Dê di 1'ê Gulanê de ji Êlihê bang bikin

  • 09:06 30 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
Şehrîban Aslan
 
AMED/ÊLIH - Li Elîhê ku wê mîtînga 1'ê Gulanê ya herêmê lê bê lidarxistin, amadekarî didomin, ji Meclîsa Jinan a KESK'ê Seyran Karabulut got, "Em ê diyar bikin ku li hemberî pirsgirêk û îstîsmara keda me nerazîbûnên me hene û em ê bibêjin ku atmosfera siyasî qrîza aborî bi xwe re tîne."
 
Îsal mîtîngên herêmê yên 1'Gulanê Cejna Kedkar û Kareran dê li bajarên Êlih û Wanê bên lidarxistin -Pîrozbahiya li Êlihê wê li Parka Jinê ya 8'ê Adarê bê lidarxistin. Girse wê saet di 11:00 de li Taxa Turgut Özal li hev bicive û piştre jî bi kortejekê dê bimeşe qada mîtîngê. Tê plankirin ku di 1'ê Gulanê roja mîtîngê de ji her bajarî gel biçin Elihê. Di vê çarçoveyê de li Amedê di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê de dê ji bo 1’ê Gulanê saet di 08.00’an de li Xaçerêya Batikentê girse kom bibe û ji bo biçin Êlihê bi rê bikevin.
 
Ji Platforma Şaxê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Êlihê Seyran Karabulut û Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (General-Îş) Ayşe Guler Derbarê 1'ê Gulanê de axivîn û banga tevlibûna mîtîngên li herêm kirin.
 
'Salek ku em bi gelek qeyranan re têdikoşin'
 
Seyran Karabulut, destnîşan kir ku zehmetî û pirsgirêkên hemû civaka li welat ku bi îstîsmara kedê pêş dikeve bi taybetî jin û ciwan dijîn. Seyran destnîşan kir ku ew dixwzin bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê  1'ê Gulanê pîroz bikin û got, “Îsal 1'ê Gulanê  ji bo me xwedî wateyeke cuda ye. Ev salek e ku em bi gelek qeyranan re têdikoşin. Weke ku hûn jî dizanin di van demên dawî de hilbijartina rêveberiyên herêmî hebû. Îsal bû sala ku di hilbijartinan de karker û gel nerazîbûnên xwe eşkere kirin. Ev bûyer ji bo Êlihê jî derbasdar e. Êlih bajarê ku herî zêde ciwan, kedkar, karkerên jin ên tekstîlê û petrolê lê dijîn e. Me 1’ê Gulanê bi bedelên giran anî roja îro û jê re dibêjin cejn. Lê em wê weke cejnê pîroz nakin. Em wê weke roja ku em dikarin berxwedana xwe mezin bikin û li qadan nerazîbûnên xwe bînin ziman bi nav dikin."
 
'Em brêxistina xwe mezin dikin'
 
Seyranê bal kişand ku di 1'ê Gulanê de jî jin di peywireke pêşeng de cih digirin û got, “Hem ked û hem jî bedena jinê tê îstîsmarkirin. Em dibêjin li dijî vê îstîsmarê rêxistinbûna jinê girîng e. Heta ku jin xwe bi rêxistin nekin, nebin yek.  Dîsa em bi zelalî dizanin ku bêyî rêxistinbûn di warê bidawîkirina newekheviya zayendî de tu destkeftî nayên bidestxistin. Em weke jinên Kurd rêxistinbûna xwe mezin dikin, em dizanin ku hem nasnameya me, hem jî ked û bedena me tê îstîsmarkirin û hem jî nasnameya me tê paşguhkirin."
 
'Krîza aborî li Kurdistanê kûrtir tê hîskirin'
 
Ayşe Guler diyar kir ku bername wê saet 11:00’an de bi meşa ji hemberî Worldmar a li ser Kolana Amedê heta Parka Jinan a 8’ê Adarê dest pê bike, ev agahî da: “Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher wê di mîtîngê de biaxivin. Em ê jî bi hevalên xwe yên herêmê û hevalên xwe yên di komîteya amadekar de wateya rojê bînin ziman. Li vir em ê li hemberî pirsgirêk û îstîsmara keda xwe nerazîbûnên xwe bînin ziman. Yanî atmosfereke siyasî ya krîza aborî ya îro diafirîne heye; Em dibêjin ku ev krîz bi taybetî ji ber polîtîkayên şer û rêveberiya welatê me pêk tên û ev yek herî zêde li Kurdistanê tê hîskirin. Helbet gelên li hemû bajarên Tirkiyeyê dijîn krîza aborî hîs dikin, lê li vir ji ber pêvajoya ku em dijîn em vê krîzê xurtir hîs dikin."
 
'Karker nikarin heqê keda xwe bistînin'
 
Ayşe Guler, diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo karker û kedkaran xwedî girîngiyeke mezin e û diyar kir ku ev roj bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ayşeyê got, “Ji bo 1’ê Gulanê wê li du cihên herêmê mîtîng bên lidarxistin. Yek wê li Êlihê be ya din jî wê li Wanê be. Kesên kedkar heqê keda xwe nagirin. Enflasyon roj bi roj zêde dibe, kirê zêde dibe, muçe dihele û kes nikare debara xwe bike. Mûçe tenê têra kirê dike. Em dixwazin hemû karker beşdarî vê mîtîngê bibin û roja xwe biparêzin. Ez hêvî dikim ku îsal 1’ê Gulanê bibe sala azadî û aştiyê. Ez bang li her kesî dikim ku bi coşeke mezin li Êlihê bin."