Rihê 68’an ê li Kurdistanê: Paramaz û Stêrka Sor

  • 09:03 15 Kanûn 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"1968 li dijî jiberan, nêzîkatiyên dogmatik nokteyeke girîng e. Wek Abdullah Ocalan gotiye, 'Heqîqet evin e,  evin jiyana azad e.'  1968 jî di lêgerîna heqîqetê de rawestgeh e. Di lêgerîna jiyana rast de mîlade. Xurtkirina nêrîna heqîqeta xwe jî bi zanabûna paradîgmaya modernîteya demokratîk pêkan e." 
 
Nagîhan Akarsel
 
Alî Çîçek û Suphî Nejat Agirnasli  (Paramaza Kizilbaş) ku ev rih xwendin, nûnerên baweriya bi sosyalîzmê,  jiyana sade û nirxên mîlîtaniyê ne. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de  Alî Çîçek li Zindana Amedê tevli rojiya mirinê bû û Hayrî Durmuş yê di heman çalakiyê de cih girtibû navê Stêrka Sor lê danî. Ev nav îfadeya tahayula pêşerojê ya Alî Çîçek ya nûnerê herî ciwan bû. Têkiliya ku Alî Çîçek bi sosyalîzmê re ava kiriye, bi ked û enerjiya ciwanan a li cihê xwe nasekine re heman bû. Ev enerjî, bi diyalektîka jiyanê ya Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) yê di berxwedana Kobanê de jiyan axwe ji dest da heta îro hatiye. Paramaz Kizilbaş wek kakila kevneşopiya berxwedana sedsale didome ye. Neviyê parêzer Niyazî Agirnasli ku parêzeriya Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan kiribû ye. Koda Madteos Sarkisyan ku 1915’an de bi 19 hevalên xwe re li Bazidê hat qetilkirin, girt. Navê Suphî ji Mustafa Suphî yê di 1921’ê de hatiye qetiklirin, yê Nejat jî ji sekreterê partiyê Ethem Nejat girtiye. Diyalektîka jiyana wî bi berxwedêrên Alman, Kurd û Tirk re bûye yek û herî dawî li Kobanê pêşengî kiriye. Bûye rihê 68’an ê Kurdistanê. Di nameya ji malbata xwe ree hiştiye de diyar dike ku nokteya herî nêz ya gihiştiye heqîqetê ev e.
 
Hêza têkoşîna bi Bernandîne re li Zeyranê hatiye gel hev
 
Wek Bernardîne Dohrn ku damezerînerê Rêxistina Şoreşger a Watherman ya di sala 60’î de hat avakirin bû, gotiye ‘dema mirov di pergalek hov de bijîn ne pêkane ku mirov serî li tundiyê nedin’. Bernardîn ê yek ji damezrînerên avabûnek radîkal ya li dijî kapîtalîzmê ye. Li dijî her cureyê dagirkiinê parastina rewa îlan dike. Piştî nîv çaryekê şûnde ev rih bi Zeryan Denîz Amed (Aygul Kaçar) ya di 28’ê Gulana 2016’an de li Şirnexê di rêveberiyên herêmî de cih girt û jiyana xwe ji dest da, zindî bû. Zeryanê digot hêrs heye, hezkirin heye û di dawiyê de jî azadî heye.
 
Du jinên şoreşger: Sakîne û Alîna
 
Çavkaniya Zeryan jê xwedî bû, rih, lêgerîn û pevçûna Sakîneyê, hişmendiya parastina cewherî û hêza têkoşînê kir yek. Sakîne Cansiz û Bernandîne rihê heman demê parve dikin; rihê azadiyê ya 68’an. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di riya azadiyê ya Sakîne Cansiz de  sazî, têgehên zanistî, civakî û îdeolojîk qezenc kir. Têkoşînek nîv çaryek pêk hat. gihişt formeke ku bersivê dide hewcedariyên demî. Bi îdeolojiya rizgariya jinê partîbûna pêşeng afirand. Hêza parastina cewherî di şoreşa Rojava de pergelek afirand. Bi konfederalîzmê re modela civakî danî holê. Bi jîneolojiyê ji krîza zanista civakî û nakokiyan re çareserî afirand.
 
Riya Alîna Sanchez (Lêgerîna Çiya) piştî salan şûnde bi rîh re digihêje hev. Gotina Che ya ‘rast be lê bê derfetiyê bixwaze’ ji bo Lêgerînê dibe esas. Lêgerîn bi gotina Sakîneyê ya ‘ji bo rastî bê dîtin divê çav û dil  hebe.’ dikeve lêgerîna heqîqetê.
 
Baweriya bi heybet ya Cevahîr û Çiyager
 
Di vê riyê de riya Huseyîn Cevahîr  û Çiyager Hêvî (Cîhad Turkan) dibe yek. Çiyager bi gotina ‘Ez hemû ezezokan yên bixwe re didim aliyekî û di hedefa xwe de hûr dibim’ zindî dibe. Gotina Cevahîr, bi Çiyager re dibe çalaki,  dibe bawerî. Belê di du demên cuda de du nûnerên heman rihî... Bêguman ev  tişta pê bawer dikin e. 
 
Encam: Di sosyalîzmê de israr, di mirovahiyê de israrbûn e
 
Tevgera Çand û Ciwanan ya 1968’an ciwanên ku li alî rastiyê cih digirin û xwedî çalakiya rastin temsîl dikin. Di riya şoreşa wateyê de lêgerîn û lêpirsîn di nav hev de derbas dibe. Wek Althusser diyar dike, ev kevaneke ku nehatiye girtinê ye. Lêgerînên di alî fikr û ruhî de pêş dikeve, çalakiyên tên kirin, tevgerê civakî yên pêş dikevin, lêpirsînên zanistî, felsefîk û çandî  bersivê didin demê. Wek sosyalojiya afirandina azadiya demî, li gorî diyalektîka pêkhaina sosyalojiya civakî, ev dikeve jiyanê. Ciwanên ji bo hewcedariyên demî li bersivê digerin, lêgerîna wan a jiyana rast e. Encamên wê jî di her qada jiyanê de guherîn û pêşketin bixwe re aniye. Îro di Şoreşa Rojava de vî rihî form qezenc kiriye.   Şoreşa Rojava ‘israra di sosyolzîmzê de di mirovbûnê de israr e.’ (Abdullah Ocalan, di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e’. Ev israr li her çar alî cîhanê bi rihê enternasyonal xwedî li Şoreşa Rojava derketiketin e.
 
1968 li dijî jiberan, nêzîkatiyên dogmatik nokteyeke girîng e. Wek Abdullah Ocalan gotiye, "Heqîqet evin e,  evin jiyana azad e."  1968 jî di lêgerîna heqîqetê de rawestgeh e. Di lêgerîna jiyana rast de mîlade. Xurtkirina nêrîna heqîqeta xwe jî bi zanabûna paradîgmaya modernîteya demokratîk pêkan e. 
 
*Ev nivîs ji hejmara 23’emîn a mijara dosya ‘nîqaşên ciwanan’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.