‘Şer dibe sedema kûrbûna qeyrana aboriyê'

  • 09:13 7 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Alîkara Hevserokên Giştî ya DEM Partî Sevtap Akdag, diyar kir ku îktîdar bûhaya gule û nan tîne li cem hev, behsa serkeftina xwe dike û li hemberî kurdan konsepteke şer dide meşandin û ev yek jî dibe sedema têkçûna aboriyê.
 
Ji ber polîtîkayên îktîdarê welatî êdî nikarin hewcedariya xwe ya bingehîn pêk bînin. Roj bi roj xizanî kurtir dibe. Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sevtap Akdag, ji ajansa me re axivî. 
 
Sevtap, diyar kir ku beşeke mezin a civakê xizan e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Xelatî nikarin xwe bighînin tenduristî, xurek, starbûn û cil û bergan. Qeyrana aborî bandorê li tevahiya jiyanê kiriye. Ev yek dê bibe sedemên pirsgirên mezin. Ji ber tunebûna kar welatî ji neçariyê koçber dibin. Bedela herî mezin a qeyrana aboriyê kedkar û xizan didin."
 
Sevtap, wiha bal kişand ser reqemên ku derketine holê: "Li gorî reqemên enflasyonê ya TUÎK’ê enflasyon duqet zêde bûye. Welatiyên êdî li bazarê nikarin danûstandinê bikin û nikarin kartol û pîvaz bistînin. Nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn pêk bînin. Rewşa aboriyê wisa ye lê îktîdar hêjî jî îdia dike ku dê rewşa aboriyê rast bike. Zêdenekirina mûçeyên karker, teqewitan bêtir rewş xirab dibe. Gelek welatî hêj jî dibin mûçeya kêm de dixebitin."
 
Sevtap, destnîşan kir ku êdî li hemberî enflasyonê welatî nikarin tiştekî bikirin û wiha bi lêv kir: "Di nava civakê de herî zêde jin û zarok ji qeyrana aborî bi bandor dibin. Her wiha her ku diçe kedxwarî zêde bide. Divê sermaye ji bo xizan û kedkaran be. Lê AKP ji bo şer pere xerc dike. Sedema bingehîn a qeyrana aborî şer e û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Demek dirêje naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin û di vê helwestê de jî israr dikin. Hikûmet bi çêkên ku ji dewletan re difroje re pesnê xwe dike. Bi hilberîna çek, bûhaya gule û nan tîne li cem hev, behsa serkeftina xwe dike. Li hemberî kurdên ku li Iraq û Sûriyeyê dijîn konsepteke şer dide meşandin. Ev yek dibe sedema têkçûna aboriyê."
 
Sevtap, da zanîn ku li hemberî polîtîkayên şer polîtîkayên aştiyê diparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em niha ji bo pratîzekirina daxwaza welatiyan têkoşîna xwe bidomînin."