Li Rojava di avakirina civaka ekolojîk de pêşengiya jinê

  • 09:04 26 Çile 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Li Rojava ligel civaka ekolojîk a ketiye jiyanê û bi cih bûye, Jinwar mînaka herî mezin û bi heybet a giştîbûna jiyanê ye. Jinwar gundekî jiyana azad û ekolojîk a ji bo jinan bi pêşengiya jinan hatiye avakirinê ye… Gihayê hermel ku wek sembola bereketê tê zanîn, bûye sembola Jinwar û her tişt bi her kite kiteyê bi hestiyariya jinê yekbûnekê îfade dike.
 
Nagîhan Akarsel
 
Li Rojava bi îfadeyeke din li Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di asta navenda sêyemîn şerê cîhanê de ye,  hem şer û hem jî xebatên avakirinê bi hev re tên meşandin. Paradîgmaya civaka ekolojîk, yek ji xalên herî esas a peymana civakî teşkîl dike.
 
Li Rojava şerê tê jiyîn, di avakirina ekolojîk de zehmetiyekê jî diafirîne. Lê di civaka xwezayî de bi taybet hem di siyaset hem jî di aboriyê de gavên tên avêtin, di mijara civaka ekolojîk de modelek jî ava kiriye. Hema hema di têketina hemû bajaran de tabelaya ‘Em ax, av û enerjiya xwe bikin komun. Em jiyana demokratîk û azad ava bikin’ heye û ev xweserbûna ekolojîk a şoreşê datîne holê. Gel bi çavkaniyên xwe, hêza mirovahiyê, jî ax û hebûna xwe bawer kiriye û di şertên zehmet ên şer de şoreşa ekolojîk a sedsala 21’ê pêk aniye û berê gelek ekolojîstan jî daye Şoreşa Rojava.
 
Bi taybet bêyî bikevin tekela dewletê û tekela şîrketan wek riya sêyemîn pergala komun bû esas herî girîng a avakirina civaka ekolojîk û rêxistinbûna aboriya koperatîfan pêş xistine û ev bûye sasa civaka ekolojîk. Ji ser komunan koperatîf hatin avakirin û li aliyê din jî koperatîfan rê li ber civakên komunal vekiriye. Bi vê jî ev ji xwe hedef hatiye girtîn. Ji ber vê li gundan li bajaran komun û koperatîf li her derê meclîsên xwe ava kirine û pergala konfederal a demokratîk ava kirine. Bi vê teşeyê rêxistinbûnê re planên çete, dewletên pergala hegemonîk vala hatine derxistin. Xwedî li ax, petrol û gaza xwe derketin, tevî ambargo û şer li ser piyan mane û di komun, akademîyan de xebatên perwerde û hişmendîkirinê hatine meşandin. Ev hemû li serê kolanan, li taxan, li ber dukanan di sohbetên ku gel dikin de tên dîtin.
 
Li Rojava di avakirina civaka ekolojîk de di guherîna mezin de herî zêde tevlibûna jinê esas e. Di avakirina civaka ekolojîk de jin di asta pêşeng de ne. Ev aliyê ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye nîşan dide. Teoriya Bookchîn bi pêşengiya jinan dikeve jiyanê. Li Rojava di pergala konfederal a demokatîk a hatiye avakirin de, rola jinan gelek girîng e, di her qada jiyanê de di parastina cewherî, siyaset, perwerde, tenduristî, aborî, edaletê de rêxistinbûnên xwe yên xweser ava kirin û ev rihê şoreşê ava dike. Girêdayê vê di rêxistinbûna komunî û kooperatîfan de hewldana jinan gelek girîng e.
 
Pêşketina pergala hevserokatiyê ku di her qada jiyanê de bi îradeya xweser tevlibûna şoreşê, di guherîna mêran de jî geşedanên girîng afirandiye. Vê rûhevhatina mêran û lêpirsînkirin bi xwe re aniye û veguherinek afirandiye. Nêzîkatiyên ku jinê wek ‘namûs’, ‘hevjîn’, ‘dayik’, ‘xwişk’ dibîne cihê xwe ji nêzikatiyeke rast re hiştiye. Bi taybet bi pergala hevserokatiyê re bûye îradeyek hevpar a ku avakirina civaka azad pêk tîne. Pergala hevserokatiyê, herî zêde di qada siyasî û civakî de bi bandor bûye. Jin û mêr bi hev re di avakirina jiyana ekolojîk de cih girtine û ev rihê Şoreşa Rojava ava dike. Li axa ku şoreşa civaka gund çandiniyê pêk hatiye, dîrok ji nû ve li ser kokên xwe şîn bûye. Di alî sosyolojik de jî taybetiyên civaka xwezayî hîna bi giştî tune nebûye û vê jî di vir de rolek girîng lîstiye. Li gorî vê sosyolojiyê bi rêbazên ku têkiliyên navbera jin-xwezayê de dibîne, der barê çareseriya krîza ekolojîk de çareserî tên hilberandin.
 
Li Rojava ligel civaka ekolojîk a ketiye jiyanê û bi cih bûye, Jinwar mînaka herî mezin û bi heybet a giştîbûna jiyanê ye. Jinwar gundekî jiyana azad û ekolojîk a ji bo jinan bi pêşengiya jinan hatiye avakirinê ye… Gihayê hermel ku wek sembola bereketê tê zanîn, bûye sembola Jinwar û her tişt bi her kite kiteyê bi hestiyariya jinê yekbûnekê îfade dike. Gundê Jinwar projeyeke azadiyê ya di dergûşa şoreşa Rojava de şîn bûye ye. Xaniyên ji axê hatine çêkirin, aboriya xwe dispêre çandiniyê. Şifa jin aa zanînên tenduristiyê ya bi jinê ya xwezayî, dibistana seretayî ya Dayika Uveyş ji bo perwerdeya zarokan hatiye avakirin, akademiya hatiye avakirin û gelekên din ferasta jiyaneke yekbûyî  û hêviyê mezin dike. Bi kurtasî Jinwar, qadeke jiyana azad a zanîna xwebûn lê tê hilberandinê ye. Di heman demê de mînakek şênber a du zanînên wek ekoloji û jîneolojiyê ye. Darên li qada gund hatine çandin, wê kokên wan belav bibin û bibin dermanê hevsengiya di navbera jin û xwezayê ya xera bûye de…
 
Nîşe: Berdewamiyaa nivîsê ‘darên li qada gund hatine çandin’ wê hefteya pêş bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 19’an a dosyaya ‘jiyana ekolojîk’ a kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.