Bi sekna xwe hunermend û şoreşger Hozan Mizgîn

  • 09:07 11 Gulan 2022
  • Portre
 
Derya Ren
 
ÊLIH - Dayika, yek ji nûnera hunera Kurd Hozan Mizgîn, Hasret Aydin û xwişka wê Şukran Aliş der barê Mizgînê de axivîn û diyar kirin divê Mizgîn neyê jibîrkirin û wiha gotin: “Tu cudahiya Mizgînê ji şehîdê din tune ye. Lê divê Mizgîn neyê jibîrkirin. Yek ji jinên ewil a di têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye ye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi van gotinan Hozan Mizgîn rave dikir: “Ew keçikek ku PKK’ê afirandibû. Di temenê biçûk û ciwan de tevli me bûbû. Jinek ku hêjayê PKK’ê bû. Tu car ji xeta PKK’ê dûr neket. Hozan Mizgîn bi şoreşa xwe ya afirand ji bo îro dibe îlham. Hozan Mizgîn ku bi têkoşîna azadiya kurd dengê xwe yê zelal da bihîstin, ji aliyê hevalên xwe ve jî bi van gotinan tê zanîn ‘Mizgîn hem hunermend hem gerîla hem dayik û hem rêheval bû.’
 
Hozan Mizgîn kî ye?
 
Hozan Mizgîn  (Gurbet Aydin) ku huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga hunermendên jin di 1962’an de li gundê Bileyder a Êlihê hat dinê. Mizgîn ku bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de hat ferqkirin, li dijî zîhniyeta feodal û polîtîkayên hikûmetê yên li hember kurdan bêdeng nema. Mizgîn demekê beriya darbeya 12’ê îlona 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê bûbû û di têkoşînê de aktîf cih girt û di qada hunerê de pêşengiya xebatan dike.
 
Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêixistin bike di 1983’yan de dişînin Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK de cih digire. Mizgînê bi sekn û nasnameya xwe ya şoreşger ji bo jinan dibe hêvî û jin bi saya wê li dijî zextan serî hildidin tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Demek dirêj li Ewropayê xebatan dimeşîne û  piştre berê xwe dide Kurdistanê. Mizgîn li Tetwanê ya Bedlîsê di xebatan de jî cih digire. Ji bo xwe bigihîne jinan, çarşefa reş li xwe dike û li taxan tevlî civînan dibe.
 
Mizgînê bi stranên xwe yên Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo Hevalno û Newroz ji ser zimanê gel neket û her çiqas kasetên wê bên qedexekirin jî kesayet û têkoşîna wê tu car nehat jibîrkirin. Di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê bi ser mala ku lê dima de hat girtin. Di serdegirtinê de dixwazin Mizgîn teslîm bibe lê ew li berxwe dide û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest da, zêdetir hat guhdarkirin û mîrateya wê ya ku hişt di nav gel de dijî.
 
Dayika wê Hasret Aydin û xwişka wê Şukran Akiç ji ajansa me re Hozan Mizgîn rave kirin.
 
‘Polîsan wêneyê Mizgînê girtin’
 
Hasretê diyar kir ku Mizgîn di 7 salî de dest bi dibistanê kiriye û ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Hasretê got ji ber pirsgirêkên tenduristiyê gelek tişt nayê bîra wê û wiha vegot: “Min xwest ez cenazeyê keça xwe ji Tetwanê bînim Êlihe. Lê gel xwest ku Mizgîn li cihê ku têkoşîn daye li Tetwanê bimîne. Ji ber vê me cenaze neanî. Wêne û nameyên keça min hebûn, lê polîsan di serdegirtina malê de hemû girtin. Ji keça min tiştek nehiştin. Niha ji ber şer sedan kes jiyana xwe ji dest didin. Xwedê alîkarê kesên têdikoşin be.”
 
‘Mizgînê kelecanek mezin da me’
 
Xwişka wê Şukranê jî destnîşan kir ku Mizgîn ji zarokatiya xwe de rast û dirûst bûye û wiha daxuyand: “Em her du jî gelek dişibiyan hev. Mizgîn beriya tevli bibe di xebatên hilbijartinê de cih digire. Piştre tevli bû. Mizgînê her tim stran digot û helbest dinivîsî. Dengê wê gelek xweş bû. Bandor li ser mirovan dikir. Piştî tevli bû di televîzyonê de derdiket. Vê kelecanek mezin dida me. Dema kaseta ewil hat em pir kêfxweş bûn. Mizgîn bi hunera xwe ji bo gelek kesî bû mînak.”
 
‘Ez neçûm gel Mizgînê’
 
Şukranê bi lêv kir ku dema Mizgîn li Tetwanê di xebatan de bûye xwest dayika xwe bibîne lê ji ber tenduristiyê dayika min neçû cem û ev nirxandin kir: “Ji ber dayika min nikaribû biçe min xwest ez biçim. Wê demê ez 8 mehî ducanî bûm. Çawa Mizgînê fêr bû ez ê biçim ev red kir. Got rê ne baş in tu nikarî bê. Beriya Mizgîn jiyana xwe ji dest bide em her tim diaxivîn. Rewşa her kesî dipirsî.”
 
‘Yekane daxwaza me ev e ku Mizgîn neyê jibîrkirin’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema Mizgînê jiyana xwe ji dest daye gel berê xwe dane mala sersaxiyê û wiha dawî lê anî: “Dema gelê Bedlîsê hat sersaxiyê cih nedima kes rûnê. Ferqa Mizgînê ji şehîdan tune ye. Lê divê Mizgîn neyê jibîrkirin. Yek ji jina ewil a di têkoşînê de jiyana xwe ji dest daye ye. Bila tu dayik rondikan nebarîne. Ez dixwazim ji bo kurdan azadî û aştî pêk bê. Kurd nebin yek ev jî pêk nayê. Hozan Mizgîn ji bo hevalên xwe yên şehîd û di zindanê de ji bo Kurdistanê stran digot. Strana ‘Lo hevalno’ ji bo hevalên xwe yên zindanê digot. Strana ji bo Egîd digot heye. Yekane daxwaza me ji gelê me û hunermendan ev e ku Mizgîn neyê jibîrkirin.”