Kurd bûn Newroz û Newroz bû kurdên azad

  • 09:01 20 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Kurd bûn agir û paşverûtiyên xwe şewitandin. Kurd bûn Newroz û Newroz bû kurdên nû ên azadîxwaz ku êdî pêşengtî ji hemû gelên bindest re jî dikin. Hêviya serxwebûnê di dil û mêjiyan de didin çandin."
 
Sema Delîl Amed    
 
Di nav civaka me kurdan de pir cejn hene. Ji ber hê ji jiyana civaka xwezayî qut nebûye û taybetmendiyên civaka xwezayî dijî, gelek bûyerên xwezayê weke cejn pîroz dikin. Ji dayîka xwedavend û xweda re dia dikin, îbadetê dikin, şikur dikin, spasiya xwe pêşkêş dikin û dîlanê digerînin. 
 
Amadehiyên cejnan bi rojan berê dest pê dikin, heta roja cejnê û çend roj piştî wê. Ji xwarinên rojane cuda, yên xweştir çêdikin û her kesî vedixwînin ser sifreya xwe. Kî were û bixwe xêr e, bereket e, kêm nabe zêdetir dibe. Tehma xwarina bi hev re xweştir e. Hemû bereketa salê li ber mêvanan tê raxistin, pêşkêşkirin. Fêkî û şekirok li zarokan tên belavkirin.  
 
Di van rojên pîroz de nabe ku tu bi cilên rojane, yan jî pê kar dikî derkevî nav civakê. Cil û bergên herî nû,  paqij û rengawreng tên lixwekirin. Xanî û hewş tên paqijkirin. Çi balgiyên nexşkirî hebin ji malvînkê tên derxistin. Mehfûrên nehatî raxistin tên raxistin da ku mêvan têde rihet bikin, dilê wan fireh bibe. 
Hemû jiyan dibe cejn, her kes rûliken e. Bi gotinên herî xweş pîrozî tê kirin û hêviyên her tiştên jiyaneke xweş tên gotin. Cejin fersendek in, xeyda li hev tên. Aştî û aramî serwerî hemû jiyanê ye. Jixwe cejin herî zêde ji bo zarokan xweş in. Ji ber ku hemû mezinên wan jî vedigerin jiyana zaroktî ya paqij û saf. Di rojên ne cejin de nikarin herin bi rihetî li malan bigerin û şêranî û fêkiyan kom bikin. Lê di rojên cejnê de her kes ji bo zarokan taybet dişxule ku dilê wan xweş bike. 
 
Cejna kîjan ol, mezheb an jî baweriyê be, cîran, nas û dostên ji endamên olên din tên serdanê û cejnê li hev pîrozî dikin. Hemû nakokiyên ku bi zîhniyeta dewletperest, bi taybetî ev du sed salên dawî di navbera ol, mezheb û baweriyan de hatine avakirin, rojên cejnan tune dibin. Ew jî digihîjin cewhera xwe ya civaka xwezayî. 
 
Bêguman îro êdî ev cejn bi manewiyateke weke berê nayên pîrozkirin. Ji ber ku pirsgirêkên berhemên aqlê zilam ê serdest, bi forma dewletparêziyê; azadî, aborî û şer, jiyanê ji jiyanbûnê derxistine. Mirov ji hev dûr ketine, bi asîmîlasyonê mirov kirine tek tîp. Hele jî nifşên piştî salên 90’î, bi bandorkirina medya û medya sanal, derbarê pîrozî û manewiyatên xwe de zêde bi meraq nîn in. Ango li beranber nirx û pîroziyên xwe, sarbûn û dûrbûneke cidî heye.   
    
Eger mirov cejnên di bawerî û olên ji hev cuda yên di nava civaka kurdan de bijmêre, bi dehan cejnên bi navên cuda û naverokên ne zêde ji hev cuda tên pîrozîkirin. Lê belê her sal meha adarê, taybetî nêzî cejna Newrozê, coş û heyecaneke cuda dikeve dilê hemû kurdan. Bi taybetî ev 50 salên dawî. Ji wate û germahiya hemû cejnan cudatir hewayek çêdibe. Her kes lê her kes vê cejnê pîrozî dike. Çi ol, çi mezheb, çi bawerî, çi fikir û hebin bêyî ferq û cudahî bixin nav, hemû bi hev re pîroz dikin. 
 
Wateyeke cuda, manewiyateke cuda, nirxeke cuda, heyecaneke cudatir ji cejnên din, di cejna Newrozê de heye. Ji civaka xwezayî ve weke wekhevbûna şev û rojê, mîna sersalê hatiye pîrozkirin. Bi berxwedana Kawayê Hesinkar a li beramber Qral Dehaqê Asûrî, veguheriye serhildana gelên Mediyan. Piştî vê berxwedan û raperînê ji wateya ku di civaka xwezayî de tê dayîn derketiye û êdî bûye xwedî naverokeke siyasî. Ango veguheriye pîrozîkirina serkeftineke siyasî. Û heta îro bênavber tê pîrozkirin. 
 
Qirkirin, dagirkirin, qedexekirin û asîmîlekirina du sed salên dawiyê li ser kurdan, pîrozkirina Newrozê jî bandor kir. Bi piranî bi dizî û bi agir dadana li cihên dûr û bilind dihat pîrozkirin. Agirên dihatin dadan dîsa jî dibûn sembola berxwedanê, serî netewandinê. Heta Newroza sala 1973’yan.  
 
Ew sal li wê derê Newroz li wateya xwe ya hezarê salan a xwezayî, li wateya berxwedana Kawayê Hesinkar hat vegerandin. Newroz gihîşt wateya xwe ya esasîn. Ji ber ku ew roja Newrozê, Serok Apo bi hevalên xwe re civiya û tespîta dîrokî kir. Kurdistan mêtingehek bû û diviya bigihîşta serxwebûn û azadiya xwe. Ew roja Newrozê biryar hat dayîn ku mêtingeha çar perçeyan, bibe yek û azad bibe. Jixwe bi vê biryara yek-kirina Kurdistanê, Newroz careke din dibû cejna hevpar a hemû kurdan. Gava herî girîng û dîrokî ji vê tespîtê dest pê kir ku yekbûnê dikir hedef. Ew parçebûna ku dagirkeran di mêjiyan de jî dabûn avakirin, digihîşt yekbûnê. 
 
Û ji wê demê ve zanebûn û hişmendî, ked û rêhevaltî, kar û xebat, xwendin û nîqaş, şer û berxwedan, têkoşîn û rêxistin, sazîbûyîn û serfirazî dest pê kirin. Nirxên pîroz hatin avakirin. Kurd xwedî li rûmeta xwe derketin. Bi serbilindî, bi serfirazî, xwedî li hebûna xwe derketin. Bûn Mazlûm Doxan û ala berxwedanê rakirin. Kurd bûn agir û paşverûtiyên xwe şewitandin. Kurd bûn Newroz û Newroz bû kurdên nû ên azadîxwaz ku êdî pêşengtî ji hemû gelên bindest re jî dikin. Hêviya serxwebûnê di dil û mêjiyan de didin çandin. 
 
50 sal in her Newroz, agirên ku tên dadan, dibin sembola hesta berxwedanî, azadî û serkeftinê. Bi vê hest û hêviyê Cejna Newrozê li hemû azadîxwazan, bi taybet li Mîmarê Azadiyê Serok Apo Pîroz Be...