'Li dijî kedxwariyê dê têkoşîna jinan bidome'

  • 09:09 2 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê kombûn diyar kirin ku herî zêde jin ji newekheviyê bi bandor dibin û gotin: "Jin dê her tim li qadan li ber xwe bidin û ji bo azadiyê têbikoşin." 
 
Pîrozbahiya li Îzmîrê ji aliyê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve hate birêxistinkirin û li Qada Gundogdûyê duh pêk hat. Jinên ku tevlî pîrozbahiyê bûn bi dirûşm û pankartên xwe daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Jinên ku li qadê amadebûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
'Em ê dengê xwe bidin bihistandin'
 
Nîmet Bolcal, diyar kir ku li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û keda wan tê binpêkirin û got: "Dema dibêjin 1'ê Gulanê Cejna Karkeran tê bîra mirovan. Ji bo girtina mafan ew roj hat pêşwazîkirin. Jin û karker di roja 1'ê Gulanê de daxwazên xwe tînin ziman. Em jin jî vê rojê li qadan cihê xwe digirin. Em behsa rewşa xwe ya aboriyê dikni, em behsa mirina karkeran dikin. Ji ber vê jî ji bo me jinan dirûşma 'Jin jiyan azadî' girîng e. Jin di hêla aboriyê de pirsgirêkan dijî û her roj jinek tê qetilkirin. Ji bo çareseriyê jî em jin dadikevin qadan. Em dixwazin dengê xwe bidin bihistandin."
 
Newekheviya di nava civakê
 
Sebahat Kuş jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser newekheviya di nava civakê: "Di civakê de herî zêde jin bi newekheviyê re rûbirû dimîne. Jin bixwebite û nexwebite jî ji debara malê berpirs tê dîtin. Jin ji ber nerêxistinbûnê li qadan zêde nayê dîtin. Li vî welatî mafê jin û zarokan tê binpêkirin û mixabin ev yek ji ber helwesta me pêk tê. Ligel her tiştî 'Bijî 1'ê Gulanê'."
 
'Jin bi zextan re rûbirû dimînin'
 
Hayalnûr Taşdag, destnîşan kir ku pergala heyî pergala kedxwariyê ye û wiha bi lêv kir: "Ferz dikin ku jin di bin bandora aboriya mêr de be. Jin li gorî mêran heqdesteke kêm digire û çend heman karî jî bike. Em tu carî jinan di wezîfeyên herî jor de nabînin. Jin bêtir bi zextan re rûbirû dîmin. Ji xwe taciz, şîdet û destdirêjî zêdeye li hemberî jinan. Lê belê têkoşîna me dê ji bo jin, zarok û karkeran bidome."
 
'Divê hikûmet biguhere' 
 
Sevgî Gok, di axaftina xwe de wiha behsa rewşa jinên teqewîtbûyî kir: "Îktîdar 16 mîlyon welatiyên ku teqawîtbûyî mehkûmê mirinê kir. Waliyên ku ji hêla hikûmetê ve hatî tayînkirin helwl da ku mîtînga 1'ê Gulanê asteng bike. Lê belê divê bê zanîn ku 3-4 salên dawiyê xizaniya herî kûr em dijîn. Ez 62 salî me heta niha min tu carî mûçeya asgarî negirt. Li gorî min divê ev hikûmet biguhere."