Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê: Divê CPT bi erka xwe rabe

  • 10:59 8 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Şehîdan ê kantona Firatê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku divê CPT êdî bi erka xwe rabe.
 
Bi hinceta “cezayê disîplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtinê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn. Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin.
 
Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê hate dayin û ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Deriya Mihemed ve hate xwendin.
 
Daxuyanî bi vî rengî ye: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îşkencekirin, astengkirina hevdîtina bi parêzerên xwe re ku bi hincetên cuda cuda naxwazin hevdîtin bê kirin, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û Rêber Ocalan îradeya gelê Kurd û vîna gel temsîl dike. Divê gelên azad li cîhanê ji bo rizgariya wî ya ji zindanên faşîzma Tirk êdî rabin ser piyan."
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di salên derbasbûyî de Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên girîng û cidî avêtine û ketiye qonaxên pêşketî û girîng. Lê dewleta Tirk rê li ber hiqûq û edaletê girtiye û tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin û şer li dijî Kurdan meşandin. Rêber Ocalan ne tenê kesayetek siyasî yê Kurd e, efsaneya herî girîng a Rojhilata Navîn e û serbestberdana Rêber Apo ji bo kêmkirina alozî û şerê li herêmê ye. Ji ber vê yekê rêxistina CPT erka xwe bi cih nayîne û gelê Kurd dixapîne û guh nade parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku biçin serdana wî û tevî ku gelê Kurd hêviyên xwe bi vê rêxistinê ve girê da, di peywira xwe de têk çû."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li hemû rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û civaka navdewletî dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin da ku dawî li tecrîda ne mirovî û neqanûnî ya li ser Rêber Ocalan bê anîn û ji bo berdana wî bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin."