Bîreke ku xwe dispêre koka xwe heye

  • 09:08 3 Gulan 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Jin ji zanistê dûr li dijî feraseta zanista serdest zanista civakî ya xwe û akademiyên xwe ava dike. Di riya ahlaqê civakî de xwe pêş dixîne. Bi tecrubeyan xwe pêk tîne. Sosyolojiya azadiyê pêş dikeve. Hişmendiyeke bi hezkirinê hevseng dibe pêş dikeve. Rihê hevkariya global a bi konfederalîzma demokratîk tê afirandin."
 
Nagîhan Akarsel  
 
Ji pergalê destberdana bidawîbûn beriya tiştekî hiş dixwaze. Hiş, dîrok û hişmendiye. Zanebûna kokên xwe ye. Hişekî ku her roj jinûve vedije dixwaze. 
 
Hişk bi kok û herikbare. Fêmikrina cih û war îfadedike. Mar a Çatalyhoyukê, Îşara Grê, Dara Miraz a Gobeklîktepe fêmkirinê ferz dike. Bi qasî rojevîkirina dengên ‘om’, ‘ab,’ ‘ol’ , fêmkirina dengên li jor û hîn gelekên din dixaz. Gelek lêgerînên jiyanî ferz dike.
 
Lêgerîna fêmirkinê ya mirov ji vir xwedî dibe. Li Rojhilat civaknasî û felsefe bi hev re pêş dikeve. Ev jî fêmkirina jiyanê eyar dike. Hebûn û tunebûn, zindî û nezindîbûn, wekhevî û curebûn ji vir hêza xwe digire. Enerjî ji vir tê gel hev. Ev jî bi pir wateyê dibe.
 
Wate îlhamek zelal dide. Bi mereqek mezin dest pê dike. Zanîna watedarkirineke giştî dihewîne. Ev zanîn ne jiyanê ji wateyê qût dike ne jî dişibe nêzîkatiya metaryalîst. Rîchard P. Feynman di pirtûka xwe ya “Enlekrodînamîka Kuantumê /KEDİ:Kurama ronahî û madeneyê” fêmikrina aliyên xweser yê xwe û xwezayê dihewîne. Durkheîm dibêje ‘hest nesneya zanînê ye’ an jî ‘xweda nasnaemeya civakê ye’.  Saînt Sîmon dibêje divê civaknasî bibe zanistek cerebandinê. Marx Veber dibêje ‘di civakên modern de sir xera bûye’.
 
Ev qûtbûn têkiliya bi her tiştî re jehrî dike. Madeya vê jehrê jî feraste newekheviyê ya navbera mirovahiyê de ye. Abdullah Ocalan ku zindîbûnê wek xweza ewil vedinasîne, biyanîbûna ku balê dikşînê jî encama vê jehrê ye. Ya jê re dibêje xweza duyemîn jî li ser xweza civakî heyî dibe.  Bombeyên kîmyewî, çemên veguherîne laximê, behrên veguherîne sergot, daristanênveguherîne otelan zirarek mezin dide mirov û hemû zindyan. Hemû jiyanê birîndar dike.
 
Çîroka Jîn
 
Dengê qedîm yê hewcedariya me pê heye gotina ‘jîn’ e. Em dizanin ev dengê me berê hatiye widankirin. ‘Jîn’ nîv sedsale li ser kokên xwe şîn dibe. Bi têkoşîneke mezin xwe heyî dike. Felsefe û jîneolojî nav hev de pêş dikeve. Zanabûn bi têkiliya stratejîk  a cih û demê bi zanîna ‘jîn’ re ava dike. Evçîroka zadiyê gotin, deng, têgehên xwe diafirîne.
 
Çîroka me li çiyayê Kurdîstanê li ser kokê xwe pişî hezaran salan şûnde şîn dibe. Di vê çîrokê de avakirina zanînên xwe, rêxistin û têkoşîn ferz e. Jîneolojiya ku di vê rê de kevirên xwe raxistiye, xwedî zanîn û hêza şîroveya watedare.
 
Dengê jîn sira hestê di tûrikê xwe de dihewîne. Ji bo nemire israr dike. Zanîna ku em çawa bi ax, hewa û avê re bijîn dide. Dibêje civaka komunal a parveker bi hilberîna hevpar û her tiştê xwezayê hev temam dike. Mizgniya herî nû ya kevneşopiyên berê dide. Her wiha hêza sermayedaran deşîfre dike.
 
Di çîroka me de wate fêmkirina potansiyela heqîqetê ya di jiyanê de ye. Ev potansiyel wateyên kûr dihewîne. Dem û cih vediguherin cihên ku xwe lê heyî bikin. Cîhana aborî û manewî di nav yekitiyekê de xwe li vir ji nûve diafirîne. Zanîna jiyanê ya jinan ku hatiye terîbkirin ava dike. Ev zanîn dibe rêxistibûna jinê ya li dijî pergala serdest ya mêr. Hem nasnameya jinê hem jî ya Kurd  ya herêmî û gerdunî tîne gel hev û dibin kirdeyên azad yên zanînê diafirînin. Jiber kurdbûn gerdunîbûne. 
 
