Bi watekirina siyaseta demokratîk

  • 09:02 14 Tîrmeh 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Ji bo ev pergal bê rakirin divê siyaseta demokratîk aktîf be û bibe hêza avakirina civakî. Ji ber vê em siyaseta demokratîk wek şaristaniya demokratîk dikarin bigirin dest û gelek girîng e ku ferasetek siyasî ya xwe dispêre zanista civakî bê avakirinê."
 
Nagihan Akarsel
 
“Roja em neçar man ji vê cîhanê biçin, li pey xwe cîhanek baş hiştin, ji mirovek baş hiştin wê girîngtir be.”
 
Hannah Arendt
 
Di alî dem û cîh de ji jiberbûna dûrbûn û avakirina ya nû wê zehmet be. Têgehên di siya planan de maye egotina wan û fêmkirina wan jî zehmetire. 
Mirov raste rast ji dema ku têdene û cihê ku lê dijîn bi bandor dibin. Dem barê pêşerojê dihewîne û dewlemendiya paşerojê temsîl dike. Cih jî ji zemîna hebûna aborî, çandî û civakî amade dike. D rewşa berovajî vê de wek Fernand Braudel di pirtûka xwe ya Şaristaniya Aborî de aniye ziman, dewlemendiya bi nirx a mirovahiyê ji bûyerên vala wêdetir nîne.
 
Lê ger ku dewlemendî veguhere sergo, di bin tekela hinekan de be, bingeha civakîbûnê ya di bin însafa desthiltdarî û sermayê de ava dike. Tekel û talanên di bin desthilatdariyê de, di realîteyek dewletî de nîqaşkirina siyaseta demokratîk, nêzîkatiyek paradîgmal ferz dike.
 
Paradîgma vê îfade dike, ji her nêzîkatî û tevgera me  heta ku ji kîjan îdeolojiyê re xizmetê dike, esas digire. Di esasa berjewendiyên dewleta ku îfada hêzên sermaya, desthilatdariyê ye, diyar kirina demê ne zelale. Cih jî li gorî berjewendiyên vê tê bikaranîn û di encamê de ji heqîqetê dûr dikeve. Tevî dewlemendî, cudahî û piraniya hişê civakî, bi konsepta tunekirina wê re hebûna xwe pêk tîne. Ev hebûn pêkhateyên hişên kolektîf birîndar dike, seqet dike û cuda dike. Ji ber vê jî tespîtkirin, analîzkirina cîhan rast gelek girîng e. Evqas jî xesas e. Ji ber hewldana me ya fêmkirinê, xwendina me ya ji bo fÊmkirinê, stranên tên gotin, çîrokên tên gotin, xwendina seruvena fikrî ya mirovahiyê  ferz dike.
 
Di rewşa heyî de ji aliyê şaristaniya dewletî ve di esasa paradîgma mekanîk de têgeh, kuram û sazî tên avakirin û di tekele desthilatdarî û sermayê de jiyana civakî tê serdestgirtin û kontorlkirin. Em ê şaristaniya dewletî û ‘şaristaniya demokratîk’ ya wek sosyoolojiya azadiyê ya Abdullah Ocalan tê binavkirin bigirin dest.
 
Pêşxistina ferastek siyasî ya xwe dispêre zanista civakî
 
Di pergala kapîtalîst de mirov ku mirov û tekelan di destê xwe de dihêle ku ev jî mêr e wek hêza sereke tê îfşakirin. Ev hêza ku sazbûnên mêr û desthilatdariyê ava dikin, qada civakî  qada ku divê serdestî li ser hebe vedinasîne. Ev ji organên desthilatdarî û sermayê re xizmetê dikin. Ji bo ev pergal bê rakirin divê siyaseta demokratîk aktîf be û bibe hêza avakirina civakî. Ji ber vê em siyaseta demokratîk wek şaristaniya demokratîk dikarin bigirin dest û gelek girîng e ku ferasetek siyasî ya xwe dispêre zanista civakî bê avakirinê.
 
Têgeh, kuram û saziyên li ser pergala serdestiyê hatine avakirin jiyana civakî felç kirine. Îro em di serdema herî pêşketî ya zanistê de dijîn. Lê cîhan di asta hilweşîn ekolojîk de ye. Şer bûne rastiya jiyanê ya rojane. Qirkirina jinê gihiştiye astek dijwar. Teknolojî pêş ketiye û jiyanê tune dike. Ji ber vê jî ferasetek zanista civakî ferz e. Di vir tê fêmkirin ku bersivê nadin pirsa Abdullah Ocalan ya wekê ‘Tevî pêşketina mezin a zanistê hîna jiyan û têkiliyên civakî nehatine temamkirin. Ev balkêşe. Wê demê divê bê pirsîn: Zanista çi ji bo kê zanist? Ger bersiva ban pirsan bên dayîn wê bersiva jiyan çiya û têkiliya wê ya bi civakê re bê dayîn’.”
 
Zanist têkiliya xwe roj bi roj ji jiyan xweza û civakê qût dike. Wateya xwe winda dike û dibêje cîhana sanal tenê ye. Zanistên fîzîkî û beşerî bêyî cudakariyê bike beriya her tiştî  berpirsyariya xwe piştgûh dike û dibe sedema girankirina pirsgirêkên civakî. Zanista sosyal pozîtîvîst a li ser paradîgma mekanîk hatiye avakirin, civakê dike nesne û wek hêmayek ku li ser lêkolîn tê kirin vedinasîne û wateyên civakê tune dike. Di vir de hêza bi bandor lîberalîzm e. 
 
Damezrînerên vê îdelojiyê jî sermaye-deshtilatdarî û dewlet in. Ji bo nûbûna civakê û avakirina pergalê divê zanista civakî ji nûve bê dest girtin.
Bi taybet di dema ronakbiriyê re siyasetmedarên aborî yên îngîlîz, sosyalîstên fransî û dîroknas û felsevanên alman zanista civakî avakirin û ji aliyê Aguste Comte gihiştiye zemînek rewa. Ev nêzîkatî wek yekane rastiyê hatiye ferzkirin, têkiliya wê ya bi cih û demê re bi zanebûn nehatiye qebûlkirin. Sermaye û desthilatdariyê civak xistiye bin kontola xwe. Abdullah Ocalan dibêje ‘hewce bi şoreşeke paradîgmayî ya zanistî heye’ û dibêje divê têkiliyên serdestiyê yên di qada zanistê de ji holê rabin.
 
Nasnameya jinê ya ku hêza sereke ya civakîbûnê ye vediguhere nasnama herî birîndar û fêmkirina nasnama jinê wek referans tê nîşandan. Dema ku zîhniyet û wijdan ji li gorî sermayê û deshtilatdariyê ve tê avakirin jin, gel, bawerî, kabîle, eşîr, tarîkat ji derveyê qada polîtîk tên girtin û bêguman ev momentên esas yên feraseta zanista civakî ya nû ne.
 
Abdullah Ocalan baldikşîne ser girîngiya şoreşgeriya ku xwe dispêre zanista civakî;
 
“Gelek girîng e ku zîhniyeta xwe dispêre zîhniyeta siyasî esas bê girtin. Girêdayê vê divê ahlaqê civakî serdest bê girtin. Hewcedariya me bi zanisteke civakî ya ku civakek ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê dixwaze, heye.”
 
Beriya em derbasî ferasta siyaseta demokratîk ya ku îdeolojiya sosyalîzma demokratîk esas digire, fêdeye bi venasînên civakî û dewletî heye. 
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Derbarê siyasetê de dewlet û venasînên civakî’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 14’emîn a mijara dosya ‘siyaseta demokratîk’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.