Aysel Tugluk: Axê bêriya aştiyê kir û jinê jî

  • 09:03 17 Cotmeh 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Dema ku aqilmendê aştiyê qêrîna aştiyê bilind kir,xwest ku pêşî jin bibihîze. Wî dizanibû ku hişmendî û ruhê qirêj nebûye, dê aştiyê fêm bikin. Di serî de bang li jinê hat kirin... "
 
Aysel Tugluk
 
Jiyan bi jinê hat destpêkirin. Hilberînera yekem bû jin û jiyan azad bû. Ji ber ku jin ji bingehê jiyanê hat dûrxistin û jiyana civakî, siyasî û aborî bi rengê zilam hat boyaxkirin, dîroka şer hat destpêkirin.
 
Li gel şerê ku li tevahiya cîhanê serwer bû, jinê winda kir û jiyan jî têk çû. Weke jinên erdnîgariya ku şerên hovane lê qewimîn, me bêriya aştiyê kiriye. Ma di dîrokê de me bi tena serê xwe bêriya wê kiriye, axê jî bêriya wê kiriye. Û herî zêde jinê bêriya wê kiriye. Ji ber ku jinê dizanibû edalet û heskirina ku winda kiriye dê bi aştiyê bibîne. Bêrîkirin têrê nake. Dema ku rêgezên tund ên şer dora wijdan girtibûn, dil û jiyanê wateya xwe winda kiribûn û tundî û kînê me dorpêç kiribûn, divê me têkoşîna aştiyê bida destpêkirin. Sedemên me hene, dîrok, wê rojê, paşerojê me mecbûrî vê kiribû. Dilê me jinan şer qebûl nekir û di dema şerê herî mezin de me li cîhana xwe aştî ava kir. Ji ber ku me fêm kir ku bi aştiyê re têkiliyeke wekhev û azad ava dibe, Em her tim ji bo aştiyê meşiyan. Me ew serdestiya hov, dijwar, zordar dizanibû; bi bêhêz û bênasname hiştina  jinan pêk anîbûn.
 
Ewil jin hat qetilkirin û  xistin. Jin û mirovahî ketin nava tarîtiyeke kûr. Bi vî rengî dîroka şer dest pê kir. Kesekî şer nivîsand û em bandora şer a neyînî li me bû. Rûyê qirêj yê şer herî zêde bandora xwe li ser jinan kir. Ji me hat xwestin ku bedela şerê me qet nexwestiye em bidin. Me bedel da lê me qet nehişt ku şer, kîn û nefret bikeve cîhana me.  Em bûn yên ku li her qadê banga aştiyê kirin. Dayikên me êşa xwe di dilê xwe de veşartin. Beriya ku bigihêjin ser gorên zarokên xwe, xwestin bi aramî bi wan re hevdîtinê bînin. Ew wekî evîndaran ketin dû aştiyê.
 
Meşa aştiyê dijwar bû
 
Dixwestin ku kes êşa ku wan kişandiye nebîne. Ji bo aştiyê êş hatin taloqkirin. Tevî her tiştî jî şer dilê wan qirêj nekiribû. Bi neketina nava şerên qirêj paqijî, rûmet û wekhevî parastin. Aqilmendê aştiyê ku qêrîna aştiyê bilind kir, xwest ku jin pêşî vê qêrînê bibihîzin. Wî dizanibû ku hişmendî û ruhê qirêj nebûye, dê aştiyê fêm bikin. Di serî de bang li jinê hat kirin. Dizanibû ku meşa aştiyê zehmet e. Bi rastiya ku ronahiya herî xurt ji tarîtiya herî tarî derdikeve, ji jinê hate xwestin ku li hemberî desthilatdariya hezaran salan bibe dengê azadî, cesaret, hezkirin û edaletê.
 
Bi jiyaneke sade mirov nikare bibe dengê hêviyên mezin. Mirov bi jiyaneke bi rûmet dikare di vî warî de bi ser keve.  Weke hêzeke ku divê aştî û demokrasiyê derxîne pêş, ji bo jiyaneke bi rûmet, jiyaneke aştiyane tê xwestin ku têkoşîneke bi heybet bikeve xeteriyê. Dihat gotin, "Hûn dikarin êşê bijîn, hûn dikarin birçî bimînin, hûn dikarin tenê bimînin." Lê bihayekî azadiyê jî hebû. Tenê bi vî awayî; bi heskirin û evîneke mezin dikaribû rê li ber aştiyê bihata vekirin. 
 
Meşa ku mirovatiyê bi cewhera wê re bike yek
 
Û meşa aştiyê bi jinê li vê xaka pîroz dest pê kir. Erdnîgariyê aştî hîs kir, ku cewhera wê bû. Ev meşa aştiyê ya bi hêz a gelên ku bi salan di nava şer de dijîn e. Meşa aştiyê ya jinan bû meşa ku mirovahiya windabûyî bi cewhera wê re bigihîne hev. Diviyabû bi ked û coş, cesaret, bi xwebawerî û zanistî li ser vê rêyê berdewam bikira. Wê jina winda bi aştiyê vegerîne, ev jî parvekirina azad a jiyanê ye. Têkiliya jiyan û jinê, jiyan û aştiyê ewqas bi hev ve girêdayî bû. Şer weke çarenûs pêşkêş kirin, lê ne çarenûs bû. Aştî ne xewneke ku nebûya rastî bû. Dixwestin em aştiyê ji bîr bikin. Lê axê bêrîya aştiyê dikir. Jinê jî. û darên çinarên aşitiyê li van axan bi cih bûn. Û aqilmendê aştiyê ji jinê re aştî vegotibû.  
 
Axê jî û dîrokê jî bêrî kiribû
 
Weke jinên erdnîgariya ku şerên hovane lê tên jiyîn, me bêriya aştiyê kiriye. Ma me tenê bêrî kir? Axê jî û dîrokê jî berî kir Û herî zêde jin bêriya aştiyê dikin. Ji ber ku jinê dizanibû ew ê evîn û edaleta ku winda kiriye di aştiyê de bibîne. Bêrîkirin têrê nake. Dema ku rêgezên tund ên şer dor li wijdanan girtin, dema dil û jiyanê wateya xwe winda ki, tundî û nefretê me dorpêç kir, hewce bû ku têkoşîna aştiyê dest pê bike. Sedemên me hene, roj û paşerojê me mecbûr kir ku em bikin. Dilê me jinan şer qebûl nekir û di dema şerê herî mezin de me li cîhana xwe aştî ava kir. Ji ber ku me fêm kir ku dê têkiliyên wekhev û azad ava bibin, em her tim ji bo aştiyê meşiyan. Me dizanibû ku hovîtî, zordarî, serdestiya zoardaran, nasnekirin û kolekirin û lewazkirina jinan pêk tê.
 
Banga li jina yekem ...
 
Û aqilmendê aştiyê ku qêrîna aştiyê bilind kir, xwest ku jin pêşî bibihîze. Wî dizanibû ku hişmendî û ruhê qirêj nebûye, dê aştiyê fêm bikin. Ev bang ji bo jina yekem bû. Û jinê bang bihîst, pê hesiya, fêm kir. Dizanibû ku meşa aştiyê zehmet e. Û bi rastiya ku ronahiya herî xurt ji tarîtiya herî tarî çêdibe, li dijî desthilatdariya hezar salan bû dengê azadî, werekî, hezkirin û edaletê.
 
* Ev nivîsa Aysel Tûglûk e ku di rojnameya şîroveya nûçeyan a heftane ya Gundemê de cih girtiye.