Azadiya Jinê

  • 09:03 8 Kanûn 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Guherîna paradîgma ku reviyê wê di 68’an de hat pêxistin, bi ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ re bi nexşerêyekê, bi pergalek konfederal demokratîk gihişt forma xwe. Paradîgma modernîteya demokratîk, terza jiyana modernîteya kapîtalîst di her alî de derbas kir û xwedî watebûn û bingehekê ye. Şoreşa Rojava ya di serê sedsala 21’ê de pêş ket, xwedî wateyeke wek Şoreşa 17'ê Cotmehê ya 1848’an e. Şoreşa Rojava nirxên ku nifşê 68’an temsîl dikir di roja îro de nîşan dide."
 
Nagîhan Akarsel
 
Jina ku mêtîngera ewil û dawî ya vê pergala hov e, di vê nokteya dîrokî de li dijî pergalê têdikoşe. Her çiqas Gretchen Dustchke,  bibe kirdeya jinê ya ciwan a şoreş a 1968’an jî di qeydê dîrokê de wek hevjîna Rudî Dustchke derbas bibe jî ev nêzîkatiyek bi zanebûne. Heman rewş ji bo Sevîm Bellî ya di tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de cih girtiye jî debasdare. Wek Nadezhda Krupskaya ku şoreşgerek Bolşevîke hevjîna Vladîmîr Lenîn, nivîskar û lîdera komunîst a Peruyî Hîlda Gadea Acosta hevjîna Che Guevera, Celîa Sanchez ku wek hevala xebatê ya Fîdel Castro dihat zanîn. Ev mînak dikarin bên zêdekirin. Lê di vir de ya ku em dixwazin bêjin ev e ku em vê zayendpersetiya li her derê tê pêş me bişkînin û li ser rê û rêbazên şikandina vê bisekinin.
 
Hem bi alî  tevgerên civakî hem di alî lêgerînên îdeolojîk de jin di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Tevgera jinan di 1960’î de girîngiyê qezenc dike. di 68’an de dengê jinan hîn bêtir xurt derdikeve. Fethiye Beşek di gotara xwe ya ‘68’ê Tevgera Rizgariya jinê’ de destnîşandike ku jinên ji çand û baweriyên cuda yekem car ketine lêgerîneke hevpar a maf û wekheviyê. Tevgera Rizgariya Jinan (Women’s Liberation Movement), wek sazbûneke aktîf a li Ewropa û Bakurê Amerîkayê derket holê. Di 8’ê Adara 1968’an de pankartên ‘Bila hemû jinên cîhanê bibin yek’ tên vekirin. Mîss Amerîka 1968, ‘Keştiya azadiyê' binavdikirin û jin di yek kalibê de sînor dikirin dişewitînin. Konferansên cur bi cur pêk anîn û axaftinên ku hişmendî bilind dikirin pêk anîn. Biryara têkoşînê diyar dike.
 
Berhema ku Betty Fîedan nivîsiye ‘Gîzema jinê’, berhema ku Sîmon De Beaouveîr ‘Çîroka jintiya min’, bernama ku Katy Mîllet ya ‘Polîtîka zayendê’, berhema ku Shulamîth Fîrestone ya ‘Diyalektîka zayendê’, berhema Velerîa Solonîs ya ‘Manîfestoya cemiyeta birîna mêran', berhemên herî sereke yên demê dertên pêş. Tevgera femînîst ya pêla duyem ku diyar dikir ku jin ji ber di plana duyemîn de tên binpêkirin. Tespîta ‘Qada taybet polîtîke’ ya di gotara Carol Hanîsh de derbas dibû, yek ji tevgerên herî esas ya rihê 68’an diyar dike ye. Tevgerên azadiya jinan bi qasî pirsgirêkên civakî yên jinê, newekheviya di qada taybet û cemaerî de jî nîqaş dikin. Teoriyên Wîlhem Reîch yên derbarê şoreşa zayendê de, nîqaşên psîkanalîz lêgerîn û nîqaşên cuda îfade dike.
 
