Newroz Kulîlka Azadiyê ye

  • 09:01 18 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Îro zarokên ciwanên wê rojê ala xwe ji destê dê û bavên xwe hildan, ber bi rizgariyê ve dimeşin. Piştî salan em fêr bûn ev agir azadiya gelên bindest e, rizgariya ji destê Dehaqê zalim e. Berxwedana ciwanên leheng e. Hêviyên pitikên rojê ne. Cejneke bi wate ye. Rojek girîng e, li hember zordest û dagirkeran.
 
Amîne Pîrozxan
 
Va ye dîsa Newroz hat. Tevî kulîlkên biharê bi rengên kesk û sor û zer hat. Her ku meha adarê tê vir de Newroz dikeve bîra mirov. Piştî her sê cemre dikevin xwezayê êdî rû dikenin, dil geş dibin. Jiyan dikemile, gerdûn dixemile bi kulîlkên biharê. Hêviyên nû çê dibin. Dilê mirovan geş dibe. Heyîn ji qul û bexşan derdikevin, silavê  didin xwezayê.
 
Di dema zarokatiya me de şeva bîstê adarê xortên taxê diçûn serê Çiyayê Elbatê, agir vêdixistin. Me zarokan nezanibû vî agirî çima vêdixin lê dengê navê Kawayê leheng û zalim Dehaq dihat guhê me. Hinek paşwerû bêhna wan teng dibû. Lê îro zarokên ciwanên wê rojê ala xwe ji destê dê û bavên xwe hildan ber bi rizgariyê ve dimeşin. Piştî salan em fêr bûn ev agir azadiya gelên bindest e, rizgariya ji destê Dehaqê zalim e. Berxwedana xwîna ciwanên leheng e. Hêviyên pitikên rojê ne. Cejneke bi wate ye. Rojek girîng e li hember zordest û dagirkeran. Îro jî li Rojhilata Navîn gelên bindest bi taybetî jî jinên kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi rengên xwezayê xemilandî li qadan diqîrin. Hem ji bo mafên xwe, hem jî ji bo mafên zarokên xwe ala xwe bilind dikin. Bi zimanê xwe yê zikmakî bertekên xwe tînin ziman. Û dibêjin bila zarokên me bi zimanê dayikên xwe perwerde bibin. Dibêjin em ji tu miletî ne kêm in. Mafên xwe yên mirovahiyê bi dirûşmeyeke herî asta bilind bi tilîlîyan li dar dixin. Newroz wekhevî ye, xwişk û biratî ye. Newroz  serhildana gel e. Bi sedsalan e di bin zilm û zordariyê de ne. Her Newroz dibe umîdek nû. Di her 21'ê Adarê de gel daxwaznameya xwe dişîne ji Xwedê re... Di vê daxwaznameyê de gazinc jî hene.
 
Rizgariya ji tarîtiyê, dawiya rojên cemedê ye Newroz. Her bihar bi meha adarê tê. Her adar bi Newrozê dest bi xemla jiyanê dike. Di nav gel de van salên dawî, Newroz wek mîladekê ye. Gel karên xwe yên girîng an berî Newrozê yan jî piştî Newrozê dikin, ji bo roja pîrozbahiya Newrozê tu astengî çênebe.Yên li derveyî bajêr bin an li xerîbiyê bin çend roj berê ji bo cejna Newrozê têne memleket. Hem ji bo pîrozbahiyê hem jî dost û hevalên xwe bibînin.
 
Belê Newroz  ne cejneke ji rêzê ye. Newroz agirê dilê dayikan e, bi kulîlkan geş dibe. Û ewê her geş bimîne.
 
Newroz
 
Rêz girtine keç û xortên leheng
Xemilîne jin û mêrên çeleng
Kal û pîrê dest bi gopal
Jinên ducanî, pitikên nûhatî
Dimeşin bi hev re bi yek awazî 
Bang dikin, diqîrin bi serfirazî
Çiya berfê dihewîne 
Deşt bi kulîlkan dixemilîne 
Aliyek me bihar aliyek çile
Lê Newroz lê Newroz 
Ev roj bes e ji salê re 
Çi berf, çi seqem, çi tav 
Gerdûn li te dike silav 
Newroz serhildan e
Newroz bawerî ye
Newroz wekhevî ye
Newroz rizgarî ye
Newroz hebûn e
Newroz serxwebûne 
Her bijî Newroz 
Dîsa hatî ser seran
Dîsa were ser çavan ...