Li Minbicê di bombebaranê de zarokek birîndar bû

  • 21:05 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gundên Ewn Dadat ê bakurê Minbicê hat  topbarankirin û di encamê de zarokekî 11 salî birîndar bû.
 
Hêzên girêdayê Tirkiyeyê gundên Tinib û Meranaz yên girêdayê Efrînê bombebaran dike. Li gorî nûçeya di ANHA’yê de cih digire xaniyên welatiyan di encama bombebaranê de zirar dîtiye.
 
Her wiha di encama topebarankirina  gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê de zarokê 11 alÎ yê bi navê Hesen El Bekar birîndar bû.
 
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li seranserî eniyê şer ve gundên li eniyên şer topbaran dikin.