Ji ber Girtîgeha Şakranê bang kirin: Ji Seda û Sîbelê re azadî

  • 16:47 8 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Jinan ji bo piştgiriya bi Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi êrişa girtiyên edlî hatin li ber deriyê girtîgehê bang kirin. 
 
Sedanûr Ûgûr û Sibel Orkmez di dema protestoyên Wanê de hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê. Binpêkirinên maf û tundiya di girtîgehê de li Sedanûr û Sîbel hatiye kirin li ber Girtîgeha Jinan a Şakranê hate şermezarkirin. Di daxuyaniya ku pankarta “Li Şakranê îşkence heye. Ji Sîbel û Sedanûr re azadî” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Li ber xwe bidin, Seda Sîbel hevrêyên we li vir in” hatin berzkirin. 
 
Ji bijî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Perîhan Koca û Bûrcûgul Çûbûk gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
  
Endama Partiya Azadiya Civakî (TOP) Melek Bakşî ya di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em weke hevalên dibistanê yên Sedayê, weke xwişk, malbat û hevrêyên Sîbelê li vir in. Em weke kesên vîna gel, komara demokratîk û sosyalîzmê diparêzin li vir in. Me li kolanan, kampûsan, meclisan qêr kir. Îro jî li ber Girtîgeha Şakranê ya veguheriya maşîneya sûc daxwaza xwe ya azadiyê qêr dikin.”
 
Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca ya pişt re axivî, anî ziman ku girtîgeh ji ber tecrîdê veguherîne îşkencexaneyan. Perîhan, bi lêv kir ku hevalên wan ên hatin girtin tenê ji ber xwedî li vîna gelê Wanê derketin hatin girtin û wiha got: “Mafê xwe yê qanûnî yê herî bingehîn bikaranîn û li dijî xespê bi gelê Wanê re ketin nava piştevaniyê. 37 roj in bi rêbazên cuda yên îşkenceyê bi fermana siyasî li vir tên ragirtin. Li vê girtîgehê ewlehiya can a hevalên me nîne. Me hewl da gelek caran bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin, hevdîtinên me yên bi Wezareta Dadê re didomin. Lê dema mijar dibe edalet deriyên van deran dibin dîwar. Bi sorkirina rêveberiya girtîgehê û bi destê gardiyanan hevalên me neçarin bi mirinê re rûbirû bimînin û wiha bijîn. Di nava 37 rojan de bi tecawizê û kuştinê gef li wan hate xwarin, ji aliyê 30 girtiyên edlî ve rastî êrişê hatin.”
 
Perîhan, da zanîn ku tundî, gef û kuştin li girtîgehan tê asayîkirin û ev tişt gotin: “Liv ir sûcdarek heye. Sûcdar wezaret û rêveberiya girtîgehê bi xwe ne. Bi fermana wan îşkence bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Lê hevalên me bi hêza ji mafdarbûna xwe digirin re gelek baş in. Silavên wan ji gelê Wanê re hene.”
 
Perîhan, pişt re peyamên ku Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmezê ji girtîgehê şandibûn xwendin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûkê jî wiha got: “Hevrêyên Seda û Sîbelê ne tenê mirovên ku li vir in. Hemû kesên li Tirkiyeyê û Kurdistanê li ber xwe dan hevrêyên wan in. Ji ber piştevaniya gelê kurd kirin hatin girtin. Ji ber wê yekê me silav û hezkirinên milyonan ji wan re anîn. Bi ragirtina di nava girtiyên edlî de îşkenceyê li wan dikin û dixwazin vîna wan bişikînin. Lê dê nikaribin vê pêk bînin.”