Bi pirtûka 'Sonda Delalê' behsa pêşengiya jinan kir

  • 09:03 30 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Nivîskar Gulistan Kanîrêş, di axaftina xwe de bal kişand ser pirtûka xwe ya dawiyê "Sonda Delalê" û got: "Ne tenê mexdûriyeta jinan berxwedana jinan di pirtûkê de hat vegotin. Ji ber ku jinan li her qadê û di têkoşîna 40 salan de her bedelên giran dan û pêşengtiya vê têkoşînê kirin."
 
Romana nû ya bi navê "Sonda Delalê" ya Gulistan Kanîrêş derket. Gulîstan di pirtûka xwe de jiyana jinên kurd bi kesayeta Delal vegot. Pirtûk ji 180 rûpelan pêk tê û Gulistan dixwaze nivîsên wê îlhamê bide jinên kurd.
 
Ji ber sedemên malbatî di temenekî biçûk de neçar ma ku li Ewropayê bi cih bibe, eleqeya Gulîstanê ya bi kurdî, dema ku bapîrê wê wek denbêjî dikir dest pê kir. Gulîstan a ku ji ber vê meraqê demekê di rojnameya Welat de xebitî, piştre bi fikra ku jin di têkoşîna 40 salî ya pirsgirêka kurd de di gelek qadan de pêşengtî kiriye û gelek tişt guhertiye, biryar da ku binivîsîne.
 
Gulistan derbarê pirtûka xwe de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî. 
 
Gulistan diyar kir ku di pirtûkê de ne mexdûriyeta jinan berxwedana jinan hatiye ziman û got: "Pirtûka 'Sonda Delalê’ çîrokên jinên Kurdistanê ye. Çend ez di temenê biçûk de çûm Ewropayê jî her tim çîrokên jinên kurd û kurdistanî di bîra min de bûn. Min hertim dixwest çîroka Delalê binîvsînim. Çîroka Delalê ne tenê mexdûriyet e. Ligel mexdûriyetê berxwedan û serketin jî heye. Di çîroka Delalê de hem êş û hem jî serî rakirinek heye." 
 
Gulistan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser felsefeya "Jin jiyan azadî": "Jin li her qadê û di têkoşîna 40 salan de her bedelên giran dan û pêşengtiya vê têkoşînê kirin. Bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’bûn pêşenga azadiyê. Jinên ku azadiyê digerin vê dirûşmê ji xwe re kirin pêşeng. Min ji tevgera jinan û keda jinan cesaret girt."
 
Gulistan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin kedek mezin didin. Çawa ku li her qadê pêşengtiyê dikin divê di qada çand, huner, ziman û wêjeyê de jî pêşengtiyê bikin. Jinên ku ji gelek qadan re pêşengtî dike ev qad serkeftî ye."