Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 98’an de ye

  • 19:42 9 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE- Nobeta Edaletê ya Emîne Senyaşar di roja 98’an de berdewam kir. Emîne  Şenyaşar li pêşiya wezaretê carek din daxwaza edeletê kir.
 
Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 98’emîn de berdewam kir. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re Nobeta Edaletê berdewam kir. Parezerên Hiqûqa Civakî serdana malbata Şenyaşar kirin.
 
Piştre Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclîsê bû.