Rojnameger ji aliyê hevpîşeyên xwe ve hatin pêşwazîkirin

  • 19:15 7 Gulan 2024
  • Rojane
AMED - Rojnameger Derya Us û Nurcan Yalçin jî nav de 7 kes ku duh li Amedê hatibûn binçavkirin. Rojnameger ji aliyê dadgeriyê ve hatin berdan û ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hatin pêşwazîkirin 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, di serdegirtinên duh ên li Amedê de rojnameger Derya Us û Nurcan Yalçin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li emniyetê duh bi dawî bûn, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgerî jî bi biryara kontrola edli sewqê dadgeriyê hatin kirin.
 
Dadgerî jî bi şerta kontrola edli biryara berdana 7 kesan da.rojnamegerên hatin berdan ji aliyê hevpîşeyên xwe ve hatin pêşwazîkirin.