Ewlehiya canê Sîbel û Sedayê tune ye!

  • 09:02 19 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Melike Aydin 
 
ÎZMÎR - Ji Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku Seda û Sîbel ku di protestoyên Wanê de hatine girtin, di nav girtiyên edlî de ewlehiya canê wan tune ye û diyar kir ku heta ku hemû girtî neyên berdan wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Piştî hilbijartinên herêmî li Wanê di protestokirinên xespa îradeyê de di 2’yê Nîsanê de li Îzmîrê aktîvîsta Piştevaniya Mor Sîbel Orkmez û Berdevka meclîsa Mafê Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Sedanur Ugur hatin binçavkirin û girtin. Sîbel û Sedanur dema biribûn girtîgeha jinan a Şakranê midûra girtîgehê Meltem Babaoglu û gardiyanan ew tehdîd kiribûn. Endama Piştevaniya MY ya Piştevaniya Mor Dîdar Gul da zanîn ku Sedanur û Sîbelê xwestine biçin qawişa girtiyên siyasî û ji ber jimartina li ser piyan red kirin, bi ‘em ê we bişînin qawişa tecawizkaran’ û we tahliye nekin hatine tehdîdkirin. Dîdarê da zanîn ku ewlehiya canê wan tune ye û daxuyakirin ku heta kesên hatine girtin neyên berdan wê têbikoşin.
 
‘Bi destdirêjiyê hatin tehdîdkirin’
 
Parêzer Arman Atilgan da zanîn ku Sîbel û Seda bi hinceta mukavetê polîs kirine hatine girtin û li qawişa edliyan tên girtin. Arman destnîşan kir ku Sîbelê di 12’ê Nîsanê de derdixin lijneya giştî û Midûra girtîgehê Meltem Babaoglu bi hinceta ku Sîbelê li ser piyan jimartin qebûl nekiriye û ji girtiyên din re bûye mînaka nebaş, tehdîda ‘wê înfaza te bişewite, tuyê nikaribî ji vir derkevî’ tehdîd kiriye. Arman wiha vegot: “Lê hîna ceza negirtiye. Piştî hevdîtinê gardiyan tehdîda ‘Em ê te bavêjin qawişa lezbiyen û tecawizkaran’ tehdîd kiriye. Gardiyan gotine ‘ev teorîst in’. Ji ber vê girtiyên din ên qawişê nexwestine bi wê re diyalogê daynin.”
 
‘Di pêvajoyên girtin û binçavkirinê de dijhiqûqî û îşkence’
 
Endama MY ya Piştevaniya Mor Dîdar Gul destnîşan kir ku wek Sîbel û Sedayê bi hezaran kes di çalakiyên protestoyî de cih girtine û wê rojê kesên hatine binçavkirin hatine îşkencekirin û bi awayekî dijhiqûqî pêvajoya binçavkirina wan hatiye dirêjkirin. Dîdarê wiha anî ziman: “Roja hatin girtin me polîsên ku ji odeya dozger dernediketin dîtin. Me fêm kir ku ev talîmat ji cihekî din hatiye û biryar ji destpêkê de hatiye dayîn. Parêzeran gotina ‘divê hûn bên girtin, ji ber memurê we hatiye girtin’ bihîstine. Bi vê talîmatê dozger sewqî girtinê kirin û hatin girtin. Piştre hevalên me şandin girtîgeha Şakranê.”
 
‘Di qawişa edliyan de ewlehiya canê wan tune ye’
 
Dîdarê di berdewamiyê de ev tişt anîn ziman: “Tevî midûra girtîgehê soza daxwaza girtiyan a qawişa siyasî daye jî nehatiye cih. Parlamenterên DEM Partiyê daxwaza hevdîtinê kirin. Hevalên me tên tehdîdkirin.Teşwîqê sûcê nefretê tê kirin. Wekî ‘em ê we bişînin qawişa lezbiyenan’. Tehdîda ‘hûn biçin qawişa edliyan hûn ê dernekevin’ heye. Dibêjin ‘hûn aloziyê derxin em ê we bişînin qawişa tecawizkaran’. Hevalên me bi israr in. Ewlehiya canê hevalên me tune ne. Naxwazin li qawişa edliyan bimînin. Ji ber ev girtiyên siyasî şoreşger in. Lê dewletê ev veguhertiye îşkenceyê.”
 
Dîdarê daxuyakirin ku kampanya azadiyê ya ji bo ‘Sîbel û Sedayê’ ku piştî girtina wan hatiye destpêkirin didome û bi lêv kir ku Muhammet Orhan ê di heman rewşê de bûye hatiye berdan, heta girtiyên din jî neyên berdan wê têkoşîna xwe bidomînin.