnamegerên Kurd ev tundî hatiye kirin û anî ziman ku ew vê tundiyê şermezar dikin. Inge wiha dirêjî da axaftina xwe: “Women Prees Freedom, zextên li ser çapemeniya Kurd, rojnamegerê kurd şermezar dike. Di saetên sibehê de nav de çar rojnamegerên jin jî hene 9 rojnameger hatin binçavkirin. Ev helwest û êrîşa rayedarên Tirk nayê qebûlkirin.”
 
Zilm, tacîz û binçavkirinên rutîn
 
Ingeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hember van rojnamegeran zilm, tacîzek qan3unî û binçavkirinên rutîn hene. Ev mînaka duyemîn a di sala 2024’an de pêk hatiye. Belgeyên me derdixin holê ku rojnamegerên Kurd piranî bi sûcdariya ku girêdayê rêxistinên PKK’ê ne tên sûcdakirin. Zextên li ser çapemeniyê me dikin fikaran. Divê demildest daweî li vê kampanaya zextê ya li ser çapemeniya Kurd bê dayîn.”