‘Ciwan yên herî nêzî rastiyê ne’
 
1968 bandor li ser ciwanên kurd jî dikin. Di vê demê de rêxistinên ku ciwanên kurd jê re pêşengiyê dikin hene. Ciwanên kurd ji fikrên lîderên tevgerên şoreşê yên Tirkiyeyê Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, bandor bûn, bi pêşengiya Abdullah Ocalan Tevgera Azadiya Kurdistanê pêş ket. Bi pêvajoya Îmraliyê ya 1999’an re çavkaniya ku guherîna paradigmaya ku Abdullah Ocalan wek ‘Vejîna sêyemîn’ bi nav dikir e. Tevgera Azadiya Kurdistanê, rihê 68’an di terza jiyana azadiya xwe de bi têkoşîna xwe şênber kir. Bi konfederalîzma demokratîk re xwedî diyalektîkek civakîbûnê ye. Her dema wê di ‘Nav şoreşê de şoreş e’. Ji ber guherîna terza jiyanê, kûrbûna lêgerîna jiyana rast esas digire. Kirdeya şoreşger jin û ciwane. Di vê têkoşînê de hişmendiya azadya jinê xwe digihîne afîdeyek zanistî, civakî û îdeolojîk. Ev şênberî îro bi şoreşa Rojava xwe gîhandiye pergalekê.
 
Guherîna paradîgma ku reviyê wê di 68’an de hat pêxistin, bi ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ re bi nexşerêyekê, bi pergalek konfederal demokratîk gihişt forma xwe. Paradîgma modernîteya demokratîk, terza jiyana modernîteya kapîtalîst di her alî de derbas kir û xwedî watebûn û bingehekê ye. Şoreşa Rojava ya di serê sedsala 21’ê de pêş ket, xwedî wateyeke wek Şoreşa 17'ê Cotmehê ya 1848’an e. Şoreşa Rojava nirxên ku nifşê 68’an temsîl dikir di roja îro de nîşan dide.
 
Ciwan û jin kirdeya şoreşger in. Ciwan hêza pêşeng a pêşerojê ya têkoşîna wekê 68’an e. Bêguman ev bi têkoşîneke her tim atiye dayîn ve girêdayî ye. Tespîta ‘Ciwan pêşeroj in’ girêdayê xwendina rihê demê ye.
 
Şandina nameyan a di navbera Chrîsta û Huseyîn de
 
Di 68’an de zimanekî berxwedanê hat afirandin. Enternasyonalîzmê rihekî nû qezenc kir. Nifşrekî ku dikeve lêgerîna tifaqê diyar dike. Riya Chrîsta Eckes ya gerîlaya Fraksiyona Artêşa Sor (FAF) bû û damzerînerê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê Huseyîn Çelebî dibin yek di vî rihê enternasyonal de. Di navbera salên 1988-90’î de du girtiyên şoreşger yên li girtîgehên cuda yên Almanyayê girtîne Chrîsta û Huseyîn. Huseyîn piştî lêpirsîna RAF, yek ji girtiyên doza Dusseldorgê ya lêpirsîna herî mezin a li dijî rêxistina siyasî ya Almanyayê dimeşand bû. Chrîsta bi hinceta endama RAF’ê bû hat girtin. Her du şoreşgeran li ser rêbazên têkoşîna bi hev re ya gelan bi nameyan nîqaşên berfireh meşandin. Nameyên herduyan dibin pirtûk. (Nameyên Eckes û Çelebî yên PKK’î yên ji hev re nivîsîne’, (Ozgur Polîtîka)' Gîsel Dutzî ku ev name weşand sedema wê wek ‘Ji bo afirandina kevneşopiyekê’ vedibêje.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Rihê 68’an a li Kurdistanê: Paramaz Kizil Yildiz’ wê hefteya pêş bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 23’yemîn a mijara dosya ‘Nîqaşên ciwanan’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.