Hevrîn Xelef bû find û şemala ronahiyê, sembola jinên azad

  • 09:01 11 Cotmeh 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Bi hedefgirtina Hevrîn re tevahî jin hatin hedefgirtin. Lê hêrs, vîn, bawerî û têkoşeriya Hevrîn Xelef bi şehîdxistina wê re neqediya û ala wê ya têkoşînê ji aliyê bi hezaran jinên Kurd ve hat rakirin. Hevrîn bû yek ji sembolên têkoşîna azadiyê û di dilê bi milyonan de bêmirin bû.
 
Newroz Demhat
 
Carna bi çirûskek ji awirên çavan, carnan bi pêlek ji deng, carna herikîna hestên dilsoz, carna bi heybet û xweragirî, carna bi asta têgehiştin û zanabûna xwe, carna jî hezkirina wê ya wekî çemên Kurdistanê bênavber diherikî, ew herikand nava dilê bi milyonan û da hezkirin. Bayên ji bilindiya çiyayê Cudî diherikîn xwe li kezî û biskên wê dialand, li beriya Dêrika Hemko weke xifşexezalekê asî û serbilind bû lêger, heval, hogir û hevrêya bedewiyan Hevrîn Xelef. Di hemû jiyana xwe de bi qasî sînornenasiya dilê xwe azad jiya û bi şehîdbûna xwe re jî bû find û şemala ronahiyê û sembola jinên azad.
 
Hevrîn Xelef, sala 1983'yan li bajarê Dêrika Hemko çavên xwe li cihanê vedike. Li nav malbateke welatparêz ku ji 4 bira û yek xwişkê pêk dihat mezin dibe. Malbata Hevrîn, yek ji malbatên deverê yên dilsoz û xemxwirên têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û zarokên xwe li ser wê çanda welatperweriyê mezin dike. Xwişka wê Zozan tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe û di şerên li dijî dagirkeran de şehîd dibe û tevlî karwanê nemiran dibe.
 
Wekî jineke xwedî exlaqekî baş, gotinên baş û kiryara baş, mirovek welatperwer û mirovperwer mezin dibe. Hevrîn ji zarokatiya xwe ve keçek dilhebîn e û ji mirovan û xwezayê hez dike. Ev taybetmendiyên wê nexşeya rêya ku wê pê ve biçe jî diyar dike. Di 11 saliya xwe de tev li xebatên hunerî dibe û tevlî koma Newrozê ya şanoyê ya zarokên Dêrikê dibe. Hevrîn Xelef li Dibistana Meimon a seretayî di 1990'î  û ya navîn jî 1996'an û ya amedeyî jî li Dêrikê bi serkeftî diqedîne. Zanîngehê jî li fakulteya Endazyariya Sivîl a bajarê Helebê diqedîne.
 
Piştî sala 2009'an êdî ji bo Hevrîn rêwitiyek nû dest pê dike. Ji ber xebatên dike, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tê şopandin û navê wê dikeve nava lîsteya "kesên ji bo dewletê bi xeter". Êdî ji bo wê rêxisinkirina ciwanan karê sereke ye û wekî bi awayekî çalak di tevgera azadiyê de cih digire, ciwanên Kurd bi rêxistin dike. Bi şoraşa 19'ê Tirmehê re destpêkê di xebatên akademiya Nûrî Dersîmî de, pişt re jî di xebatên saziyên civaka sivîl de cihê xwe digire û dixebite. Dema Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21'ê Çileya 2014'an de tê damezrandin, Hevrîn dibe Cîgira Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê û di 2015'an de jî weke Hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê tê hilbijartin.
 
Hevrîn Xelef piştî xebatên aboriyê, destpêka 2018'an tevlî xebatên siyasî dibe û di 27'ê Adara 2018'an de, weke Sekretera Giştî ya Partiyê tê hilbijartin. Hevrîn wekî her karekî bi serkeftî pê rabûyî, di damezrandina vê partiyê de jî kedek mezin dide. Bê cudahiya pêkhate û baweriyan li herêmên Reqa, Tebqa, Eyn Îsa û gelek cihên din dixebite. Hevrîn ji bo çareseriya Sûriyeyê her digot: “Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê pêk bê, divê gelên herêmê xwedî biryar bin û çareserî bi diyalogê pêk bê. Dema civak xwe bi rêxistin bike û li mafê xwe bigere, wê bikaribe çareseriyek mayînde bi xwe re bînin.” Hevrîn Xelef ji bo Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî, ji bo geşkirina wekheviya di navbera jin û mêr de û ji bo garantiya maf û azadiya tevahî jinan, dixebitî. Nasnameyên etnîk, zayend û baweriya mirovên herêmê çi dibe bila bibe, wê ji maf û azadiya hemû civaka Sûriyeyê, taybet jinan ked û têkoşînek bêhempa dida.
 
Ji xwe tişta ku hişt Hevrîn Xelef bibe armanca êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ya di 9'ê Cotmeha 2019'an de jî ev bû. Piştî dagirkirina Efrînê, vê carê jî armanca dagirkeran û çeteyên wan bûbû Serê Kaniyê û Girê Spî. Di 12'ê Cotmeha 2019'an de Hevrîn Xelef li ser destê Komên çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta tirk a dagirker li ser rêya M4 ya Eyn îsa hat şehîdxistin.
 
Ev êriş tenê ne li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava bû; heman demê li dijî tevahî nirx û rûmeta mirovatiyê bû. Dewleta tirk wekî her carê di kesayetiya jina Kurd de dijminahiya xwe ya li hember nirx û rûmetên mirovatiyê eşkere danî holê. Bi hedefgirtina Hevrîn re tevahî jin hatin hedefgirtin. Lê hêrs, vîn, bawerî û têkoşeriya Hevrîn Xelef bi şehîdxistina wê re neqediya û ala wê ya têkoşînê ji aliyê bi hezaran jinên Kurd ve hat rakirin. Hevrîn bû yek ji sembolên têkoşîna azadiyê û di dilê bi milyonan de bêmirin bû.