Ji piştevanî û hilberînê re dibin mînak

  • 09:03 29 Cotmeh 2023
  • Jiyan
 
Melîke Aydin
 
HATAY - Piştî erdhejê di encama hewldana Piştevaniya Jinan a Kirkyama bi dirûşma ‘em ê bi hilberînê hebin’ atolye hat avakirin û jinên li wir nexweş û fêrî dirûnê bûn, dest bi hilberînê û girtina sîparîşan kir. Jin li vir bi piştevanî, bi kewandina birînên xwe û hilberînê dibin mînak.
 
Piştevaniya Jinan a Kirkyama di 2018’an de li Hatayê hat avakirin û piştî erdhejê bi dirûşmeya ‘em bi hilberînê hene’ atolyeya neqiş û dirûnê da destpêkirin. Jinên di atolyeyê de dest bi girtina sîparîşan kirin. Ji 15 kesî zêdetir jin di atolyeyê de hatin gel hev û hem birînên erdhejê dikewînin û hem jî  keda jinê ya li kon û konteyniran derdixe derve. Jinan diyar kirin ku ji bo atolye mezin bibe bidome û veguhere qezencê hewce bi zêdetir piştgiriyê heye û gotin pirsgirêka herî mezin veguhestin e.
 
‘Êdî sîparîşan digirin’
 
Organîztora projeye mamosteya hatiye îxrckirin Gulîzar Işik Çay diyar kir ku piştî erdhejê bi armanca piştevaniya jinan dest bi xebatek wisa kirine û got piştevanî piştî mamosteyên dildar ên ji Stenbolê perwerde dane dest pê kiriye û wiha domand: “Xebata me bi dirûtina cil û bergan dest pê kir û niha em sîparîşan digirin. Ji ser înternetê sîparîş tên. Em ji kesên ku rewşa wan baş e piştgiriyê dipên. Lê bendewariya me ev e ku ji derveyê bajar bê. Kumaş niha bi kampanyayan tê peydakirin. Ji Stenbolê Zuleyha Butîk piştgirî da. Di serî de bi kampanyayê çend makîne hatin û piştre me proje kir meriyetê. Makîneyên me ji kavilan derxist û tamîr kir jî hene.”
 
‘Pirsgirêka herî mezin veguhestin e’
 
Gulîzarê diyar kir ku ji bo hilberîn bidome çi ji destê wan tê wê bikin û got jin li vir hem hildiberînin hem jî ji karê malê, ji malê hinek dûr dikevin. Gulîzarê wiha daxuyand: “Ev hem wan hem jî me kêfxweş dike. Projeyên me yên din jî hene. Ger em piştgiriyê bigirin em ê mezin bikin. Em dixwazin her kes bê vir perwerdeyê bigire. Me du cih veqetand, yên hildiberînin ên nû fêr dibin. Em naxwazin vir bigirin. Divê her jinek fêr bibin. Dixwaze wek hovî dixwaze wek pîşe. Niha 7-8 jin hildiberînin û bi giştî 15 jin hene. Ji ber şertan bi taybet kesên dibistanê dixwînin nikarin bên. Pirsgirêka herî mezin veguhestin e. Dirûşmeya me ‘em bi hilberînê hene’.”
 
‘Em ê hîn bêtir mezin bibin’
 
Gulhan Îflazoglu ku beriya erdhejê li mala xwe dirûnvanî dikir piştî erdhejê bi hevkariya hevalên xwe ev der kifş kiriye û wiha domand: “Min wek dildar dest pê kir. Me wek jin xwest em vî karî bidomînin. Me erdhejek derbas kir. Xaniyên me hilweşiyan. Hewcedariya me bi pênc quruşî hebû. Me ewil piştgirî da niha em ê mezin bikin.”
 
‘Ez hatim ku birînên xwe bikewînim’
 
Jina bi navê Leyla Kurk ku yek ji qursiyerane da zanîn ku sê zarokên xwe di erdhejê de winda kiriye û wiha dirêjî dayê: “Ez hatim ku birînên xwe bikewînim. Ji bo min gelek baş e. Ez hatim ku hinek tiştan bikim. Em di kon de dimînin. Mala min çû. Em li kolanê man.”
 
‘Bila hemû jin bên vir’
 
Jina bi navê Sîbel Kirik jî destnîşan kir ku hem ji bo hobi ye hem jî ji bo bandora psikolojik a erdhejê kêm bike hatiye vir û wiha anî ziman: "Ez kevanî me. Hinek zanîna min hebû. Min xwest ez bidomînim. Qe nebe em hinek xwe pêş dixînin. Em ji malê hinek dûr dikevin. Bila jin bên. Em birînên xwe dikewînin. Gelek windahiyên me çêbûn. Em bi hewldanên xwe li ser piyan dimînin."
 
Munîre Akdenîz a dirûnvaniyê dike jî diyar kir ku di erdhejê de mala xwe winda kiriye û ji ber vê bar kiriye Serînyolê û got: “Ez her tim nikarim bêm. Otobus zêde nayên. Ji ber vê ez bi otostopê têm. Ev dema min bigire jî ez dixwazim werim vir. Li vir hevaltiyên me çêbûn. Em gelek zehmetiyan dikşînin. Lê em tên vir hinek rehet dibin.”