Li Şehbayê encama pêşhilbijartinan hatin eşkerekirin

  • 12:09 28 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Kongra Star Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê encama pêşhilbijartinên namzedên jin ên hilbijartinên şaredariyan eşkere kir.
 
Di 27'ê Nîsanê de Kongreya Star li Efrîn-Şehbayê li 20 navendan li kantona Şehbayê dest bi pêşhilbijartinên namzedên jin ên hilbijartinên şaredariyan ku di 30'ê Gulanê de pêk were, kirin û rojek domiya. Di nava van pêşhilbijartinan de 38 namzedên jin hebûn. Îro ji bo eşkerekirina namzedên jin ên ku di pêşhilbijartinan de bi ser ketine, Kongra Star li Efrîn-Şehbayê daxuyaniyek da û tê de navê jinên ku bi serketine eşkere kir.
 
Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star Efrîn-Şehbayê bi beşdarbûna endamên jin ên saziyan hat dayîn û ji aliyê Berdevka Koordînasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Rîhan Elo ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serî de em vê qonaxa ku bi têkoşîna bêwestan û têkoşîna berdewam a jinan ku bi îradeya xwe û cara yekemîn di hilbijartinan de bi tevlibûna jinan bi dawî bû, li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Hilbijartinên destpêkê yên hevserokên şaredariyan ê kantona Efrîn-Şehbayê bi awayeke demokratîk û zelal û bi beşdariya jinan ji hemû mezheb û pêkhateyan hatin lidarxistin û li 20 navendên hilbijartinan rojekê berdewam kir di dawiyê de deng bi giştî hatin hejmartin û encamên wê hatin ragihandin ku dê di qonaxan de bikevin lîsteyên hilbijartinan yên demên pêş.
 
Navçeya Şêrawayê namzed Esûm Mihemed Hemeda 641, Navçeya Til Rifetê Fatimê Behîr Îbrahîm 456, navçeya Ehrezê Îman Toko 351, navçeya Ehdasê Rozelîn Koşan 849 û navçeya Fafîn Kelewîş Silêman Silêman 361 deng kom kirin em spasiya hemû kesên ku di temamkirina pêvajoya dengdanê û hilbijartinan de beşdar bûne, dikin. Bi fikir û ramana Rêber Apo em hêvî dikin ku ev qonaxa hilbijartinên seretayî bibe gava yekem ji bo pêkanîna rêgezên azadî û demokrasiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina sîstemeke konfederal ji bo jinan li Rojhilata Navîn."
 
Daxuaynî bi dirûşma "Jin, Jiyan,Azadî" dawî bû.