Newroz ji bo azadiyê, têkoşîn e

  • 09:01 19 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
Bi dehan  destanên şer, yên evînê û yên lehengiyê hene ku piraniya wan bi saya wêjeya kurdan a devkî ku di cihanê de kêm mînakên wê hene, heta roja me ya îro hatine. Destana Kawayê Hesinkar jî yek ji wan destana ye ku bi vê çanda wêjeya devkî li her aliyê Kurdistanê belav bûye û bandoreke mezin a neteweyî li ser gelê kurd çêkiriye.
 
Sultan Yaray
 
Her sal di meha adarê de xweza kirasê hêviyê li xwe dike û bi xemla bûkan xwe dixemilîne, bi deng û rengê xwe dil dicoşîne. Bi dawîbûna zivistana dijwar a bi qir û qeşa re, bi hatina meha adarê re, jiyan xwe ji nû ve diafirîne. Kaniyên ku miçiqîne ji nû ve der dibin, kulîlk û beybûn ji nû ve berê xwe didin rojê, çûkên ku ji ber dijwariya zivistana sar hêlînê xwe diterikînin li hêlînên xwe û li cih û warên  xwe vedigerin. Kurd jî her sal bi hatina biharê, di 21'ê adarê de, wekî destpêka jiyana nû cejna Newrozê (Roja Nû) pîroz dikin.
 
Bi mîlyonan kurd, bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi dilekî azad, li dora agirê Newrozê govenda azadiyê digirin. Ji bo ev agir her û her gur û geş ber bi asîmanan ve bifûre kurdan gelekî bedelên giran dane û didin. Bûne Kawayên hemdem û agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye di bedenên xwe de gurtir kirine. Bûne findên rêya azadiyê û bergî ronî kirine. Gelek caran em bûne şahid ku ji ber qedexe û tundiya serdestan qadên Newrozê bûne qadên şer, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane,  lê tu zext û zilm nikaribûye vî agirî bitefîne û vemirîne. 
Li gorî mîtolojiyê, beriya zayinê di 612'an de bi pêşengiya Kawayê Hesinkar, li dijî qralê Asûriyan Dehaqê zalim serîhildan dest pê kiriye. Bi vê serhildanê Dehaqê zalim têk birine. Piştî ku Dehaq têk dibin agirekî mezin pê dixin û wê roja ku rastî 21'ê adarê tê, wekî gel cejnê pîroz dikin.
 
Li gorî destanê qralekî Asurî yê bi navê Dehaq hebûye. Dehaq, bi zalimiya xwe nav û deng daye. Tê gotin ku rojekê pir nexweş ketiye. Li ser herdu milên wî kunêrên mîna du mahrên devjihev derketine. Tu loqman û hekimên wir ji birînên wî re derman nabînin. Rojekê hekîmekî biyanî tînin û birînên wî nişan didin. Hekîm dibêje, dermanê te mejiyê du xortên nûhatî ye. Lazim e tu her rojê mejiyê du xortên ciwan bidî ser birînên xwe da ku birînên te baş bibin. Dehaqê zalim fermanê dide celladên di bin emrê xwe de ku rojê mejiyê du xortên nûhatî jê re bînin. Bi fermana ku dide her roj hêjmara qurbaniyên wî zêde dibin. Her ku diçe tevî celladan gelek kes ji vê rewşê aciz dibin. Di nav xwe de dibêjin "ku wûsa biçe dê zarokên me nemînin" Kawayê Hesinkar, tê ba celladan û ji wan re dibêje "ez ê rojê mejiyê du berxan ji we re bînim û hûn ê jî zarokên ku ew ê bibin qurbaniyên Dehaq bidin min ku ez wan li çiyê veşêrim". Cellad vê yekê qebûl dikin û her roj xortên ku tînin didin Kawayê Hesinkar, ew jî mejiyê du berxan dide wan û xortan dibe li çiyê vedişêre. Roj bi roj hejmara xortên li çiyê zêde dibe. Kawa, rojekê ji xortên ku bi destên xwe li çiyê veşartine re dibêje "em ê îşev bigirin ser Dehaqê zalim, ji bo ku em wî bikujin, divê hûn jî çend kes bi min re bên". Û ji nav wan çend xortên jîr dineqîne û ji yên din re dibêje "li vir bimînin, ger em bi ser keftin ji wî zalimî xelas bibin em ê agirê pîroz pêxin û em ê li dora wî agirî govendê bigirin, ku we  agir dît hûn ê zanibin ku me ew têk biriye û hûn ê jî ji çiyê derkevin û bên cihê pîrozbahiyê" 
 
