Azadiya ziman azadiya fikr û raman e!

  • 09:06 20 Sibat 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Her şoreşek zimanekî diafirîne. Ji bo gelên bindest bikaranîna zimanê dayikê xaleke diyarker e. Ziman di warê rêxistinbûnê de jî û li qadên têkoşînê jî kana sînerjiyê ye. Dema xwedîderketina li ziman bi stratejiyeke neteweyî pêk tê civak û navêndên welêt hêsantir dikişîne nav refên berxwedanê. Herwiha qewînbûna zimanê şoreşê hemû hêmanên welêt bi dirûvekî xwedî çawanî pev dikelijîne û pêşiyê li vîzyona tevgerê vedike."
 
Sultan Yaray
 
Ziman, azadî ye, hişmendî, fikr û raman e, nasname ye, çand e, helbest e, çîrok e, wêje ye, hebûn û tunebûn e, lorîk û zêmara dayikan e. Cudahiya di navbera neteweyan de bi saya zimên derdikeve holê. Bi kurtasî her gel bi zimanê xwe heye. Ger zimanê miletekî biçe ew gel jî pê re diçe.
 
Zimanek çiqasî azad be gelê ku bi wî zimanî dipeyive jî ewqasî azad e. Çiqasî qedexe li ser ziman hebin jî, ewqasî êriş û tundî lê bê kirin jî ziman rêya azadiyê li gelan vedike. Wek tê zanîn Kurdistan piştî Yekemîn Şerê Cîhanê bi hevkariya hêzên kurewî di nav çar dewletên dagirker ên mîna gurên har de hate dabeşkirin. Ji wê demê ve her çar dewletan bi hevkarî, polîtîkayên tunekirin û pişavtinê li ser gelê kurd êrişên xwe bi hevkarî dan destpêkirin. Ji bo navê kurd û Kurdistanê ji holê rakin, zimanê kurdî qexe kirin, çanda kurdan dizîn, navê gund û bajarên kurdan guherandin. Her çar dewletan jî, ji bo civakeke yekreng û yekzimanî, tundî û polîtikayên tunekirin û tunehesibandinê ya li ser kurdan ji xwe re wek mafekî rewa dîtin. Bi sedsalan e ku dagirkerên Kurdistanê ji bo tunekirina ziman û çanda kurdî, her cure rêbazên pişavtinê bi kar anîne. Perwerdehiya bi zimanê serdest li ser kurdan ferz kirine. Çawa ku ziman ji bo çand, wêje û bîra civakê girîng e, di heman demê de ji bo aborî û ragihandinê jî girîng e. Dema zimanê gelekî tê astengkirin, aboriya wî gelî jî tê lawazkirin û ev jî civakeke kole derdixe holê.
 
Her şoreşek zimanekî diafirîne. Ji bo gelên bindest bikaranîna zimanê dayikê xaleke diyarker e. Ziman di warê rêxistinbûnê de jî û li qadên têkoşînê jî kana sînerjiyê ye. Dema xwedîderketina li ziman bi stratejiyeke neteweyî pêk tê civak û navêndên welêt hêsantir dikişîne nav refên berxwedanê. Herwiha qewînbûna zimanê şoreşê hemû hêmanên welêt bi dirûvekî xwedî çawanî pev dikelijîne û pêşiyê li vîzyona tevgerê vedike.
 
Çawa ku dagirker ji her aliyî ve zextên xwe pêk tînin, lazim e gelê kurd jî bizanibe ku ev pirsgirêkeke neteweyî ye û divê bi ruhekî neteweyî li zimanê xwe xwedî derkeve. Kurdî zimanê hemû kurdan e û herwiha li ser hemû pêkhateyên gelê kurd jî, ferz e ku ziman û çanda xwe biparêze û pêş ve bibe. Divê her neferek kurd xwe mîna şoreşgerek zimanê xwe bibîne ku têkoşîn bigihêje armanca xwe. Em baş dizanin ku pirsgirêka zimên tenê ne pirsgirêka saziyên zimên, partiyên siyasî û jin û dayikan e. Pêdiviyên qewînkirina ziman, parastina ziman û bikaranîna wî ya li qada gelemperî, encax bi stratejiyeke neteweyî pêkan e. Neteweyên bindest ku ji vê vîzyonê bêpar in, bi pişaftin û qirbûnê re rû bi rû dimînin. Neteweyên bindest ku li dijî dagirkeriyê bi înyad zimanê xwe bi kar naynin, li hemberî dagirkeriyê devê xwe bi destê xwe gire didin û bi şaşwazî dengê şoreşa xwe dibirin.
 
Ji bo ku zimanê gelê kurd wekî zimanê fermî bê naskirin jî; divê kurd bi awayekî seferberî li nav malê, li tax û kolanan, li sûk û bazaran, tevî qada siyasî li warên çand, wêje û hunerê û li hemû qadên ragihandinê kurdî bi kar bînin. Divê kurd beriya ku azadî û mafên neteweyî bi dest bixin alfabe, rastnivîs û rêzimana ku Celadet Elî Bedirxan sed sal berê afirandiye, bi tu awayî neguherînin û nehêlin ku bibe hedefa destwerdêran. Divê plansazî û stratejiyeke bi rêk û pêk bidin ber xwe. Pêwîst e yek kurdek jî bi zimanê serdestan nenivisîne û ji wêjeya serdestan re xizmetê neke. Bi taybet enstîtuyên kurdan divê li ser dîroka kurd û Kurdistanê, li ser çand û wêjeya kurdan lêkolînên berfireh bikin û berhemên lêkolînê çap bikin. Wêjeya devkî xizmeteke giranbuha ji çand û wêjeya kurdî re kiriye û gelek destan, efsane, çîrok û çîrçîrok heta roja me ya îro anîne, lê ji ber ku civaka kurd jî bi demê re guheriye, şevbuhêrk û dîwanxane êdî di nav kurdan de nemaye, yan jî pir kêm bûye, lazim e kurd girîngiyê bidin nivîsê.
 
Ferz e ku kurd wêje, çand û dîroka xwe nivîskî tomar bikin û li cîhanê belav bikin. Ne ku tenê hinek rojên taybet, lê divê saloqat li nirxên ziman û çanda xwe xwedî derkevin, bi çalakiyên bênavber rojevê diyar bikin. Bi vê hişmendiyê em dikarin bibêjin ku dem ne dema ku kurd bi du saetên hilbijarte yên perwerdeya kurdî xwe bihewînin û kêfxweş bibin. Dem ew dem e ku kurd bi wêrekî, hemû hêza xwe bikin yek û daxwaza 'bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî!' bikin. Bila kurd rasterê bang li rayedarên sazî û hêzên navneteweyî bikin ku hemû qedexe û zextên li ser kurdan û li ser zimanê kurdî bên rakirin. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê çawa ku zarokên tirk, ereb û farisan bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin, divê zarokên kurdan jî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Tevî hemû polîtîkayên dagirkeran ên pişavtin û qirkirinê jî gelê kurd heta îro li ziman û çanda xwe herwiha li xwebûna xwe xwedî derketiye û têkoşîn bêrawestan domandiye.