Ên ku bîhna sêvan neçûbû wan bi serê rêyan ketibûn

  • 09:07 16 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Bîranîna min a jahrîbûna ji ber bîhna sêvan û strana “Çayê Bervena” her ku bikeve bîra min ew roj û ew dîmenê xemgîn tê ber çavê min û wê ji bîra min neçe jî."
 
Munevver Karademîr
 
Sêv mêweyeke ku ji bo tendirustiyê gelek girîng e û divê bê xwarinê ye. Lê ew mêweya bi tendirust û bîhnxweş  di deste dijmin de bibû jahr û bi ser kurdan de bariya bû. Wê bîhna ku gewriya wan tijî kiribû di serî de zarok bi hezaran kes pê hatibûn qetilkirin. Jahrîkirina kurdan bi destên neyarê wan vê carê li Helepçeyê xwe dabû der.
 
Care yekê min ev komkujî li gel strana “Çayê Berbena” bi komeke ku ketibû serê rêyan  û bere xwe da bû sînoran di bernameyeke hatibû weşandin  bihîst.  Komeke ku piraniya wan zarok, jin, kal û pîr bûn.  Çavên wan bi hêstir, rûyê wan xemgîn bû. Lê renge kincên li ser wan bi xwezaya ku bi meha Adarê re xwe nû kiribû di nava ahengê de bû.  Di serî de tênegihîştim ku kî ne lê wê stranê min gelek xemgîn dikir û şekl û şemala wan kesan jî pê re. Ji ber ku ew ne biyanî bûn. 
 
Kesên li der û dorê bi xemgînî bahs dikrin digotin zarokan xwe li bîhna sêvan girtiye  û pê jaxirî bûne. Bahsa Saddamê hov dikirin. Herkesî ew nas dikir zarokan jî nas dikir. Ji ber ku bi hovîtiya xwe ya li hemberî kurdan navdar bû. Ez hêdî hêdî tê digihîştim. Kurd bûn yên ku ji komkujiyê bi tesadûfî xilas bibûn bûn.  Zarokên li ser milên dayik û bavê xwe yên ku bîhna sêvan neçûbû wan bûn.
 
Di 16’ê Adara 1988 ‘an de balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî barandibûn ser navçeya  Helepçeyê ya bi ser Bajarê Silêmanî ve û di demeke pir kurt de bi hezaran kes bi gazên jahrî miribûn û bi hezaran jî birîndar bibûn. 
 
Li gorî hejmarên fermî ji 5 hezaran zêdetir kes hat qetilkirin û ji 14 hezaran zêdetir jî birîndar hebûn. Lê cîhan, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Piştî ku wêneyên çapemeniyê kêşandin û hatin belavkirin agahdar bû.  Bav û zaroka yekmehî  ku di çapemeniyê de hat weşandin  hovîtiya hatibû kirin li ber çavan radixist. Herwiha çapemeniya cîhanê jî piştî ku çûbû li wê lêkolîn kiribû aşkera kiribû ku hejmara kuştî û birîndaran ji ya destpêkê hatiye gotin gelek zede ye. 
 
Li Helepçeyê tene mirov nehatibûn kuştin hemû zindî  di qirkirinê re hatibûn derbaskirin. Dar û kulîlkan jî zora pelên xwe weşandibû, giya jî hişk bibû. Gelek kes seqet mabûn. Bandora jahrê jî bi salan berdewam kir. Li gorî tê gotin,  jinên ducanî dibûn zarokên wan ji ber wan diçûn û di serî de penceşêr gelek nexweşî li wê herêmê qat bi qat zede bûn. Gelek kes piştî komkujiyê hîna winda ne û agahî ji wan nayê gitin. Lê ev komkujiya li hemberî kurdan ne ya destpêkê bû û ne jî ya dawîn bû. 
 
Kujerên komkujiyê yên ku piştî bi salan hatin cezakirin wekî hemû kujerên zarokên kurdan ne ji ber komkujiya li ser kurdan ji ber sûcekî din hatin cezakirin û cîhan wekî her carê li hemberî vê komkujiyê jî bêdeng mabû.  
 
Bîranîna min a jahrîbûna ji ber bîhna sêvan û strana “Çayê Bervena” her ku bikeve bîra min ew roj û ew dîmenê xemgîn tê ber çavê min û wê ji bîra min neçe jî.