Li Îzmîrê ji bo girtiyan çalakiya piştevaniyê

  • 15:42 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê, ji bo piştevaniya girtiyan çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de banga pêkanîna edaletê hat kirin û  
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Egeyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê ((EGE- TUHAYDER) li ber Girtîgeha Kiriklar a Bucayê li dijî binpêkirina mafên girtina û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kom bûn û çalakî li dar xistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Burcugül Çubuk, rêveberên DEM Partî yên Îzmîr û navçeyan, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, endamên Dayikên Aştiyê û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet" û “Bila zindan hilwejin û girtî azad bibin" hatin berzkirin. 
 
Di çalakiyê de ji rêveberiya EGE-TUHAYDER'ê Leyla Kaygisiz axivî û bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, diyar kir ku niha li hemû girtîgehan tecrîd heye. Leyla, wiha axivî: "Tecrîd li dijî hiqûqê ye. Veysî Aktaj 30 sal in di girtîgehê de ye û bi keyfî nayê berdan. Bi biryara lîjneya şopandinê cezayê wî salek hat taloqkirin."
 
Leyla, da zanîn ji li dijî tecrîdê girtî di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin û di 4'ê Nîsanê de çalakiya xwe veguherandin û got: "Girtî biryara derneketina hevdîtin, danişîn û telefonê girtin. Bi xizmên girtiyan re em dixwazin li derve bibin dengê girtiyan. Em ê heta pêkanîna adaletê çalakiya xwe bidomînin. Em bang li rayagiştî dikin ku piştevaniya çalakiya me bikin."
 
Hanîfe Gumuş, jî di çalakiyê de axivî û banga pêkanîna edaletê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê heta kengê ev zilm berdewam bike gelo? Dê heta kengê ev şer bidome gelo? Êdî bila ev şer rawes e. Li her derê girtîgeh hatin avakirin. Her der bû girtîgeh.'
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.