Wê agirê Newrozê Dehaqên serdemê bişewitîne

  • 09:03 23 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Bêguman pîrozkirina Newrozê li vî welatî bi têkoşînên dirêj bi dest ket. Ev destketî ya Kurdan belav bû û bi girseyî tê pîrozkirin. Niha jî li hember zilmê carek dî kedkar, bindest bi rihê Kawayê Hesinkar cenga xwe didomînin. Wê agirê Newrozê Dehaqên serdemê bişewitîne.
 
Elîf Kivircik
 
Çîroka Newrozê, Kawayê Hesinkar û yên ku rihê wî hildigirin, têkbirina Dehaq temsîl dike. Vêxistina agir ji ber vê yekê nîşaneka watedar e.Bi piştgirîya gelan, raperîna Kawa ye, li hember Dehaqê zordest. Hişyarbûyîn a xwezayê ye. Li gor gelên Rojhilata Navîn vejîn û roja nû ye. Di heman demê de mizgînîya biharê ye.
 
Li gor baweriyên berê agir pîroz dihat dîtin, ji ber vê yekê agirê Newrozê jî di bawerîyan de pîroz e. Newroz ji bo Kurdan vejîn e. Di jiyana kurdan de serdemek xerab hatibû û jiyanek bi berxwedan, nû û azad li dijî serdema xerab, dest pê kiribû. Êdî ji bo Kurdan serdemek nû bû. Gelê kurd her sal 21'ê Adarê bi mebesta bidestxistina azadbûyînê pîroz kirine. Ev kevneşopî heta niha jî bi awayekî coş tê pîrozkirin. Ji aliyê gelek neteweyan ve tê pîrozkirin.
 
Newroz kokên xwe yên dîrokî ji van pîrozbahîyan distîne. Li ser navê nirxên mirovahîyê li hember zilmê, zordarîyê pêşandinek bi hişmet e.Bêguman pîrozkirina Newrozê li vî welatî bi têkoşînên dirêj bi dest ket. Ev destketî ya Kurdan belav bû û bi girseyî tê pîrozkirin. Niha jî li hember zilmê carek dî kedkar, bindest bi rihê Kawayê Hesinkar cenga xwe didomînin. Wê agirê Newrozê Dehaqên serdemê bişewitîne.
 
 
Em gelên Kurd ên bi rûmet jixwe bawer û çalak
 
Em ê radest nebin-li ber xwe bidin
 
Ji bo pêşveçûn a jiyanek hevpar, azad û mirovane
 
Ne bi qîjînên şer- bi azadîya di navbera kedkar, aştî û biratî de xurtbûna hestan gengaz
 
Bi eşqa Mem û Zîn ber bi Newrozê ve diçin.
 
Bi hêvîya serkeftinê
 
Newroza Arî
 
Newroza gelê Kurd pîroz be.
 
Wekî Osman Sebrî dibêje:
 
 Bi xêr hatî tu Newroz sersala me kurdan î
 
Dilê min her li gel te hêja û sergiran î.
 
Ji çavên te xuya ne dibînim rûgirîn î,
 
Teqez tu jî wekî min pir êş û dilbirîn î.
 
Em dê kînga xilas bin ji zîneta neyaran?
 
Newroza xwe vejînin di destpêka baharan
 
Ma têr nakin ev şaşî? divê em jê şiyar bin,
 
Tev bi ramanek xweser bo şûreşê li kar bin
 
Wek Kawayê hesinker bervaneke xwe rakin,
 
Rabin bi şûreşê xurt pergala wan bela kin.
 
Welatê xwe bistînin tê de bijîn serfiraz,
 
Hemi aza bextiyar, dewlemend û belengaz.
 
Hînga hêja ye Newroz bimîn sersala kurdan,
 
Bi kêf û saz û govend vejînin li Kurdistan.