Newroza 2022'yan Newroza azadî û serkeftinê ye

  • 09:03 17 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Divê gelê kurd bi girseyî beşdar bibin û bi hêviya ku Newroz bibe sedema serxwebûn, wekhevî û azadiyê.Ji ber vê yekê Newroza îsal gelekî girîng û dîrokî ye. Ew ê gel bi girseyî peyama xwe bidin  qadên Newrozê. Ez hêvî dikim û bawer dikim ku dê gelê kurd ji bo azadiya xwe peyameke xurt bide hemû gelan û dewletên Rojhilata Navîn.
 
Nûrcan Delîl
 
Newroz li gelek deveran wek mizgîniya biharê tê pîrozkirin. Ji bo kurdan ne tenê mizgîniya biharê ye. Di heman demê de roja serhildan û berxwedanê ye. Li gelek deveran tê pîrozkirin lê bi taybetî gelê kurd Newrozê weke roja berxwedanê, roja hebûna xwe pîroz dikin. Gelê kurd her tim di nava şerdên zor û zehmet de derbas dibin. Heta roja îro bi berxwedana xwe di asteke bilind de dimeşînin. Her çiqas astengî hebin jî  daxwazên xwe yên azadiyê her tim anîn ziman.
 
Newroza 2022'yan Newroza azadî û serkeftinê ye. Gelê kurd bi yek ruhî dê dakevin qadan û qadên Newrozê bixemilînin. Ev Newroz dê ji bo gelê kurd bibe Newroza azadiyê. Ji her salê zêdetir ew ê dakevin qada Newrozê. Di heman demê de sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinên azad, dê bibe sedsala gelê kurd. Jin û kurd dê bi yekdengî dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin. Ji bo gelê kurd têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîne, rojeke dîrokî ye. Tişta ku di rojeke wiha girîng û dîrokî de tê kirin ew e ku kurd daxwazên xwe bînin ziman û bi dengekî xurt bang bikin. Daxwazên me ew e ku zimanê zikmakî yê gelê kurd wek zimanê perwerdehiyê bi fermî bê naskirin, wek ku di deklerasyonê de jî hatiye weşandin, yanî ji dibistana seretayî heta zanîngehê wek zimanê perwerdehiyê bê bikaranîn. Ji ber vê yekê divê kesên beşdarî Newrozê bibin vê daxwazê bi dengekî bilind û bi coşeke mezin bînin ziman.
 
Divê gelê kurd bi girseyî beşdar bibin û bi hêviya ku Newroz bibe sedema serxwebûn, wekhevî û azadiyê.Ji ber vê yekê Newroza îsal gelekî girîng û dîrokî ye. Ew ê gel bi girseyî peyama xwe bidin  qadên Newrozê. Ez hêvî dikim û bawer dikim ku dê gelê kurd ji bo azadiya xwe peyameke xurt bide hemû gelan û dewletên Rojhilata Navîn. Newroz mizgîna biharê ye û sembola aştiyê ye! Bi taybetî ji bo gelê kurd Newroz cejna azadiyê ye! Gelê me bi van hestan dê biherike qadên Newrozê. Kurd dê peyam û daxwazên xwe yên ji bo azadiyê dubare bêjin. Dem dema şikandina zilm û zordestiyê qedeya li ser zimanê kurdî ye. Em  dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdahiyê. Newroza hemû gelan û bi taybetî ya kurdan pîroz be.