DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir

  • 14:16 25 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
MÊRSÎN - Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bang li hemû kesên ji polîtîkayên îktîdarê nerazî û xwedî li maf û keda xwe derdikevin kir ku biherikin qadên 1’ê Gulanê. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê têkildarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka Bajar Bedriye Kuş di daxuyaniyê de got ku krîza aborî gefeke mezin e li ser jiyana gel û got ku di rewşekî wiha de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. 
 
Bedriye, da zanîn ku ew ji bo guherandina pergala şer a xizaniyê diafirîne dê bikevin qadên 1’ê Gulanê û ev bang kir: “Gelê me di hilbijartinan de bi îktîdarê mezin da windakirin. Divê em vê hêzê veguhêzin qadên 1’ê Gulanê. Em ê tevî hemû hêzên ked û demokrasiyê li qadan bin. Ji bo guherandina vê pergala şer a xizaniyê diafirîne; em bang li her kesên xwedî li jiyan, maf û keda xwe derdikevin dikin ku ji bo têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê biherikin qadên 1’ê Gulanê.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî li navenda bajar belavokên 1’ê Gulanê hatin belavkirin.