Ji nûve şîrovekirina diyalektîkê

  • 09:06 29 Kanûn 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Niha di fîzîkê de di serî de ronahî, pêl û parçebûna ku hebûn nîşan dide, dîsa zindîbûn, legîn û guherîna parçebûnan daneyên zanistî yên hatine bidetxistin, wek pêvajoyeke ku bi karaset û bûyerên nişkave derketiye holê. Jiyan jî têde hemû guherînên mijara gotinê yên xwezayê di encama organîzasonek hevpar de rû didin û ev rewşek zanistiye."
 
Nagîhan Akarsel
 
Her zindiyê xwezayê diyalektîka wan ya hebûnê heye û gerduna civakê gerduna wateyê jî heye. Mirov parçeyek vê gerdunê ye û ji bo watedarkirina cîhanê rê û rêbazên cuda pêşxistine. Bi van rêbazan piştgiriya bo jiyanê hatiye pîvan. Rêbaz ji xwezayê dûr ketiye, wateya xwe winda kiriye. Rêbaz an jî nêrîna hatiye bikaranî çiqas çarçoveya wê ya jiyanê fireh be ewqas ji diyalektîka jiyanê re xizmet kiriye. Rêbaz ji xizmeta ji bo jiyanê wêdetir cudahiya kirde û nesneye kiriye û wate parçekiriye ji jiyanê dûr ketiye. Rêbaza zanistî bi Bacon û Descartes re hatiye nirxandin û cudahiya kirde nesneye bi zelalî hatiye ziman. 
 
Mirov wek hebûn tê dîtin lê her cureyê tasarrufa mirov a li ser xwezayê rewa hatiye dîtin. Ji ber vê jî em vê nêzîkatiyê wek çavkaniya pirsgirêkan bibînin jî dibe. Îdiaya ku gerdun xwedî pergalek mekanîke û ev mekanik li ser civakê tê bikaranîn, bûye aliyê bi pirsgirêk yê rêbaza zanistî. Ev di hilweşîna xwezayê ya ji aliyê civakê ve jî rolek girîng lîstiye. Di vî alî de diyalektîka ku yek ji rêgezên hebûna gerduniyê de dest girtin wê mijarê hîn bêtir bide fêmkirin.
 
Rêbaza herî watedar regaza diyalektîk tê dîtin. Têgehên dijber yekitiya dijberbûnê esas digire. Ev dijberbûn mezin-biçûk, jin- mêr, ronahî-tartîtî û her wekê din in. Bi diyalektîkê tê gotin ku her tiştek dijberbûna wê heye. Hewce bi şîroveyên pozîtîk ku ev dijberbûn hev temam dikin hene. Di hebûnên jiyanê de  hemû aliyên di zanistan de li ber çavan, wek tunekirinê tên afirandin. Ev şaşiyek mezine. Hegel li ser hebûnê pir dixebite. Diyalektîkê dide xebitandin û vê wek rihê naqokiyê ya bi her kesî re vedinasîne. Hegel xwe digihîne feraseta dewlet- xweda û ev yek ji şaşiyê herî esas a Hegele. Bi pêşketinên fîzîka kuantum û kozmos rastiya feraseta rast pêşketî winda bûye.Pêşketinên din di navgera kaosê de tê jiyîn. 
 
Murray Bookchîn diyar dike ku qanûna xwezayê bermaberê hev pêş dikeve û di pirtûka xwe de vê wek xwezaya diyalektîkê îfade dike û dibêje : “Xwezabûna diyalektîkê ne di alî kêmasiya îdealîstîk û xwezabûnê de, di alî pêşketinê de wek wezayî tê fikirîn. Di dawiya riya pêşketina gerdunî ya xwezayîbûna diyalektîkê de Hegelî teqez bi dawî nabe. Li şûna wê vîzyonek dewlemend tê pêşketin.” Heman demê de xwezayîbûna dyalektîkê diyar dike ku ev parçeyên mantiqî û berdewambûna nesneyi ye. Abdullah ocalan bi awayekî heybet bal dikşîne ser kifşa rêbaza diyalektîkê û dibêje kifşên der barê ku gerdun karekterên diyalektîkê dihewîn de didomin.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku pirsgirêka esas ev e ku diyalektîk çawa bê venasînê û wiha dibêje: “Ya yekem globalbûna ferasete her tim berbi dijminwariyê ve dibe, gerdunê ji rêbazan bêpar dihêle û her tim kaosê pêş dixe û nabe encamekê. Ya duyemîn, ber bi feraseteke ji dijberbûna bêpar, ne xwedî dînamîka xwe, her timli hêzek derve digerîne, dibe, piştraskirina vê jî ne pêkane. Tê zanîn ku ji vî derî jî çûne metafîzîkê. Ji ber vê jî gelek girîng e ku diyalektîk ji van her du riyan xilas bibe.”
 
Nîqaşên teoriya gerdunê jî bi tiştên ku kuantumê derxine holê gihiştiye aliyekî cuda. Mijara gerdunê ya pêşketiye û hatiye wateya guherînê, di asta ku zanist gihiştiyê de, bi taybet jî di biyolojiye de bi aliyên cuda tê şîrovekirin. Esasa nîqaşan jî  ji şoreşe an ne şoreşe wêdetir, der barê teşe, mantik û naverokê de ye. Gerdun di xetereke rast de wek pêvajoyeke giran û bê navber pêş ketiye, wek teşeyê fikr hatiye bicihkirin.
 
Niha di fîzîkê de di serî de ronahî, pêl û parçebûna ku hebûn nîşan dide, dîsa zindîbûn, legîn û guherîna parçebûnan daneyên zanistî yên hatine bidetxistin, wek pêvajoyeke ku bi karaset û bûyerên nişkave derketiye holê. Jiyan jî têde hemû guherînên mijara gotinê yên xwezayê di encama organîzasonek hevpar de rû didin û ev rewşek zanistiye.
 
Di feraseta şoreşê ya Darwî de jî pêşketina xwezayî ne wek ‘hevxwedîkirin’ zêdetir bi armanca ‘hev tunekirinê’  wek şer tê vegotin. Seleksiyona xwezayî, wek qanûna vî şerî datînin holê. Kanûna Seleksiyona Xwezayî dema li ser civakê bê bikaranîn texrîbatên mezin diarîne. Ev nêzîkatiya wek Sosyal Darwînîzm mayîn de dibe, rewbûna bindestiya civakê diafirîne. Ev nêzîkatî jî ferasta civak û xwezayêya modernîta kapîtalîst tîne ziman. Ev jî li dijî esasa şoreşê ye. Wek Abdullah Ocala gotiye şoreş ne ku li ser cure heb tune bikin, ne wek şer, wek hev xwedî dikin bê destgirtin wê rastir be.
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş wê bi sernavê ‘Wek ekoloji û zanista ekolojiyê pêşketin’ bê weşandin.