Newroz sembola têkoşîn û azadiya gelê Kurdistanê ye

  • 09:02 24 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
Mirov dikare dîroka Newrozê heta roja îro bi  nêrîneke felsefîk, mîtolojîk, sosyolojîk, dîrokî û polîtîk analîz bike. Ev mîtolojiya dewlemend ji bo gelê kurd di rojên herî teng de bûye hêvî û evînek bê dawî.
 
Gulistan Kanîreş
 
Cejna Newrozê ji aliyê Kurdan ve her sal 20'ê adarê bi 21'ê adarê ve girê dide û roja 21'ê Adarê tê pîrozkirin. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Kawayê  Hesinkar, li dijî serdarê zordest Dehaq serî hildide û vê serhildanê bi dadana agir peyama serhildanê ji gelên derdorê re dişîne. Ji wê rojê ve agir dibe nîşaneya sereke ya Newrozê.
 
Di zareveyê kirdkî de Newe roj. Roja nû ji bo kurdan roja zayînê roja destpêkeke nû, roja Xweda (Homa) destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja azadîyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje Adar bi hemû xweşî û nexweşîyên xwe ve têr û tije ye.
 
Newroz berîya her tiştekê cejna gelên Rojhilata Navîn e. Ji Kawayê Hemdem û heta Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û bi sedan cangoriyan, Newroz kirin bawerî û tegihiştina pêşeroja civakek azad.Wan wek rêber û pêşengan bi agirê canê xwe bihara nû pêşwazî kirin. Lewma gelê kurd Newrozê bi ruhê berxwedaneke bi rûmet a neteweyî pîroz dikin.
 
Mirov dikare dîroka Newrozê heta roja îro bi  nêrîneke felsefîk, mîtolojîk, sosyolojîk, dîrokî û polîtîk analîz bike. Ev mîtolojiya dewlemend ji bo gelê kurd di rojên herî teng de bûye hêvî û evînek bê dawî.
 
Mirovahiyê di dîroka xwe de têkiliya bi xwezayê re girîng û bi taybet bi dest girtiye. Ev têkilî jî bi şeklê merasîman hatiye bidestgirtin û pîrozkirin. Gelê Kurd bi jiyana xwe ya çandinî bi xwezayê re ji nêz ve têkil e. Lewma girîngîyeke taybet dane biharê, di wateyekê de piştî serma û seqema zivistanê, bihar geşî livûtevger û coşê îfade dike. Adar mizgîniya biharê ye hêzeke berxwedanê ye. Newroz jî sembola têkoşîn û azadiya gelê Kurdistanê ye.
 
Ji bo gelê Kurdistanê Newroz tenê ne wek cejnekê tê pêşwazîkirin. Di dîroka xwe de têkiliya bi xwezayê re girîng û bi taybet bidest girtiye. Ev têkilî jî bi şeklê merasîman hatiye bidestgirtin û pîrozkirin. Gelê Kurd bi jiyana xwe ya çandinî bi xwezayê re ji nêz ve têkil e. Lewma girîngîyeke taybet dane biharê, di wateyekê de piştî serma û seqema zivistanê, bihar geşî livûtevger û coşê îfade dike. Adar mizgîniya biharê ye hêzeke berxwedanê ye. Newroz jî sembola têkoşîn û azadiya gelê Kurdistanê ye.
 
Beriya salên nodî di Kurdistanê de, pîrozkirina Newrozê qedexe bû. Hîngê em zarok bûn, yekem car di bin siya qedexebûniyê de  bi kelecaniyek mezin me agirê Newrozê dada. Piştî salên nodî, bi hezaran kurd ji ber zext û zordariya dijmin neçar man ku cî û warê xwe terk bikin û koçber bibin. Lê gelê kurd bi têkoşîn, ked û dilêşiyek mezin, bi salên dirêj Newroz bi cîhanê dan nasîn. Di 94'an de li dîasporayê (Elmanyayê ) di kesayeta xwedawendan, Bêrîvan û Ronahî de wateya Newrozê gihişt qonaxek din.Vîna neteweyî sekna jina azad, bir û bawerî dîyar kir.
 
Navê Newrozê bû azadî.
Navê Newrozê bû jina azad a Kurdistanê.
Newroz pîroz be.
Newroz pîroz bo.