Derengê şevê agir ber bi asîmanên Kurdistanê ve difûre, gurîniya êgir mîna rojê her derî ronî dike. Dê û bav, keç û xort hemî li dora agirê pîroz kom dibin û govenda azadiyê digirin. Newroz, ji wê rojê û vir de dibe serhildana li dijî Dehaqan, dibe berxwedana lehengan û dibe nîşaneya jiyana azad! Min di zarokatiya xwe de ev destana ku hemî kurdan bi ruhê neteweyî tîne cem hev bi dehan caran ji dapîr û bapîrên xwe guhdarî kiribû. Nivşê me ew nivş bû ku di temenekî biçûk de gelek çîrok, efsane û serpêhatî ji mezinên xwe guhdarî dikirin.
Di dîroka neteweyan de destan xwedî cihekî taybet in. Di dîroka kurdan de jî gelek destan û efsaneyên bi nav û deng ên ku bandor li ser civaka kurd kirine hene. Bi dehan  destanên şer, yên evînê û yên lehengiyê hene ku piraniya wan bi saya wêjeya kurdan a devkî ku di cihanê de kêm mînakên wê hene, heta roja me ya îro hatine. Destana Kawayê Hesinkar jî yek ji wan destana ye ku bi vê çanda wêjeya devkî li her aliyê Kurdistanê belav bûye û bandoreke mezin a neteweyî li ser gelê kurd çêkiriye.
 
Gelê kurd, ew gel e ku bi hezar salan e niştecihê vê axa pîroz e; bi wêjeya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe yê dewlemend, ji tu gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn, ne kêmtir e. Di lêkolinên ku herî dawîn hatine kirin de dunya jî qebûl dike ku şaristanî ji ser axa ku kurd jî niştecihên wê ne, ango ji Mezopotamyayê belav bûye. Dîsa di lêkolinan de derketiye holê ku yekemîn stran, yekemîn helbest li ser vê xaka bi pêş ketiye û zimanê kurdî maka zimanê Hînd Ewropî ye. Meriv dikare behsa gelek tiştên din, alav û amûrên din, kedîkirina ajalan û heta çandiniyê bike ku li ser vê axê bi pêş ketiye. Her çiqasî serdestan li gorî berjewendiyên xwe dîrok berovajî kiribin jî, heqîqet ew e ku di pêşketina mirovahiyê de para kurdan heye û di  gelek tiştan de pêşengî kerine. Lê mixabin bi komplo û dek û dolabên serdestên cihanê axa wan hatiye perçekirin û di nav çar dewletên ku hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava kirine hatiye dabeşkirin. Piştre dagirkerên vê axê ji serî de zimanê kurdan qedexe kirine û çand û zimanê xwe li ser wan ferz kirine. Meriv dikare bibêje ku hemî mafê kurdan ên mirovî û gelî hatine binpêkirin. Bi dehan caran li ser wan komkujî pêk hatine. Di girtîgeh û zindanan de îşkenceyên giran dîtine. Dagirkerên ku Kurdistan dabeş kirine, îro di sedsala bîst û yekê de jî bi hevkarî û bi awayekî sîstematîk, dijminantiya gelê kurd didomînin.
 
Li dijî wan zilm û polîtikayên tunekirinê helbet kurd jî her daîm di nav têkoşîn û berxwedaneke mezin de bûne. Bi destpêka têkoşîna azadiyê ev berxwedan gihîştiye asta ku Kawayên hemdem di zindanan de agirê Newrozê bi sê qirşên niftikê di bedenên xwe de gur bikin. Ew agirê ku Kawayê hemdem di bedena xwe de geş kiriye, niha di dilê bi hezaran keç û xortên kurdan de feraseta jiyaneke wekhev, ekolojîk û azad, ber bi asîmanên azad ve difûrîne.