Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest

  • 14:50 25 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di doza 10 rojnamegerên ji ber xebatên pîşeyî tên darizandin de dozgerî ceza xwest. 
 
Di 29’ê cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de û nuçegihanên ajansa me JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim, stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatibûn binçavkirin û di 16’ê gulana 2023’yan de jî hatibûn berdan. Danişîna doza rojnamegeran ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. 
 
Rojnameger Selman Guzelyuz û Denîz Nazlim ku negirtî tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî danişîn şopandin. 
  
Dozgerî di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de îfaeyên şahidê nepen “K8” û şahid Kerem Gokalp esas hatin girtin û hat xwestin ku rojnameger bên cezakirin. Her wiha di mutalaayê de hat îdiakirin ku hevpeyvînên rojnamegeran bi nûnerên HDP û DEM Partiyê re kirin li ser “talîmatê” hatine kirin. Dozger, diyar kir ku MA û JINNEWS bi rêyan legal hatine avakirin û îdia kir ku “moral û motîvasyona endamên rêxistinê xweş dike.” Balkêş e ku îdiaya şahid Ozgur Baran ku ji bo rojnameger Oznur Deger digot “Xebatkara MA’yê ye” jî di îdianameyê de cih girt. 
 
Parêzer û rojnamegeran jî li dijî mutalaayê dem xwestin. Parêzer Resûl Tamûr wiha got: “Divê mutalaaya dozger fesîh be û bê fêmkirin. Divê di navbera delîl û bersûcan de eleqe hebe. Nexwe Dadgeha Bilind vê rewşê weke binpêkirina mafê parastinê qebûl dike. Tu eleqeya îdiayan û rojnamegeran bi hev nîne. Em dixwazin ku biryara kontrola edlî ya li ser rojnamegeran bê betalkirin û ji dozgeriyê were xwestin ku têkiliya di navbera îdia û miwekîlan de eşkere bike.” 
 
Şandeya dadgehê jî biryar da ku sepana avêtina îmzeyan a rojnamegeran were rakirin lê qedexeya derketina derveyî welat domand. 
 
Danişîna dozê taloqî 3’yê tîrmehê hate kirin.