Li Wanê bernameya 15’ê Gulanê diyar bû

  • 09:06 9 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Rêvebera ARSÎSA yê Evîndar Akbûlût, anî ziman ku hem li komeleyê û hem jî li kolanan xebatên zimanê xwe didomînin û diyar kir ku ciwan dixwazin bi zimanê kurdî xwedî li dîrok û çanda xwe derkevin û got: “Her roj û saeta me divê bibe kurdî." 
 
Kurdî ku yek ji zimanên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, bi salan e bi bişaftin û qedexeyan hewl tê dayîn ku bê jibîrkirin. Heta îro gelek konserên hunermendên kurd hatin betalkirin, lîstikên kurdî hatin qedexekirin, navên taxên bajaran hatin guhertin û tabeleyên kurdî hatin rakirin jî Gelê Kurd berxwedana xwe berdewam kir. 
 
15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî îsal li dijî qedexeyan û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê wê bi berxwedanê bê pêşwazîkirin. Rêvebera Navenda Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hûnerê ya Wanê (ARSÎSA) Evîndar Akbûlût, bi minasebeta rojê axivî û got divê her roj û her saet bibe  kurdî.
 
Perwerdehiyên ziman didomin
Evîndar, anî ziman ku ji bo dewlemendiya zimanê kurdî polên xwe vedikin û xwendekaran di van polan de kom dikin û bi lêv kir ku gel bi her awayî xwedî zimanê xwe derdikeve. Evîndar, da zanîn ku gelên Wanê tevlî xebatên ziman dibin û di polan de cihên xwe digirin û got: “Bi vê awayî em dixwazin ku zimanê me hîn bêtir dewlemend bibe. Ji ber vê yekê jî em kar û xebatên xwe yên ziman dimeşînin û şagirtên xwe kom dikin. Bi perwerdehiya zarokan em xebatê xwe berdewam dikin.”
 
‘Em li kolanan xwe digihînin zarokan’
 
Evîndar, da zanîn ku ji bo pêşketina zimanê kurdî wek rêveber û mamosteyên ARSÎSA yê lêkolînên xwe dikin û wiha pê de çû: “Bi van lêkolînan em hewl didin ku xwe çawa bigihînin xwendekarên xwe yên dinê. Her wiha em lêkolînê dikin ku xebatek bi çi rengî bimeşînin ku xwe bigihînin gel û li vê derê perwerdehiyek xûrtir bimeşînin. Ji ber vê yekê jî em ewilî hevalên xwe yên derdorê perwerde dikin. Ji bilî vê yekê em li taxan xwe digihînin zarokan, ji bo perwerde bikin. Ji ber ku zarok ji bo me gelek girîng in. Hin zarok hene qet kurdî nizanin. Lewma jî em kolan û sûkan digerin û xwe digihînin malbatên xwe yên bi nirx. Bi vê awayî em xebat û perwerdehiyên xwe didomînin.”
 
Salekê de perwerdehiya 250 xwendekaran xilas kirin
 
Evîndar, diyar kir ku li komeleyê kursên wan di asta destpêkê de dest pê dike heta asta mamostetiyê didome. Evîndar, da zanîn ku di her astê de polên wan hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi awayekî girseyî hemû polên me didomin û şagirtên me tevlî dibin. Di her polê de herî kêm 15 kes hene û e hejmar heta 25 kesan jî zêde dibe. Polên me bi vê rengî berdewam dikin. Di nav salekê de me 7 pol qedand. Di nava vê salê de me 3 polên asta yekem û asta duyem jî me du pol qedand. Asta mamostetiyê hîn berdewam dike û ev pol 8 meh berdewam dike. Asta sêyem jî me polekê qedand. Giştî 250 xwendekar di nav salekê de perwerdehiyên wan xilas bûn. Her wiha li derve jî li saziyên dinê mamosteyan ji me dixwazin û mamosteyên me li saziyan jî perwerdehiyê didin, kar û barên xwe didomînin. Bi vê yekê re 80 xwendekarên me jî li derve me perwerde kir.”
 
'Dixwazin xwedî li dîrok û çanda xwe derkevin’
 
