Girtî çalakiya xwe ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didomînin

  • 09:07 26 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya girtiyan a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin didome.
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî  çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. 
 
Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”