Newroz ronahî ye

  • 09:02 22 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Ji ber vê yekê jî, dibe sembola pakbûn û xwenûkirinê. Di dîrokê da, kurd bi taybet Newrozê, tenê ne weke serê salê û hatina biharê pêşwazî dikin. Kawayê Hesinkar li hember Dehaqê zilimkar û xwînxur serî netewand. Zilma ku Dehaq bi salan li gelê kurd kiriye bi serhildan û yekîtiya gelê kurd binpê dike û rizgariyê tîne. Ew roj şeva 21'ê Adarê ye. Ji bo kurdan rojekê nû dest pê kiriye.
 
Leyla Saraç
 
Newroz, di nava cejnên kurdan da ya herî girîng e. Destpêka jiyaneke nû ye. Di zimanê kurdî de, wateya peyva New-Roz Roja Nû ye, ango Nûroj e. Di zaraveya kirmanckî de New di wateya Nû, Roz di wateya Rojê da ye. Yanê peyva Newroz bi zaraveyê kirmanckî ye. Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn jî bi hinek nûansên cuda Newrozê pîroz dikin. Lê bi taybet gelê kurd, weke roja salê ya yekem, destpêka sala nû pêşwazî dike. Hatina biharê, rizgariya ji rojên sar û seqemê û tarîtiyê. Hatina rojên xweş, ronî û vejînê ye. Sembola hevaltî, hevkarî, hevparî, hezkirin û hemî xweşîyan e Newroz.
 
Gelê kurd û gelên herêmê, bi girêdana jiyana xwe ya çandiniyê ajal xwedî kirine. Ev jî rasterast bi xwezayê re têkildar e. Ev têkilî bi hatina biharê re, wateyeke taybet daye gelan. Ji ber vê jî piştî van rojên sar û serma û seqema zivistanê bihar geşî, xweşî û ji nû ve avakirina xwezayê ye. Zabûna xwezayê ye. Şahî û coşîyê îfade dike. Lewra jî hatina biharê ango Newroz rojeke pîroz tê hesibandin.
 
Di dîroka me kurdan da jî, pîrozkirina Newrozê, bi wateya xwe bêtir dewlemend e. Ji ber ku em kurd, ji dîrokê bigire heta roja me ya îro, em her li hember desthilatan di nava tekoşînê de ne. Agir di dîroka gelê kurd de, xwedî wateyek pir girîng e. Li gorî baweriya Zerdeştiyan agir pîroz e. Ev pîrozî jî, li ser jiyana kurdan a rastîn bandorek mezin dike. Heta roja îro jî, di çanda kurdan da, cihê xwe diparêze.
 
agir roj e
şevê ronî dike
tariyê dûr dike
agir hemû qirêjiyan paqij dike, tune dike,
ji avakirinên nû ra cih vedike...
 
Ji ber vê yekê jî, dibe sembola pakbûn û xwenûkirinê. Di dîrokê da, kurd bi taybet Newrozê, tenê ne weke serê salê û hatina biharê pêşwazî dikin. Kawayê Hesinkar li hember Dehaqê zilimkar û xwînxur serî netewand. Zilma ku Dehaq bi salan li gelê kurd kiriye bi serhildan û yekîtiya gelê kurd binpê dike û rizgariyê tîne. Ew roj şeva 21'ê Adarê ye. Ji bo kurdan rojekê nû dest pê kiriye.
 
Di salên 1970'ê de û şûnde bi pêşengiya şoreşgerên serdemî gelê kurd vê rojê weke roja rizgarî, xelasî û azadiyê, li gaz û gir, gelî û deştan, çiya û zinaran bi pêxistina agirê Newrozê pêşwazî kirin.
 
Çawa xweza xwe nû dike, gelê kurd jî, ji bo azadiya xwe her sal 21'ê Adarê vîna xwe, bi raperîn û tekoşînê bilind kiriye. Li hember zordestî û êrîşên ku li ser gel hatine kirin, bi hêzeke bi berxwedan pêş ketiye. Li vir jî, Newroz dibe sembola berxwedan û tekoşînê. Çanda vejîn, berxwedan û azadiya gelê kurd, bi tevgera azadiyê re, gav bi gav, mezintir û geştir bû. Ev yek bandora xwe li gelên din ên ku li vê erdnîgariyê dijîn jî kir.
 
Di sala 1982'yan de, li zindana Amedê zilmeke nedîtî li ser girtîyên azadiyê hebû. Bi serînetewandina tevahiya girtiyên azadiyê û bi çalakiya Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan, bi sê darikên niftikan hemû reştarîyên qirêj pak û paqij kirin. Koletî û bindestî, têk çû. Agirê azadiyê pê ket û di zindanên reştarî de ronahî bi ser ket. Geşbûna berxwedanê pêl bi pêl bilind bû.
 
Di salên 1990'î de jî, agirê bedena Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Rahşanan, pêşîya gelê kurd vekir. Newroz weke roja serhildan û bilindkirina tekoşîna azadiyê, hetanî roja me ya îro tê pîrozkirin. Her sal, gelê kurd, bi rihê serhildan û berxwedanê, bi watetir Newrozê pêşwazî dike.
Bi rihê azad û serhildêr Newroza hemû gelê kurd pîroz dikim. Bawer im agirê Newrozê dê hemû rêyên tarî li hember dîrokê ronî bike....