Ev hebûn li ser dînamîkên xwe, di nava tevgerekê de pêk tê. Tevger li dijî hemû teknolojiyên cîhanê xwe diaprêze û şertên jinûve diafirîne. Di serî de Zagros, çiyayê Kurdistanê dibin cihê vê. Partîbûn û konfederasyonbûn gav bi gav pêk tên.
 
Dest ji rolên zayendperest yên civakê berdan, tê wateya ji çana serdest destberdane. Jinên ku ne jiyana bi hev re, jiyanek bi raqîb fê kirine, avakirina çanda nû jî ji bo wan zehmet e. Ji bo vê têkoşîn, hişmendî û hezkirin pêwist e.
 
Di vê rê de têkoşîn pir aliye. Her demek wê mijarek pirtûkê ye. Evqas berfirehe. Ji ber ya tê jiyîn şoreşek civakiye. Şoreşa çand û zîhniyetê ye. Formula guhertina zîhn ne madeyeke.  Bandorek mezin ya psîkedelîk an jî LSD hebe jî, wek çareserî pêşkêşkirina wê girêdayê terza rêveberî û bikaranîna zanistê ye. Li Kurdistanê guherîna zîhniyet têkiliya bi çand û civakî re ava dike. Li dijî karekterê hegemonîk zanîsteke ku jiyanê esas digire û fêmkirina wê dimeşîne. Bi vê têkoşînê re dikare bê pêşxistin. Her dem û qada jiyanê ji bo guhertina zîhnetê dibe qada têkoşînê. Li jî hegemonya global dibe nirxek esas çalakîbûnê û îradeya civakê ava dike. Hêza wate û fikr ji vir tê hilberandin û bi rêgezên etîk û estetîk, îdeoljiya rizgariyê pêşkêş dike. Jin di riya ji teoriya qûtbûnê, ber bi hevjiyana azad de peymanên civakî amade dikin. Di vir de ji xwe hezkirin wek hezkirina hevzayenda xwe ye. Fêmkirina zîhniyeta serdest ya mêr û şikandina wê ji xwe naskirin û zanînê derbas dibe. Ji ber pîvanên red û qebûlê ne zelal in. Ji bo vê divê ji xwe hez bike. Ev jî bi hişmendiyê dibe. Û ev hişmendî, hezkirin û têkoşîn dibe zemîna nû ya avakirina çandek nû.
 
Ev çand  ji Teoriya Veguhertina Çandî, bê agahî bi pêşengiya jinan tê ava kirin. Li dijî zayendperestiya civakî û pisgirêkên nasnameyan ya cîhanê, wek serhildanekê pêş dikeve.  Li çiyan enerjiyeke pozîtîf a bi heybet tê avakirin. Ev tê wateya afirandina hêza rast. Li Şûna têkiliyên hêzê, hêz bixwe gihêje venasîna xwe. Li şûna têkiliyên serdest nêzîkatiya etîk estetîk tê avakirin. Ev çanda xwe diafirîne. 
 
Em bi strana ava paqij bawer bikin
 
Em dibêjin em biçin dema heqîqeta ku sembol, çîrok, efsûn, nexş û stran lê berdewam dikin. Em dikarin bi ser kevin. Jîn ya ji wir bang me dike gotinek bi efsûne. Efsûna wê çavkaniya hêza jiyanê de veşartiye.  Ev tor digihêje têkiliyên xweza û civakê. Bi hişmendiya ku hêza hest û fikran enerjiye, lêgerina venasîna enerjiyê didomîne. Ya ku ji têkiliyê serdestiyê derket û ev kir Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd e û çandek nû diafirîne. Li dijî kodên koletiyê têdikoşe. Ev ji kokên xwe xwedî dibe û ji Zagroan berbi Rojava ava dike. 
 
Jin ji zanistê dûr li dijî feraseta zanista serdest zanista civakî ya xwe û akademiyên xwe ava dike. Di riya ahlaqê civakî de xwe pêş dixîne. Bi tecrubeyan xwe pêk tîne. Sosyolojiya azadiyê pêş dikeve. Hişmendiyeke bi hezkirinê hevseng dibe pêş dikeve. Rihê hevkariya global a bi konfederalîzma demokratîk tê afirandin. Paradîgmayeke nû ya pergal acîhaneke nû teşe dibe. Ev paradîma 23 sale li Îmraliyê tê hepskirin dibe îradeya wê. 
 
* Ev nivîs ji hejmar a 26’an a dosya ‘di sedsala 21’ê de zanistîbûn bezandin’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.