Evîndar, bi lêv kir ku temenê zarokan xwendekar ji 13 saliyê dest pê dike û heta 17 saliyê didome û got xwendekarên jin jî temenê wan ji 18 salî dest pê dike heta 50 saliyê diçe û wiha domand: “Tevlîbûna dayikan xurtire. Hevalên me belê zimanê xwe dizanin lê dixwazin hîn baştir fêr bibin, milê xwendin, axaftin û nivîsandinê de xwe pêş bixin. Temenê hevalên mêr jî wek temenê hevalên jin e. Bi taybetî jî hevalên me yên ciwan dixwazin di hêla ziman de xwe perwerde bikin û pêş bixînin. Bi vê yekê re xwe çand û dîroka xwe re xwe girê bidin. Dixwazin bi kurdî fêrê dîrok, çand û hûnera xwe bibin. Xwedî jî lê derdikevin û serkeftîne. Hin hevalên me jî hene ku qet kurdî nizanin û ji asta destpêkê de dest pê dikin. Ji xwe ziman koka hemû tiştî ye. Dema ku mirov zimanê xwe winda bike, mirov nasnameya xwe jî winda dike. Kesên ku li metropolan mezin bûne hatine vê derê dixwazin fêrê kurdî bibin û rengê kurdewariyê di xwe de diyar bikin. Bi vê yekê re li her kolanê kurdewariya xwe diyar bikin. Ji ber vê yekê hevalên me dixwazin xwe hîn pêştir bixin. Li metropolan, qadan û kolanan dixwazin bi zimanê xwe rengê xwe nîşan bidin hevalên me yên ciwan.
 
Plansaziya 15’ê Gulanê
 
Evîndar, bal kişand li ser 15’ê Gulanê û got bi minasebeta vê rojê plansaziyên wan jî hene û wiha behs kir: “Plasaziyên me wê ji 13’yê gulanê dest pê bike û heta 19’ê gulanê dê berdewam bike. Em dixwazin wê hefteyê bikin roja zimanê kurdî. Ne bi tenê di 15’ê Gulanê de, her dem her der em dixwazin kurdî be. Bi pêşengiya jinê dê meşa me ya ziman hebe. Her wiha plansaziya me de pêşbirk heye. Şagirtên me yên ku polên wan xilas bûne re em ê belgeyên wan bidin. Di bernameyê de şahî heye.”
 
'Bila kurdî bibe mijara sereke' 
 
Evîndar, di dawiya axaftina xwe de got ji ber pergalê zimanê kurdî di nav jiyanê de li her derê tê qedexekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi zimanê kurdî mezin dibin, lê belê li dibistanên Tirkiyeyê bi zimanê tirkî perwerdehiyê digirin. Wek Gelê Kurd ji bo xwedî derketina li zimanê kurdî dibe ku em xwedî li sazî û dezgehên xwe jî derbikevin. Bi vê awayî li her derê kar û xebatên saziyên zimanê kurdî bikin. Tu li ku dibî bibe divê perwerdehiya zimanê kurdî bikî û xwedî lê derbikevî. Li dijî bişaftinê û polîtîkayên ser ziman û bajarên em tên meşandin, em diçin kîjan kolanê bi zimanê tirkî tê axaftin. Dixwazin kurdewariyê tune bikin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin sazî û dezgehên me hîn xebatên xwe xûrtir bikin. Li her derê bi zimanê kurdî biaxivin û zimanê kurdî pêşbixînin. Divê zimanê kurdî her tim bibe mijara wan a sereke. Bi vê minasebetê ez 15’ê Gulanê li hemû Gelê Kurd pîroz dikim. Ne bi tenê 15’ê Gulanê, em dibêjin her roj û saeta me bibe zimanê kurdî. Ne bi tenê pîroz kirin, divê em bi her awayî di axaftina xwe de diyar bikin ku em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Gelê me bi zimanê xwe heye. Banga min ew e ku zimanê kurdî bila bibe mijara sereke. Li her derê û her qadê bi ziman têkoşîna xwe bidomînin.”
 
 Bernameya ARSÎSA yê ya ji bo 15’ê Gulanê bi vê rengê ye:
 
"* 10'ê Gulanê: Li avahiya saziyê civîna aşkerakirina plansaziyê 
 
Saet: 13.00
 
*12'yê Gulanê: Li Goristana Feqiyê Teyran, bernameya taybet a zimanê kurdî
 
Saet: 13.00 
 
* 13’yê Gulanê: Li Kolana Hunerê daxuyaniya û meşa Jinan a ji bo zimanê kurdî 
 
Saet: 13.00
 
* 13’yê Gulanê: Li Navenda Çandê ya Nûdayê ya li Hacibekîrê şeva dengbêjan 
 
Saet: 19.00
 
* 14’ê Gulanê: Li DEM Partiyê serdana dayik û Dayikên Aştiyê
 
Saet: 12.00
 
* 14’ê Gulanê: Li ŞanoWanê belgedayîna şagirtan, stran û helbest
 
Saet: 19.00
 
* 15’ê Gulanê: Li Kolana Hunerê daxuyanî û meş
 
Saet: 13.00
 
*15'ê Gulanê: Li BASK-DER'ê Şahiya ciwanan 
 
Saet: 16.30
 
* 16’ê Gulanê: Li Navenda Çandê ya Nûdayê ya li Hacibekîrê pêşbirk û şahî
 
Saet: 19.00
 
* 19’ê Gulanê: Li ARSÎSA yê îmzekirina pirtûka nivîskar Sîdar Jîr
 
Saet: 18.00"