Newroz destpêka hêvî, qonaxeke nû, bedew a li hember Dehaqan e

  • 12:00 25 Adar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Tevî axa xwe, çiya û zozanên xwe, tevî teyr û tilûrên xwe, xweza û bihar jî bi wê dînamîzma xwe ya bêhempa, dikeve nava liv û tevgerê. Newroz jî destpêka hêvî, qonaxeke nû, bedew a li hember Dehaqan e. Ew Dehaqên ku nahêlin pîvokên bihara rengîn şîn werin. Newroz li dijî Dehaqan diyarkirina raperînê ye.
 
Ronahî Farqînî
 
Di meha adarê de germahî, cemre tîna xwe dixe nav dilê hewa, av û axê. Bi tîna çirûskên agirê zarokên Medan jî mizgîniya biharê geş dibe.
Giyanê di bin axê de hişyar dibin. Bihar destpêka roja nû ye, xweza û roja nû Newrozê digihîjîne hev û din. Jin, xweza û roja nû bi hev têkildar in. Her çi qas zîhniyeta baviksalarî, cudahiyekê bixe navbera giyan û têkiliya jinan a bi xwezayê re jî, lê tucarî zîhniyeta serdestan nikarîbûye xweza û giyanê jinê ji hev gut bike.
 
Ji bo ku rastiya dîrokê bi înkarkirineke kronîk ve hatiye dorpêçkirin û rastiya gelê kurd di Rojhilata Navîn de hatiye înikarkirin kurdan jî li dijî vê yekê her tim li berxwe dane. Her çi qas kurd û gelê bindest bên înkarkirin jî, meha adarê ji bo wan meheke girîng e. Taybetmendiya meha adarê, têkoşîna li hember reşahiyên demsala zivistanê ya xedar e, serîrakirin e. Ji bo gelê kurd û bi taybetî jî ji bo jina kurd, meha adarê cihekî girîng digire. Di heştê adarê de, jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî derdikevin qadê û serhildanê li hember mafxwarina xwe çalakiyên cihêreng li dar dixin. A din jî Newroz e, li hember zilm û zordariya Dehaqan serî rakirine.
 
Bihara rengîn giyan dida xwezaya ji demsala qerisî ya ji zivistanê mabû. Bi hatina biharê re, Newroza nîşaneya berxwedanê jî geşbûn û mizgînî dida civakên bindest. Jin ji xwe jiyan bû, jiyan jî hem jin û hem jî xweza bû, dilê herduyan jî ji bo roja nû daivêt.
 
Tevî axa xwe, çiya û zozanên xwe, tevî teyr û tilûrên xwe, xweza û bihar jî bi wê dînamîzma xwe ya bêhempa, dikeve nava liv û tevgerê. Newroz jî destpêka hêvî, qonaxeke nû, bedew a li hember Dehaqan e. Ew Dehaqên ku nahêlin pîvokên bihara rengîn şîn werin. Newroz li dijî Dehaqan diyarkirina raperînê ye.
 
Newroz, ji bo gelên Rojhilata Navîn cihekî girîng digire û her miletek, li gorî çand û dîroka xwe, Newroza xwe pîroz dike. Lê ji bo gelê kurd cihekî taybet digire. Gelê kurd jî, her sal 21'ê meha adarê ji bo roja nû, êzingên mazî (dara mazî ji bo gelê kurd dareke pîroz e) komî ser hev dikin û agirê Newrozê pêdixin û gur dikin. Di çanda kurdan de, agir cihekî girîng digire ( ji bo gelê kurd agir pîroz e û paqijkirina ji  hemû qirêjiyên ku di laşê mirov de ye). Roja Newrozê kurd naçin kar û tu karî nakin. Bi zar û zêçên xwe û bi şêniyê bajêr, bi çanda xwe û bi cil û bergên xwe yên neteweyî, berê xwe didin qadê û li ber def û zirneyê li dora agirê ku ji bo Newrozê, hatiye dadan govendê digerînin û roja nû yanê Newroza xwe pîroz dikin.